Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Efrīn Pźženga bajarźn Kurdistanź ye

 


Hižmend Žêxo

Efrîn yek ji ciwantirîn herêmên Kurdistanê ye , Û bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê. Herêmeke çiyayî bi dar û ber , Çem û avên xwe navdar û dewlemende , Herêmeke xwež û dîrokî ye.
Efrîn li aliyê herî dawîn li Rojavayê Kurdistanê dikeve , Li gelek deveran bi navê Çiyayê Kurmancan tê naskirin.
Herêma Efrînê pir kevnare , Dîroka wê vedigerê dema Horî û Mîtaniyan , Herwiha jî gelek cihên dîrokî yên žaristaniyên kevin tê de hene , Ev jî tê naskirin ku gelek žaristaniyan li ser vê heremê di demên cuda cuda de desthilatdarî kirine.


 Žerefxanê Bedlîsî di pirtûka xwe ya “Žerefname” de behsa mîrekî bi navê (Mand) dike. Mand mîrê herêma Entakiya bû ye, wê demê herêma Kilis û di nav de Efrîn jî girêdayî Etnakiya bûne. Ji xwe heya destpêka sedsala 20’an jî Efrîn bi herêma Kilisê ve girêdayî bû , Û wisa berdewam kir heya berî žerê cîhanê yê yekem dest pê bike herêma Efrînê ji aliyê navenda Kilisê ve dihate birêvebirin , Lê pižtî hilwežîna dewleta Osmaniyan û avabûna Sûriyê , Herêma Efrînê ji navenda xwe qut bû û bi ser dewleta Sûrî ve hate berdan. Wisa jî feleka Çiyayê Kurmênc wek a Kobanî û Cezîrê bi perçebûnê ve rû be rû ma û bû bežek ji Rojavayê Kurdistanê yê ku ji dayîka mezin Bakurê Kurdistanê hatiye qutkirin , Wisa jî dîrokek nû ji bo Efrînê destpêkir. Dîrokek ji siyasetên kevneperest û žovînî û Erebkirina xaka kurdî destpêkir.
Efrîn li dawiya Rojavayê Kurdistanê ye , Li Rojhilatê Îskenderûnê û derya Spî dikeve. Xeta Tirênê ya Meydan Ekbezê û Kilisê Sînorên wê yên Bakurin , û ji aliyê Rojava jî Çemê Rež bi Erebî jê re dibêjin (Nehir El Eswed) , ji aliyê Rojhilat jî dežta Ezazê ye û ji aliyê Bažûr ve jî, herêma çiyayê Sam’anê ye.
Efrîn herêmeke çiyayî ye, bilindahiya çiyayên wê di navbera 700/m û 1269/m de ye. Çiyayê herî bilind li Efrînê çiyayê Hawarê ye(1200/ m) ye. Her wiha çiyayê Lêlûn û Xastiyan jî hene. Li rex çiyayên bilind hin dežtên fereh hene wek dežta Cûmê û dežta Hemqê. Di herêma Efrînê de çemê herî bi nav û deng çemê Efrînê ye. Ev çem ji Bakurê Kurdistanê derdikeve û di Efrînê re dîsa derbasî axa Turkiyê dibe û li Îskenderunê dirjê Derya Spî. Ferhbûna herêma Efrînê ji rojhilat heya rojava (55) klm û ji bakur heya bažûr jî (75) klm. Wisa jî ferehbûna gižtî nêzî (3850) klm yanê 2% ji gižtî ferehiya Suriyê ye û 0,7 % ji ferehiya Kurdistanê ye.
Efrîn navenda herêmê ye wek paytext cih digire û navenda herêma Efrînê bi (63) klm ji bajarê Helebê ve dûr e , ji bilî Efrînê žež bajarok û navçe hene (Žera , Bilbilê , Reco , Mabeta , Cindirêsê , Žiyê). Li Efrînê zêdetirî (360) gundî hene , û hejmara akininciyên herêmê digihê (523 258) kes , li gorî amara sala 2010an , Û hemû nižteciyên herêmê kurdin , Lê pižtî qeyrana Sûrî destpêkir û wek koçberî li tevahî Sûriyê çêbû, di herêmên kurdî û di nav kurdan de jî çêbû lewre herêma Efrînê gelek welatiyên Ereb ji Helebê û herêmên din kirine mêvanên xwe û bi taybet kesên ji ber žer direviyan.
Gelê Efrînê bi xebat û welatparêziya xwe bi nav û denge. Û di rûpelên dîrokê de welatparêzî û tekožîna wan li dijî zordariyê  xuya ye , Herwiha hêjayî gotinê ku çar pêženg ji damezrênerên Tevgera Netewî ya Kurdî (Režîd Hemo , Mihemed Elî Xoce , Žewket Henan , Xelîl Mihemed) ji herêma Efrînê ne , Û ji destpêka damezrandina tevgera rêzaniya kurdî li Kurdistana Sûriyê û bi pêžengiya Partiya  Demoqrat a Pêžverû ya Kurd li Sûryê gelê Efrînê di zûturîn dem de tevlî xebata rêzanî bûn , Û di demeke kurt de žaxên rêxistina partiyê li seranserî kurdaxê belav bû , Lewre herdu endezyarên partiya me Hevalê Hemîd û hevalê Režîd dibêjin destpêka tevgera rêzaniya kurdî ji çiyayê kurmênc ji Efrînê destpêkiriye, Û ev xala zêdetir xuya dibe di biryara serkirdayetiya partiyê de bi vêxistina Agirê Newrozê li sêsid û žêst gundî Efrînê da ku istixbaratên Ebdilhemîd serac zanibin ku hebûna gelê kurd û tevgera netewî ya kurdî ne tenê li Cizîrê ye, Lê ji wê zêdetir li Kurdaxê ye jî , Gelê Efrînê tu carî  ji xebata netewî û berevaniya di ber welêt de xwe nedaye paž, Lê belê herdem bi qehremanî xebata xwe berdewam kiriye , Herwiha tu carî gelê Efrînê siyasetên Erebkirin û tunekirina
kurdan li ser xwe nepejrandiye û herdem ji bo doza gelê me û parastina xaka kurdî li hemberî desthilatdarên žovînî yên ereb serî hildaye û xebateke bê hempa kiriye.
Ҫanda netewî ya kurdistanî di nav tevahî Kurdên Kurdistana Sûriyê de bilinde û bi taybetî kurdên Efrînê di xebata xwe de bêtir giraniyê didin çanda kurdistanî , Û bi Hižmendî xebat û tekožîna xwe dikin. Lewre di sedsala 20’an de, dema Partiya Karkerên Kurdistanê derbasî Kurdistana Rojava bû bêtir di nava gelê Efrînê de cih girtin û Çiyayê Kurmênc hembêza xwe ji žervanên Kurd re vekir , Û bi sedan ji keç û xortên xwe kirin qurbanî vê  žorežê ji bo Azadî û serxwebûna Kurdistanê. Herwiha bi hatina bayê Azadiyê li Rojhilata Navîn û žoreža Sûrî destpêkir gelê kurd pêženg bû di vê žorežê de û di hemû çalakiyan de , Di wê demê de tevgera Azadîxwaza kurd xebateke giranbuha kir di peydakirina yekrêzî û yekîtiya helwesta kurdî de , Lewre herdu aliyên kurdî (E.N.K.S û E.G.R.K)  hatin damezrandin û herdu aliyan (Desteya Kurdî ya bilind) damezrandin, wê biryarê hêviyên gelê me bilind kirin , Û di dîroka herêma Efrînê de balkêžtirîn û xwežtirîn roj ew bû ku Roja miletê me bi sed hezaran ji navçe û gundên ciwan daketin kolanên Efrînê bi lîliyên dayikan û nalînên partîzan û žervanan û bi Hawara zarokên kurdaxê qîriyan û gotin : Desteya Kurdî ya Bilind Nûnera min e.

Efrîn li hember dagîrkeriyê

Berî bi sê salan di 20 / 1 / 2018an de Rûsiya çira kesk ji Turkiyê re vêxist, û bargehên xwe yên ležkerî ji (Kefircenê) vekižand , Û di Demjimêr / 4 / pižtî nîvro /73/ balafirên cengî yên artêža Turkiyê derketin ezmanê Efrînê, û navenda bajêr topbaran kirin.
Sed mixabin ji helwestên navdewletî re ku hižtin dewleta Turkiyê berê xwe bide gelê me yê Azadîxwaz û berê van diz û nandozên ku bi navê (Artêža Nižtimanî ya Sûrî) têne naskirin bidin Çiya , Navçe û gundên ciwan , Herwiha pêncî û hežt rojan ji topbaran kirin , kužtin û wêrankirina vê herêma aram û bêrdar li ber çavên civaka navdewletî û cîhanê bi seranser gelê kurd bi kal û pîr , jin û zarokên xwe ve di jêrzemînan de kêliyên mirin û jiyanê bi hevre parve dikirin.
Di roja Yekžemê 18ê Avdara 2018an de artêža dewleta Turk a dagîrker derbasî bajarê kurdperweriyê bû , Berê wan diz û pêxwasan dan navenda bajarê Efrînê bi Ayeta (Fetih Elmobîn) û bi siloxanên ( Elah û Ekber ) dest bi dizî û talanikirina mal û samanên kurdan kirin.
Di destpêkê de Dewleta Turk û bi armanca žikandina hêvî û derûna mirovê kurd û birînkirina rûmeta netewî ya kurdî berê wan diz û nandozan dane peykerê (Kawayê serhildêr) Û rûxwendin ji ber ku ew ji gelê kurd re simbola Rizgarî , Azadî û serfiraziyê ye , Ji ber van kiryarên hovane yên dagîrkeran, Bi sed hezaran ji keç û lawên gelê me mal, milk, gund, zeviyên zêtûn û hinaran li žûn xwe hižtine û ji neçarî koçber bûne, berê xwe dane çolan, di bin baran û sermê de, bê xwarin, bê vexwarin û bê nivîn li dora hev hêwirî ne û bi keserên kûr û bi nerînên hejar li bajarê xwe dinêrin!…
Di van hersê salên borî de gelê me yên li Efrînê mane jiyaneke zor dijwar derbas dikin ji girtin , kužtin , derwarkirina bi darê zorê , destdanîna ser mal û zeviyan û operesyonên guherîna demoxrafî berdewam e , Herwiha ne tenê žerê mirovan dibe lê belê žerê miriyan jî tê kirin û heya goristanên Efrînê wêran dikin.
Di derbarê parastina Efrînê de dûrî nerînên partîtî , Tenê ez ji dîrokê re dibêjim ku di wê demê de ji nav hemû aliyên tevgera kurdî li Sûriyê vexwendineke fermî ji bo beždarbûna kongireya Sotžî ji Partiya Pêžverû re hebû , Lê ji ber helwesta Rûsî ji žerê Efrînê (P.D.P.K.S) di kongirekî rojnamevanî de ragihand ku ew beždarî kongireya Sotžî nabin , Herwiha Partiya me gelek pêžinyarên çareseriyê pêžkêž kirin ku Bajarê Efrînê radestî Dewleta Sûriyê bikin ji ber ku Efrîn herêmeke kurdî sûrî ye , Û dawiya dawiyê Efrîn bežeke ji xaka Sûriyê , daku gelê me li ser xaka xwe bimîne û koçber nebe, Lê mixabin kes bi hawara me nehat û bersivên ne rêyalîst û ne berpirsiyar didan.
Di dawiyê de ez vê kurte nasînê diyarî hemû xebatkarên tevgera netewî ya kurdî dikim û ji gelê xwe re dibêjim :
Erê bajarên me hatine dagîrkirin , Lê bawerî li ciye û hêvî bilindin ji berdewamiya xebatê re da ku gelê me ji dagîrkeriyê rizgar dibe û dighê mafên xwe yên netewî di welatekî Azad û Demoqrat de.

Payiz - 7 / 9 / 2021 

*Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 3
Bi Tevahī Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark