Bavê ZozanêAmûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê dûr e. Çemekî piçûk têde derbas dibe bi navê çemê Xenzîr tê naskirin. Amûdê yek ji kevintirîn gund û bajarên herêmê ye, berî 150 salî şên û ava bû. Şûnwarên wê yên dîrokî, şaristaniya wê ya herî kevin dide xuyakirin ku berî 3000 salan Amûdê sentera liv û lebatê bû. Ji wan şûnwaran: 1-Girê Moza 2-Girê Şaxir Bazar 3-Girê Şermola.
Navê wê ji ku hatiye
Bi rastî ti jêderên berçav di nav destên
min de nînin, lê hin kalan digotin ku efsaneke kevin dibêje ku qîza
padîşahê Mêrdînê xwest kurê xwe yê bêcir ji xwe dûr bike vêce bi darekî
ve nêzî deverê ew girêdan, wisa dema karwanan ew dîmen dîtin bû wek
çîrokê û behsa Amûd li topraxê belav bû. Hin dibêjin ku nav ji gundê
Darê bi xwe hatiye, hin jî dibêjin ku ji amade hatiye, hêjayî gotinê ye
ku Amûdê wek deşta Mêrdînê jî hatiye naskirin, wisa jî Osmaniyan bi navê
girê Kemaliyê ew nîşan dikirin.
Erdnîgariya Amûdê Firebûna
Amûdê 2 km2 heye, dor 160 gundî pêve girêdayî ye, jimara miletê wê wek
40 000 kes heye bi tevahî Kurd in, tev li hin pêkhateyên Ereb û wisa jî
Xirîstiyan. Mijûlî çandiniyê dibin û bi tundî pêve hatine girêdan, loma
di her malekê de patozek tê dîtin, ji vê jî girêdana wan bi hesin re zor
e, ji destgok û sûndîşa xwe pir hez dikin. Pêvî çandiniyê bêtirî milet
li pîşesaziyê kar û xizmetê dikin ta di vî warî de afirandin kirine û
hîn jî dikin.
çima Amûda Bavê Mihemed? Dema ku sînema şewitî,
Mihemedê lawê Seîd axa yê Deqorî li çayxanê rûniştîbû, nûçeya êgir zû
bihîst, bi lez û bez berê xwe da deverê, bi rê ve lawikê xwe yê ku ji
agirê sînemê filitîbû, dît; lawik got yabo ez sax im, lê nesekinî, got:
Zarokên Amûdê tev lawikên min in. Belê bi mêrxasiyeke bêhempa xwe avêt
nêv agir, dora 12 zarokan ji mirinê rizgar kir, lê ji ber tîna agir ya
zêde, hesinê jor yê ban (wek demir bû) bi ser ve ket, hate xwar, di cî
de canê xwe ji dest da, bû şehîdê yekem yê sînema Amûdê, navê wî bi
tîpên zêrîn di rûpela mêraniyê de hate nivîsnadin vêce wek wefadarî ji
miletê Amûdê, ev navê şêrîn li bajarê xwe kirin û bû Amûda bavê Mihemed.
Bûyerên Amûdê Du
bûyerên bi nav û deng li Amûdê çêbûne: 1- Yek jê sala 1936an bû çaxê ku
Fransa xwest rewanê welatparêziyê li nik miletê Amûdê vemirîne yan jî
bişkîne da ku wê wek dewletek dagîrker erê bikin, qebûl bikin lê tevî ku
ew bi balafirên hikûmeta Fransî hatin bombe baran kirin jî, lê milet bi
serokatiya Seîd axa Deqorî serhiladana xwe nerawestand wisa jî
berxwedana wan her gurr û şên dibû, bê guman ev bûyer bi navê Toşa Amûdê
hatiye naskirin.
2-Şewata sînema Amûdê: Ji xwe di 13.11.1960 de
qewimiye. Belê şewata sînema Amûdê ne tenê di dil û kezeba xelkên Amûdê
de zîldaye, erê sînor û bend hemî xilas kirine ta di her dilê Kurdekî
welatparêz de şîn û dipişkive çi li welêt û çi li dervî welêt. Erê bêhna
goştê zarokan yên biraştî hîn di pozê Amûdiyan de difûre, dûmana kezeba
wan zarokan hîn di sînga dêyan de xîzexîzê dike, qêrîna dayikan hîn di
guhê bavan de zimîniyê dike. Xwezî wê carê tenê bavan hêvî û daxwazên
zarokên xwe bi cî ne anîba. Xwezî wê rojê Cezair nebûya mêvana Amûda
Bavê Mihemed. Xwezî wê rojê lehiyek rabûba sînema li ber bi çûya. Xwezî
wê rojê zarok tev bi tayê ketiba dûrî pêşbirka mirinê çûbana.
Navê sînemê Navê
sînema Amûdê Şehrezad bû, dirêjbûna wê 25 metro bû, firehiya wê dor 10
metroyan bû, deriyê wê du felq bû ji hundir ve vedibû dor 30 santî ji
erdê bilind bû ango hol piçekî kûr bû, dîwarê wê kelpîç bûn, lê bi
çewalên boyaxkirî hatibûn nixumandin wek dekor jê re çêkiribûn. Sînema
du qat bû ango loc jî hebû, kursiyên binî ji kelpîçan wek dikê
çêkiribûn. Banî bi tepan hatibû pêçan. Navê xwediyê sînemê Ehmed Hesenat
bû, şirîkê wî Izo Mako bû, karkerê wan ê ku film dişuxiland û bi kar
dianî Qaya bû. Hêjayî gotinê ye ku miletê Amûdê hemî ti gilî û gazin ji
wan nekirin, zanîbûn ku gunehê wan di şewatê de tune.
Mesele çi bû? Wê
demê li seranserî komara Sûriyê komcivîn hatibûn damezrandin ji bo
piştgiriya şoreşa Cezairê. Helbet bi devê desthilat û ferweriya Sûrî bû,
da ku alîkariyek mewdanî ji gelê Cezairê û şoreşa wan re pêşkêş bikin.
Amûdê jî bê guman pişkdar bû di vê çalakiyê de, pêvî komcivînan,
rêvebirê qezayê xwest ku şagirtên dibistanan jî bê pişk nemînin di vê
hevkariyê de loma pêşniyara wî ew bû ku zarokên dibistanên Amûdê hemiyan
rêkin sinemayê qena perên wan bilêtan jî tevlî komê bikin û bişînin.
Belê
wê roja reş 13.11.1960 şagirtên dibistana Mûtenebî û el Xezalî mecbûr
kirin herin sînemê tev li ku wê rojê du caran sînema bi kar hatibû,
rêvebirê qezayê, xwediyê sînemê zor kir ku cara sîyem jî wê bi kar bîne û
bişuxlîne tevî ku ne bi dilê wî bû çiku zanîbû ku alavên wê makîna wê
germ bûye, wisa jî ditirsiya ji zirarên ne li berçav, lê ev bobelata
mezin hîç nedihat bîra kesî.
Sînema bi xwe têra 200 kesî tenê
dikir, dor du car û nîvê li wê jimarê zarok derbasî sînemê bûn, piştî 20
xulekan ji pêşkêşkirina film, şewata bêbext dest pê kir. Film bi xwe
gereke ser Cemîle Bûhêrd bana, têkoşera Cezairê ya bi navûdeng, ji xwe
pêşî wek çend parçan li ser xebat û jiyana wê berbiçav kirin, piştre
filmê ku ji bo zarokan hatibû çêkirin tev tirs û zor bû hate pêşkêşkirin
bi navê (Tawanbariya nîvê şevê) bi lehengiya lîstikvanê Misrî Mehmûd
Milêcî bû.
Dîtina çend kesên ku ji êgir rizgar bûn…
Salihê Seyd Şakir Bilêt
bi dor 30 qirûşên Sûrî bû, em hemî zarok bûn yê mezin ji me dor 10 salî
bû, kursiyê me wek dika bûn, ez nêzî ekranê rûniştî bûm, min serê xwe
hildida ta ku min film didît. Pêşî çend dîmen ji filmê Cemîle Bûhêrd ji
me re weşandin, piştre filmê (Tawanbariya nîvê şevê) bawer im piçekî
razam xilmaş bûm çavê min ser êgir vebûn ji loj dihat, pir xurt bû te
digot qey benzîn pêda kirine, em li derketinekê geriyan, deriyek li rexê
qublet hebû bîra avê jî hema pêve bû. Dikaneke piçûk hebû ya (Meqsûdo)
bû. Benîşt û dendik difrotin, ruhniyek jê dihat me berê xwe dayê lê me
ti fêde jê nekir, li devê derî zarok kom bûbûn pêl hev kiribûn, nizanim
çawa ez çûm ser gişan, min bang kir cîranekî xwe li derve bû (Mehmûdê
hecî Ebdo) bû, destê min girt ez avêtim li dîwarê bîrê ketim, rûyê min
birîndar bû. Şaşîtiya herî mezin ew bû ku dîwarê blokê 8 s.m kesî ew
neşikand, eger ew bi pehînekê xistibana, daban erdê bawer im wê çîrok
hemî hatibana guhertin.
Endezyar Mihemed Hesen Xalidî Di eynê
rojê de sê caran sînema bi kar anîn, vêxistin. Êvarê dora me bû, dor 700
kesî em derbasî sînemê bûn. Piştî 20 xulekan dengek ji paşê hate me,
elektrîk vemirî û dûyekî reş derket, me tiştek nema dît, me nema xwe
dît. 4 derî hebûn, 2 li ser celdê bûn û 2 di bexçeyê de bûn. Ez li ber
deriyê bexçe sekinîm, piştre teqîniyek çêbû, piştî 15 xulekan banê
sînemê hate xwarê. Birayê min î mezin û du zarokên apê min têde şewitîn,
ji her malê yek didu çûn. Meheke sax ez li erdê mam, dûyê reş ji hinavê
min derdiket, ta niha jî bêhna min diçike û teng dibe. A xirab ew bû ku
oda -sala- sînemê dor 35 sm ji erdê nizimtir bû evê nehişt ku zarok zû
derkevin, wisa jî ew dîwarê blok yê ku di navbera sînemê û mala xwediyê
wê de avakirî bû, ger zû bihata herifandin, bê guman wê zirar hinekî kêm
bûya.
Deham Hesen Hin karmend hatibûn stûbarkirin ku li
dibistanên Amûdê yeko yeko bigerin qena şagirtan agehdar bikin ku herin
sînemayê wek erkekî neteweyî ji bo piştgirtiya Şoreşe Cezairê. Ez polê
heftan bûm, dibistana me û ya keçan ji hev cuda bû, hingê em piçekî
bîrewer bûn, tevgera Kurdî ya siyasî çalak bû, ya Ixwanan jî hebû, em
wek çep mêldarê şoreşa Cezairê bûn. Min yek wereqe (lîre) ji Selam Ebû
Zêd (Bavê Enter) stand ku bi min re di polê de bû ji xalanên min bû, min
dixwest çar bilêtan bibirim lê ji ber ku bilêtfiroş bi rex min ve
nehat, ez jî li dû wî neçûm, min bilêt nekirîn. Min wereqa Bavê Enter jî
lê vegerand. Êvarê gênc Mihdî Ismaîl kurê mela Ehmed bi hewarî derbasî
malê bû û got sînema şewitî, hemî şewitîn ez tenê jê filitîm. Nûçê em
behitandin. Em hemî bi ser sînemê ve bezîn, em gihiştın lê xwezî em
negihiştibana, her tişt hatibû şewitandin, laş bûbûn tiraf kesî ew nas
nedikirin. Dawidê Elî kurê mele Ehmed got ku yekî ez kişandim, çermê
destê min pê re çû min hêvî jê kir ku careke dî min bikişîne bi zor ez
kişandim ta ku jiyaneke nuh ji min re hat nivîsandin, bawer im xortê ez
kişandim Mihemedê Axê bû.
Dawî çend têbîniyên berçav:
-
Pêvî deriyê sînemê yê sereke, yek diduyî din jî hebûn lê ji tirsa ji
qerebalixê ji dûmanê zarokan hemiyan berê xwe dabûn yê mezin.
- Ti kes nehat tawanbarkirin di vê şewatê de.
- Hemî pêkhatên miletê Amûdê di sînemê de şewitîn lê jimara zarokên Kurdan bêtir bû ji ber ku Amûdê bi tevahiya xwe Kurd e.
- Pir kes ji êgir filitîn lê di bîrê de wer bûn.
- Hin yardemiya mewdanî ji hin dewletan hate şandin lê negihişt destê malbatan.
- Komîtek ji Şamê gihişt Amûdê li nav tirban geriya bê ku tiştekî bixe destê milet .
- Ti dadgeh, dan û standin bo vê şewatê ava nebûn.
- Gunehê rêvebirê qezayê ew bû ku hişt sê caran sînema bê bikaranîn.
|