Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mixabim!

 


Ibrehîm Şitlo

Îro rojê Înîyê 29 meha dehane, li Katjmêr 18,45 an, wilo tiliya min ji ser Kilîta telifizyonê  çû ser Kanala K24. Axaftina Kesê program dixwend bi Zaravê Kurmancî bû, hema wî got:
„ Li bakurî Sûriyê, li Gundê Xezêwiyê welatîyê vî Gundî dest bi çinîna Henara kirine”… û Dîmena Telefizyonê çû ser Baxcê Henaran li gundê xezêwiyê.
Peyakî li Baxçê Henaran zindî dan peyivandin:
Wî Kesî bi Zimanê Erebî baş dipeyivî û got:
em Henaran dibin Bazarê û her li ser firotana henaran axaft.


 Ji bilî wî peyayê li nav Baxçê Heneran jî Dîmenên kesên li nav baxçê Henaran ku piranî Pîrek bûn, gelek ji min re diyar bû ku ew hemû ne Kurd bûn, ew Ereb bûn, ew ne welatiyê Xezêwiyê ne…ew Erebên ku hêzên dagirker piştî 18 Avdara 2018an anîn Herêma Çiyayê Kurdin…
Lê Berêz yê ku ev Riportaj ji Telefizyona K24 dida nîşan û hewil dida gotinên xwe berdewam kirin û got:
Li Herêma Idlibê ku ew bi çandinî pêşketiye, Baxçên Heneran gelekin û ji ber wê FESTÎVALA HENARAN li wir pêktê.
Kurdno,
Gundê Xezêwiyê di bin destê Dagirkeran daye, piraniya welatiyê Xezêwiyê ji gundê xwe koçber bûne, Mal, Milk,Zevê, Baxçe, Pez û Fabrîka li Gund di destî Erebê ku li gel dagirkerê hov bi Kuştin, talan û zordarî ketin Gundên Çiyayê Kurd.
Gelo Kesên ku ev Riportaj amade kirine, ji Erebî jî wergerandine û Diweşînin nizanîbûn ku ew Kesên ku pêre dipeyivin ne welatiyê gundê xezêwiyê ye?
Ma, yê ku ev Program bi wêne û Zindî ji Gundê Xezêwiyê amade kiriye nizane ku Welatiyê Gundê Xezêwiyê Kurdin?
Nizane ku Welatiyê Xezêwiyê bi Kurdî dipeyivin?
Ma eger Armanc ewe ku li ser çandina Henaran li Gundekî Kurd weke Gundê Xezêwiyê Ripotajeka Zindî nîşan bidin, ji bo çi Kesê ku weke Welatiyê Gundê xezêwiyê wê bi Zimanê Erebî baş bipeyive?
Lê, diyare Armanca Kesên vê Riportajê ew bû ku ji Bîneran re bêjin:
Jiyan li Xezêwiyê gelek bi aşîtî û serfirazî derbas dibe û vaye weltiyê Gund Henaran beref dikin û ew jî mîna Herêma Idlibê jî Karê xwe dikin.
Şerme, nixabim xuyaye  Şermî li ba  hin Kesan nemaye…lê Milletê Kurd li Çiyayê Kurd û li penaberiyê şiyare û bi Guh û çavên xwe dibhîse û dibîne, hewar dike, dibêje şerme…bese:
Hûn nikanin pêşiya Ronahiya Tîrêjên Rojê bi Tiliyê xwe yên qirêj bigrin.
29.10.2021

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark