Hesen MukeremWezareta Îtila`ata hikûmeta Îranê li sala 1983`an ji aliyê hejmarek ji yekîneyên Îtila`ata wê demê hatiye avakirin, û di sala 1989`an de berpirsayetiya hevahengîkirina hemî navendên Îtila`atê weke şanizde navendên Îtila`at û dije Îtila`atê pê hatiye spartin. Pêka yasayê ev wezareta divê ku di bin çavdêriya rasterast a serkomar de kar û çalakiyên xwe bimeşîne, lê di hikûmeta Îranê de divê rêberê hikûmetê yanî Ayetûlla Xamineyî berî her navend û her kesî haydarê her cure zanyarî û çalakiyên vê îdareyê bibe. Ya balkêş eva ye wezîrê vê navendê dibe Xamineyî hilbijêre û dibe dersa rohaniyetê jî xwandibe da ku şiyana şirovekirina ayîna îslamê hebe.
Hemî wezîrên ku bo wezareta Îtila`atê têne hilbijartin dibe
xwandekarên xwandingeha heqanî a girêdayî Hewzeya Êlmiya a bajarê Qumê û
cihê baweriya Xamineyî û tundrew jî bin. Di sala 1984`an de, wezareta
Îtila`atê, zanîngeha Îmam Mihemmed Baqir bona perwerdekirina wezîfedar û
şirovekarên ewlehiyê ên xwe ava kir.
Di destpêkê de, ev wezareta di
bin birêveberiya Mihemmed Rêyşehrî wezîrê wê demê de dest bi jinavbirin
û terorkirina endamên dijberê hikûmetê kir. Wê demê armanca vê
wezaretxaneyê zêde li êrîşa li dijî rêxistina Mucahidînê Xelq bû, ku hem
li hundir û hem jî li dervey welat kirdarên xwe ên terorê encam didan.
Di sala 1989`an de tundrevan bona ku emegdariya xwe bo Xamineyî bidin
nîşandan, di bin serokatiya Elî Felahiyan de ku bixwe yek ji xwandekarên
xwandingeha heqanî bû, dest bi teror û jinavbirina dijberên hikûmetê
kir. Ji navdengtirîn kiryarên terorê ên vê wezaretxaneyê ku
seranserê cîhanê tijî kiribû, terorkirina kesayetiyê siyasî û rêberê
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Dr. Ebdulrehman Qasimlo di sala
1989`an de bû. Terorkirina Dr. Ebdulrehman Qasimlo li bajarê Viennayê
di meha Tebax sala 1991`an hate encamdan. Piştre terorkirina Şapûr
Bextyar dawîn serokwezîrê rejîma Şahê Îranê li bajarê Parîsê bû.
Kirdarên terorê ên vê îdareyê di vir de dawî pê nehatin, piştî vê li
bajarê Berlin a Almanya li ristûrana bi navê Mykonosê de, wezareta
Îtila`ata hikûmeta Îranê bi alîkariya hêzên Hezbullah a Lubnanê, Dr.
Se`îd Şerefkendî rêberekî din ê Partiya Demokarat a Kurdistana Îranê
teror kirin. Her di zincîreya wan kiryarên terorîstî de di sala 1994`an
wê wezaretê, li welatê Argentinê di navenda hemyarî ya Argentin û
Israelê, ya bi navê Amiya bi tedaxula Hêza Spaha Qudsa hikûmetê bombe
danîn û di encamê de 85 cihûyên vir hatin kuştin û 300 kesên din jî
birîndar bûn. Ev şîpela tundûtîjî û nemirovane heta dawiya devra
serkomariya Elî Ekber Haşimî Refsencanî dom kir. Vê wezaretxaneyê di
serdema serkomariya Elî Ekber Haşmî Refsencanî de, di berdewamiya kar û
çalakiyên xwe de, li hûndrî welat dest kir bi destbiserkirina hejmareke
berçav ji çalakvan û nivîskarên weke Kazim Samî wezîrê berê yê wezareta
Tendirûstiyê, Se`îd Sîrcanî nivîskar û hejmarek ji qeşeyên fileyan û ev
bi şêweyên cuda qetil kirin. Hindek caran jî bext bi vê wezaretê re
yar nebûye, di sala 1996`an de utubosa hilgirê 21 rewşenbûrên wî welatî
ku bona başdarîkirina di civîneka wêjeyê ber bi welatê Ermenistanê ve
diçû, ev utubos ji aliyê destûpêwendiyên vê wezaretxaneyê ve bo kûrahiya
geliyekê hate qulipandin û bi vî awayî xwastin wan rewşenbîran tev
qetil bikin, lê di vê bûyerê de tu kes ji wan rewşenbîrên li utubosê de
cane xwe ji dest nerdan. Herwusa di sala 1997`an de di serdema
serkomariya Mihemmed Xatemî de Qorban`elî Doriyê Necefabadî wekî wezîrê
Îdareya Îtila`atê hate destnîşankirin. Qorban`elî Doriyê Necefabadî jî
her rêya wezîrên berê ên hikûmetê şopand. Di serdema wî de teror û
qetlên rewşenbîrên Îranê bi qasekî zêde bûn ku ev serdem weke serdema
qetlên zencîreyî hate naskirin. Di sala 1997`an de wê wezaretixaneyê
aliyê kêm 7 çalakvanên siyasî yên bi navên Mela Mihemmed Rebî`î
kesayetiyê siyasî û olî û pêşnimêjê înê yê sunî mesebên bajarê
Kirmaşanê, Daryûş Firoher û hevjîna wî ya bi navê Pervane Eskenderî û
yên din jî ku navên wan nehatine zelalkirin bi awayên cuda qetil kirin. Di
hindek deman de, desthilatdarên hikûmeta Îranê, bixwe jî îtiraf bi wan
kiryarên terorîstî ên xwe kirine, bo mînak di warê qetlên zencîreyî de
bi hinceta hebûna destûpeywendiyên welatên biyanî di nav wezîfedarên wê
îdareyê de û rûdana qetlên zencîreyî, Qorban`elî Doriyê Necefabadî neçar
kirin da ku dev ji berprisayetiya vê wezaretxaneyê berde, lê di şûna wî
de di meha Çileyê a sala 1999`an de Elî Yûnisî wekî wezîrê nû yê vê
wezaretxaneyê diyarî kirin, û ev bixwe yek ji xwendekarê mekteba heqanî
bû ku, berî wê serokatiya Dadgeha Şoreşa Îslamî li stûyê wî bûye. Di
serdema serkomariya Mehmûd Ehmedînijad de li sala 2005`an heta 2012`an
Xulamhusên Êjêyî berpirsê wezareta Îtila`atê bû, wî jî xwandina xwe di
mekteba heqanî de bidawî kiribû, lê karê Xulamhusên Êjêyî tiştek ji yên
berê cudatir bû, wî ji bo serkutkirin û kipkirina dengê dijberên
hikûmetê hindek fêlên nû bi kar anîn, wî xêncî desteserkirina hejmareke
din ji siyasetvanên dijberên hikûmetê hindek karên din jî encam dan, bo
mînak di sala 2007`an de Firûd Fûladvend ku yek ji kesayetiyên siyasî û
herwisa avakerê Encûmena Şahê Îranê bû, li bajarê Vanê a girêdayê welatê
Tirkiyê dizî, û ev bire Îranê. Hikûmeta Îranê hem bona xapandina
raya giştî û hem jî bona ku wan kiryarên qirêj û gemar ên xwe veşêre,
her carê wezîrê wê wezaretxaneyê bi hincetên nebûna şiyan û kêrhatîbûnê
guhertine, lê bi van goherînkariyan tiştek çareser nekirin û ev tenê fêl
bûn. Bo mînak di devra Mehmûd Ehmmedînijad de ku serhildana seranserî
ya bi navê Tevgera Kesk serî rakir, di vê serhildanê de hejmarek bê
mînak ji welatiyên nerazî bi destên hêzên Îtila`ata Spaha Pasdaran û
hêzên Wezareta Îtila`atê hatin kuştin. Mehmûd Ehmedînijad bona ku wan
komkujiyan û reftarên dirindane yên hêzên Îtila`atê veşêre, Xulamhusên
Êjêyî Wezîrê Îdareya Îtila`atê guhert û li şûna wî de Heyder Muslihî ku
pêştir nûnerê Xamineyî di rêxistna Spaha Pasdaran û milîşên bi navê
Besîcan de bû, wekî wezîrê vê îdareyê destnîşan kir û wî jî her rêya
Muhsên Êjêyî şopand. Heyder Muslihî jî karî Ebdulmalêk Rîgî rêberê
Cindullahê ku, girûpeke sunî meseb di başûrê Îranê de de ye, desteser
bike û wî bi dar veke. Herçawa ku me li jorê jî behsa vê mijarê kir,
di sala 2011`an de dema ku Mehmûd Ehmedînijadê serkomar xwast Heyder
Muslihî Wezîrê Îdareya Îtila`atê biguhere, Xamineyî rê neda wî da ku vê
biryara xwe bicî bîne, çimkû Wezîrê Îtila`atê dibe mohra erêkirinê a
Xamineyî weliyê feqîh li ser be, înca bê guhertin. Mehmûd Ehmedînijad ji
ber vê biryara Xamineyî xeyidî, û bo heyama yek hefteyî di mala xwe de
ma, û ti kareke dewletê bi rê ve nebir, lê dîsan nekarî li beramberî
nerizayetiya rêber de bisekine. Li sala 2013`an di dema Hesen Rohanî
de, Mehmûd Elevî wekî wezîrê vê wezaretxaneyê hate hilbijartin, herçend
wî ti derbazbûyiyek di vî warî de tunebû, lê ev wekî poanek di navbera
Xamineyî û Hesen Rohanî de hate diyarîkirin. Kêrnehatîbûna Mehmûd Elevî
jî bû sedema pozbilindiya Îtila`ata Spaha Pasdaran. Îtila`ata Spaha
Pasdaran bi vê hincetê hem li dervey welat çalakiyên xwe berfireh kirin,
hem jî li hundir, vê wezaretxaneyê di sala 2015`an de Mihemedriza
Kulahî yek ji endamên rêxistna Micahidînê Xelq kuştin û di meha Nîsana
sala 2017`an de jî hêzên vê îdareyê Se`îd Kerîmiyan xwediyê yek ji
kanalên televîzyonî li bajarê İstanbul a girêdayî Tirkiyê qetl kirin. Di
sala 2018`an de FBI a Amerîkayê, girûpek ji welatiyên Îranê yên
dunasnameyî wate Îranî-Amerîkayê ku girêdayî Wezareta Îtila`ata hikûmeta
Îranê bûn, û bona encamdana kiryarên terorîstî di navendên cihû û
rêxistna Micahidînê Xelq de di wî welatî niştecî bûn, desteser kirin.
Her di vê salê de yek ji wezîfedarên wezareta Îtila`ata hikûmeta Îranê
ku li ser navê dîplomatekê hewl dabû da ku li bajarê Paris a Francayê di
komcivîneka rêxistina Micahidînê Xeql de bombeyê biteqîne, lê bi xweşî
ve berî encamdana vê kiryarê eşkere bû û hate desteserkirin. Ev îdare
heta rehmê bi endamên xwe jî nake, û di meha Teşrîna sala 2019`an de
Mes`ûd Molewî ku yek ji wezîfedarên berê yê vê îdareyê bû, piştî
devberdan ji vê îdareyê, berê xwe dabû welatê Tirkiyê, lê wî wezîfedarî
vir jî nekarî xwe ji destê vê îdareyê rizgar bike. Ev îdareya serkutkar
bo carekê jî rihet nerûniştiye. Îdareya Îtila`ata Spaha Padaranê di meha
Çiriya vê salê de, rojnamevanê xelkê Îranê yê bi navê Rûhillah Zem li
Îraqê dizîn û piştî derbazkirina wî bo nav xaka Îranê û bi birêvebirina
dadgeheke nimayêşî ev îdam kirin. Desteserkirin û kipkirina dengê
dijbjerên hikûmeta Îranê wuha berdewam kiriye, û di Tîrmeha sala 2020`an
de, wezareta Îtila`atê Cemşîd Şamehd ku yekek din ji dijberên hikûmetê
bû di Dubai de canê wî jê standin. Piştî derbazbûna sê mehan li ser
bûyera Dubai de Hebîb Ke`ibî yek ji serkirdeyên girûpên serbixwexwaz yên
Erebên Îranê li welatê Tirkiyê de dizîn. Hêjayê base ye ku
hikûmeta Îranê di heyama 40 sal temenê xwe de hem li hûndir û hem jî li
derveyî welat, sedan pêşmerge û kadrên partiyên kurd yên dijberê
hikûmeta Îranê, bi awayên cuda teror kirine ku a herî nû, qetilkirina
Mûsa Baxanî endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li
16ê Îlona sala 2021`an, di yek ji balaxaneyên bajarê Hewlêrê de bû.
Herwisa di rêkkefta 21ê Kanûna sala 2021`an, li welatê Tirkiyê jî, hewl
dan da ku bi alîkariya jineke sîxor a endama vê rêxistinê Mêhrdad
Abdarbaşî yek ji pîlotên berê yên artêşa Îranê ku li vir penaber bû
bidizin, lê di vê kiryara xwe de serkeftî nebûn. Polîsên Tirkiyê piştî
agehdarbûna ji vê kiryarê, ev girûpa sîxorên Îranê ku di vê piroseyê de
beşdar bûn demildest desteser kirin, û Mêhrdad Abdarbaşiyê penaber jî
şiya ji vê bûyerê rizgar bibe. Dizîn û terorkirina dijberên hikûmetê ji aliyê rêxistina Îtila`ata hikûmeta Îranê ve tiştekî nû nîne. Di
Rojhilata Navîn de wezareta Îtila`ata Spaha Pasdaran a Îranê yek ji
rêxistinên herî çalak di warê sîxorî û terorkirinê hatiye naskirin. Ev
rêxistina nêzîkî 30 hezar endamên vê hene û di çalakiyên nihînî mîna
sîxorîkirin û dizîn û desteserkirina siyasetvan û rewşenbîrên dijberê
nizamê û destêverdan di karûbarên welatên deverê de bigire heta
pilandarêjî bo encamdana kiryarên terorîstî dest heye. Li gor rapora
Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê Wezareta Îtila`ata Îranê alîkariyên
aborî, leşkerî û tevahiya îmkanatên hewce bo rêxistinên mîna Hemas,
Hezbullah a Lubnan û girûpa terorîstî a El-Qa`îde di welatên mîna Îraq,
Afxanistan, Kuwêyt, Lubnan, Asiyaya Navîn, Afrîqa, Kirowasî, Nemsa,
Fransa, Corciya, Almanya, Tirkiye, Birîtanya û welatên Amerîkaya Başûr û
li Amerîkayê bixwe dabîn dike. Di hevpeymaniya Îran û Rûsiyê de, Îranê bo perwerdehiya hêzên îtila`ta xwe ji hêzên wezareta Îtila`ata Rûsiyê sûdê werdigre.
Wezareta
Îtila`ata Îranê ji rêya kanal û encûmenên berevanîkirin ji koçberan, di
nav komên welatiyên Îranê de, ên ku li derveyî welat penaber in,
çalakiyên xwe bi rê ve dibe, û her di vê riyê de heta niha çendîn
kesayetî û rojnamevanên dijberê hikûmetê dizîne, û bo hundirî xaka Îranê
veguhastine, û piştre bi şêweyên cuda qetil kirine.
|