Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Nezanî

 


Ezîz Xemcivîn

Ji bo wan nezanên hêvî dikin ko (Helbestvanên Kurd yên ko bi kurdî dinivîsînin bigehên asta helbestvanên Kurd yên ko bi erebî, tirkî û farisî dinivîsînin!
Çend gotinan bi kurtî ji bo we dibêjim: Helbestvanên Kurd yên ko bi kurdî dinivîsînin di nav deryaya zimanê dayik de melevaniya jiyan û hebûn û zindîmana miletê xwe dikin..
Bi kurdî xewn û hest û nazdariyên evîna welat û miletê xwe pêþdîtin û rave dikin..


Kurdîhez in, tiliyên peyvên xwe di çavên nehez û dijminan de diçikînin..
Kurdîhez in, hevokên helbestî bi xemleke kurdî yî nûjen bi bazin, gerdenî, guhar û bi lewendî dikin..
Kurdîhez in, ji evîndara xwe re çar maçan diyarî dikin û dibêjin: Ez ji te hez dikim..
Kurdîhez in, tenteneyên evîn û azadiya welatekî dirêsin..
Kurdîhez in, lêvên buharê bi tîpên xwe diramûsin..
Kurdîhez in, di axa wêjeya xwe de riwekên Kurdperweriyê diçînin..
Kurdîhez in heta bi gewrî û gerdena henaseyên Kurdistaneke serbixwe û azad dixebitin..
Kurdîhez in, bi derziyê bîra bîrweriyê dikolin, tako ava jîndariya zimên ji tariyê rizgar bikin..
Kurdîhez in, dikarin hevokan di þûþeyên þahî û keseran de bihûnin..
Ast ew e, tu bi zimanê xwe zumînê bi çandê bixînî..
Ast ew e, tu êþa xwe bi kurdiya dilîn þirove bikî..
Ast ew e, tu peyên bêliv û bêdeng bi cil û bergên kurdî bixemilînî..
Ast ew e, tu xaniyê xwe di xaka xwe de ava bikî..
Ast ew e, ko miletê te li herçar parçeyên welêt ji te bigehê..
Ciwaniya hevoka helbestî muzîka dilê helbestvan e, eger bi kurdî hizir dike, li asmanê canan dibe stêr, heyv û hetav..
Rabûna min kurdî ye, daniþta min kurdî ye, mirina min bi kurdî ye, belê zanibin em ê di hizira miletê xwe de herdem zindî bimînin û dê li ser lêv û zimanê zarokên Kurdan bi hezarên salan mîna binefþ, sosin û þîlanan bêtin vejîn..
.........................................................................................................................................
Têbînî: Ez jî, hêvî dikim ko helbestvanên Kurd (rêza min herkesî re) yên ko bi erebî, tirkî û farisî dinivîsînin karibin mîna van hestan bi zimanê dayik bibilînin!

Efrînê Evînê ...
https://www.youtube.com/watch?v=J0fb0M_R4LU&t=327s

31.10.2021
Ezîz Xemcivîn

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark