Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Çîroka ker lawê kerê

 


Ehmed Meter
Werger ji Erebî : Dr.Ebdilmecît Þêxo


Hebû  û nebû,li axirekî Erebî komeleyek ji keran hebûn, rojekê ji rojan   kerekî ji wan keran  di demek dirêj de xwerin nexwar, laþê wî jar bû, guhên wî sist û berxwarî bûn, hindik mabû ku ew ji ber jarbûnê bikeve xwerê.
Bavê kerê têgihîþt ku tendurûsta lawê xwe xeraptir dibe, ewî xwast têbighîne ku sedemên jarbûna lawê xwe çi ne,ewî bi tenê  bi lawê xwe re deng kir, ewî xwast rewþa derûnî  û tendurûstî yên lawê xwe bizanibe.


Ewî  ji lawê xwe pirsî: Çi bi serê te hatiye kurê min ?
Min ji te re baþtirîn ji cureyên cihê aniye û tu hîn naxwazî wê bixwî.
Bêje min çi bi serê te hatiye?
Xêre tu vê yekê bi serê  xwe dikî?
 Tukesî tu bêhnteng kiriye?
Lawê kerê serê xwe rakir û bi bavê xwe re got:
Erê bavo…… Ew mirov in …..
Bavê kerê matmayî bû û bi lawê  xwe re got: Mirovan çi kirine?
Kurê kerê got: Ew kêrç û tinazên  xwe bi me dikin .
Bavê  pirs kir: Yanê çawa ?
Lawê kerê got: Tu nabînî , eger her  mirovek karekî xerap dike, bi wî re dibêjin:Kero!
Eger her kesek bi karekî xerap radibe, dîsan bi wî re dibêjin : Ey Kero! Yanê em rast  weha ne?
Ew bi bêhnqalingên xwe re dibêjin:Kerno!! ,lê em ne bêhnqaling in, bavo¬¬!                                                                
Em bi jîrbûn  û bê qelsî kar dikin, em têdighînin û em zanin jî  û hestên me jî hene. Li vir bavê kerê nizanî bû  çi ji lawê xwe re bêje û hêdî nema zanî,  çawa bersivên lawê xwe bide, ewî pir bi lez guhên xwe çep û rast  livandin  û ewî  dîsan bi lawê xwe re danûstandin kir û dixwast lawê xwe li gor hiþmendiyê keran bawerkirin bide  û bi wî re  got:
Binêre lawê min ! Ew mirov in, Xweda ew afirandine û ew di ser hemû
Kesan re girtine, beriya ku ew ziyanê bi me bikin, ewan pir ziyan bi xwe kirine.
-Tu temaþe bike, te di hemû  jiyana xwe de dîtiye ku kerekî malê birayê xwe diziye?Te ev yeka jî bihîstiye?
-Te dîtiye kerek bê sedem kerên din îþkence dike, Ji ber ku ew tenê ji wî  jartirin yan jî gotinên wan li xweþiya wî ne hatine. ?
-Te dîtiye kerek bi kerên din re, têkeliyên riçperestî ji bo zayendên wan,  yan ziman û rengên wan  dike ?
-Te tucarî li ser civîna bilind ya keran bihîstiye,ku ew nizanin ji bo çi civiyane ?
-Te bihîstiye rojekê kerên Emêrîkî planên xwe  dîdinin ku ew  kerên  Ereban  bikujin ,taku ew cehên wan  ji xwe re bibin .
-Te caran  kerek dîtiye ku ew  bûyê  nokerê dewletên biyanî  û ew bi wan re planan li dijî  kerên welatê xwe çê dike?
-Te dîtiye kerek li ser bingeha malbetiyê cidabûnê dike navbera  xwedanên xwe  ?
-Bêguman û tiþtekî  xwezayî ye, ku te tawanbarên wisa di cîhana keran de ne bihîstiye!!
-Lê mirov vê hiþmendiyê ji xwezayî  de zanin û ew li gor wê jî  karên xwe baþ dikin ? ji ber vê jî, ya lawê min!Ez  ji te dixwazim ku tu hiþê xwe yê keritiyê serast bikî  û  biryarê xwe  bistînî  û ez ji te dixwazim ku tu  serê  min û yê dayika xwe  bilind bikî û tu herdem bimînî ker lawê kerê  û bihêle mirov çi li ser me dibêjin ,bila bêjin.
-EM SERBILIND IN  KU EM KER IN .
- EM VIRAN NAKIN.
-EM KESÎ NAKUJIN .
-EM DIZIYÊ NAKIN.
-.EM KESÎ JI NEDÎVE NAKUJIN.
-EM XEBERAN Û ÇÊRAN BI KESÎ RE NABÊJIN .
-EGER BIRÎNDAREK YAN KUÞTIYEK DI NAV ME DE HEBE ; EM JI ÞABÛNA RE SEMAYÊ NAKIN.
Lawê kerê  bi  gotinên bavê xwe dilxwaþ bû ,  ewî dest bi xwarina cehê kir û di  ber xwerinê re bi bavê xwe re got: Ezê bimînim wek tu bi min re  dibêjî  û ezê xwe þehnaz û serbilind bibînim ku ez KER LAWÊ KERÊ ME.
Paþê, ezê bibim ax û ez nakevim nav agirê ku êzingên xwe ji mirov û keviran in …

X:Ehmed Meter helbestvanekî  Îraqî ye ,di sala 1954 an de ji dayik bûye, ew niha li Êngiltera dijî  û heft dîwanên wî hene, ew li seranserî welatên Ereban navdar e.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.85
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark