Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Gund Kelh Koern Mran

 


Konê Re

  Ne bawerim ku di dinyayê de wek ku girên dîrokî di welatê me Kurdistanê hene, gir hebin.. Nexasim Cizîra me, navbera çemê Xabûr û Dicle.. Yek ji wan girên dîrokî yên ku hej xam e, kesî nexepartiye girê (Kelhê) ye.
  Di serdanekê de, bi birek ji dostên hêja û rewenbîrên delal re, me ji Qamilo, rêka Dêrika Deta Hesinan girib û berê xwe da Rojava, gundê Kelhê. Pitî ku em gîhan gundê Xana Serê, me berê xwe guhert ber bi Baûr ve.. 


Em di kêleka Çiyayê Mosîsana (Qereçox), ji Rojava ve derbas bûn.. Gora Nayifê Paê li ser kupê çiyayê Qereçox berz û bilind xuya dikir.. Bi berdewambûna meê re, em di gundê Mêrga Mîra, Hemze Begê ikakî, Gir Kendal û Til Xenzîr re derbasî gundê Kelhê bûn. Ev gundê ku li ser tixûbê Baûrî Kurdistanê dikeve.
  Gundê kelhê; gundekî xurû kurd in, kurdên Koçer in.. Li gundê Kelhê, min hin pirs ji kalemêrekî gund kirin, wî jî wiha bersiva min da: "Navê Gundê me Kelhê ye.. Em koçerên Mîran e.. Piraniya gundên vê herêma me Koçeran in..  Ev gundên me ne ji zûde hatine avakirin.. Ji ber ku berê em Koçer bûn, xwedî sewêl bûn, di demên berê de, me gund ava nedikirin, havînan em diçûn zozanan û zivistanê vedigeriyan germiyanan. Ev dever germiyanên me bûn.. Dema ku dinya li germiyanan gerim dibû û çêra sewalê me kêm dibû, me konê xwe radikirin û berê xwe dida zozanên li dor Gola Wanê.. Berî ku berf li zozanan bibariya, me berê xwe dida beriyê, anku vê deverî, eva ku ji çiyayê Qereçoxê destpê dike ta ku di ingalê re derdikeve.. Ev dever tev li pêiya me koçeran vekirîbû.. Hingî Sînor nebûn, Kurdistan yek perçe bû. Lê pitî ku sînor hatin danîn, Serxet û Bixet bi nav bûn, me jî dev ji koçeriyê berda û ev gundên tu dibînî ji xwe re ava kirin".
  Û berdewam kir û got: "Ev gundê li Baûr me, yê ku tu dibînî li Baûrî Kurdistanê dikeve, navê wî jî Kelhê ye.. Ev herdû gundên me; yê li Rojava û yê li Baûr navê xwe ji vî girê mezin yê ku em jê re dibêjin (Girê Kelhê) hatine girtin.." Û pêde çû û got: "Ew çiyayê ku berif li ser kûpê wî sipî xuya dike tu dibînî, ew çiyayê Cûdî ye û ev çiyayê li Baûrî me xuya dike çiyayê Bêxêr e.. Jixwe ev hêrikên ku li dor çiyayê Qereçoxê Mosîsana xuya dikin, em ji wan re dibêjin; Belên Bizinan".
  Dost û hevalên hêja! Va min hûn jî bi xwe re bedarî dîtina xwe a çûna gundê Kelhê, çiyayê Qereçox, gora Nayifê Paê û Girê Kelhê kirin û bi hêvî me ku di pêerojê de zanayên me ji erkelojiyan vî girê Kelhê ku hêj xam e bixepêrin û dîroka me a rast bi me bidin naskirin û hûn bi xêr û ez bi selametî.





 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 4.33
Bi Tevah Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark