Ebdilmecît ÞêxoDi Pasa Çiyayê Kurmênc de
Bese!
Çavên xwe
Bi nêrîna çiyan
Û giran bêþîne !
Biwestîne!
Bi min re got:
Lê lêvên wê li rex min
Dilerizîn.
Na! Ezê binêrim
Bila dilopa dawiyê
Ji ronahiya çavên min
Biherike!
Ezê binêrim
Û çend dilopên ronahiyê
Ji tîrêjên çavên te
Bidizim.
Pêlên porê dilbera min
Nazik ,nazik
Hevdu maç dikin
Qermîçekên bêzariyê
Li ser ruyê wê
Weke sînora welatê min
Nîgar bûn ….
Dîsan bi min re got
Bese !
Çavên xwe bi nêrîna çiyan
Û van giran biwestîne!
Bêþîne û bese !
Na ! Na ! Na!
Ezê binêrim
Çawa Ferhad bi evîna xwe
Peykerek ji Þêrînê re
Li ser çiyayê Bîstunê
Çêkir
Ez jî bi nêrîna xwe
Wêna BERZANÎ nemir
Li ser rûpelan van çiyan û giran
Ava dikim.
Hêdî
Bijangên wê
Bi min re lîstin
Kenîn
Ez jî hîn li çiya û Girên Kurdaxê
Temaþe dikim .
Ji berhevoka min -1-(Tu bi xwedêkê medêgrî