Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bîranîna 46an ya koçadawî ya helbestvan, nivîskar û dîrokzan Mela Ehmedê Namî

 


Nameya nivîskar Bêwara Mela Brahîm di bîrnanîna yobîla zîvîn ya koçadawû ya Mela Ehmedê Namî de.
Þînnameyek di baxê jibîkirinê de, ji Mela Ehmedê Namî re
Gelek caran li ser pira wefadariyê me guldestên rengerng avêtin rûbarên bîranîn û yadiyan.
Lê îro mîna perperîkên mest, me li ser bênderên gundê Tilþeîra Aþîta danîn û bi comerdî me lal, nêrgiz û nesrîn kirin himbêza xwe û vegeriyan goristana Qudûr Beg li bajarê Qamiþlo, da em 25 mûman vêxînin bi helkeftina derbasbûna yûbîla zîvîn ya koçkirina Mela Ehmedê Namî.
Raste ev seredana me ji Melayê hêja Namî û þûnwarên wî re ne xuristî bû, lê ew bi hest, raman û bîrbaweriyên paqij û zelal bûn. Dema me dest bi vêxistina mûman kir. Daxwazname ji ser refikên razanê þiyar bû û rûpelên xwe li ber me vekir û kelogiriyeke melûl hêsirên ziwa barandin û got:


Mela Namî pênûseke pêþeng bû di qada ferheng û toreya kurdî de, lê talana windabûnê hiþt ko zû roniya vê pênûsê vemire. Bi tenê çend tîrêjên melûl ji vê roniyê hiþtine û dema mirov pif bike tîrêja (Agirê Sînema Amûdê) ev agir gurdibe û guliyên wî sor dibe.
Da ko her kes zanibe em rojên jibîrkirinê bi þevên bîranîn û yadiyan bi ronî dikin û xewa windabûnê bi þiyariya bandora lehengî û þêrzatiyê dikujin û diperpitînin.
Sed rehmet li canê Mela Ehmedê Namî û hevalên wî be û buhuþt cî û warê wan be.
Bêwara Mela Brahîm - Qamiþlo 2000.12.10
Helbesta Mela Ehmedê Namî –AZADÎ- bi dengê wî sala 1975an, di dema nexwþiya wî de.
https://www.youtube.com/watch?v=x68Gi8Vo1a4

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark