Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Pêkvejiyan li welatên pêkhatî ji netewe û olên cuda (Sûriya wekî mînak)

 


Mistefa Oso
Wergerandin: Ebdûlazîz Qasim

Pirrengiya olî û fereneteweyî, rewþek xwezayî ye ku di piraniya civakên serdem yên welatên cîhanê de dihête dîtin, ji ber ku ti dewlet ji aliyê etnîkî yan jî hêla olî ve safî û petî nîne, Ev yek dibe bibe sedemek ji bo bihêzbûn û dewlemendiya dewletê û bibe sedema mezinbûn, pêþkeftin, xêr û xweþiya wê - wekî Amerîkayê û dewletên rojavayî yên Ewropa- yan jî bibe faktoriyeke lawazbûn û paþkeftina wê, û sedema peydabûna hevrikî û perçebûna wê- wekî dewletên Sovyeta berê, dewletên Balkanê û hin dewletên din di dehsalên dawiyê yên sedsala bîstan de û hejmarek dewletên Rojhilata Navîn, di nav de Sûriya niha jî - li gor siyaseta li hember wê tê pejirandin, û þêwekarên serederiya li gel û çareserkirina wê û sînorên hez û vîna ji bo pêkanîna pêkvejiyan û xweþbûnê di navbera van pêkhateyan û movikên tevna civakê de yên dewletê.


Pêkevjiyana di navbera pêkhateyên netewî û olî de, pêdivî bi gelek hewildanên gerantor ji bo peydakirina jîngehek li ser bingeha têkilî û lihevhatinê di navbêna wan de û bi pejirandin û qebûlkirina cudahiyan li ser bingeha naskirina maf û erkan û rêzgirtina yekdu, bi dîtina xalên hevbeþ di navbera hemû pêkhateyan de heye, herwisa pêdivî bi þikandina zihniyet û hizra li ser bingeha pûçkirin, dûrxisin û bêparkirina ji maf û derbirrîna ji xwe heye, tevî ku pêdivî bi boçûn û lêrînek zelal ji bo îro û siberojê heye, bi asoyên mirovî li ser binemayên zagon û yasa û peymanên navnetewî yên girêdayî mafên mirovan, di destûr û makezagona dewletê de bi awayê ku parastin û pêkeftina wê misoger bike, hokar û faktorên ewlehî, aramî û aþtiyê peyda bike.
Ji ber girîngiya mijara pirsgirêkên pêkvejiyanê di nav pêkhateyên cur bi cur û cuda de yên civakên dewletên cîhanê û karvedanên wê yên rasterast li ser pirsgirêkên aþtî û ewlehiya navnetewî, ku civaka navnetewî û Netewên Yekbûyî, herdem xema vê yekê dixwin û li ser pêdagiriyê di gelek yasa, biryar û belgeyên xwe de û herwisa di bîranîn û helkeftên xwe yên têkildar de dikin, wekî: Roja Lêborîna Navnetewî, ku her sal dikeve di 16ê Çiriya paþîn de, û Roja Navnetewî ya Pirrengiya Çandî ji bo Diyalog û Pêþkeftinê, ku her sal dikeve 21ê Gulanê de.
Li Sûriyê, ku welatekî naskirî ye bi zehfî û pirrengiya xwe ya netewî, olî, mezhebî ve..., ku pêkvejiyan di navbera pêkhateyên wê de rastî gelek destdirêjî û xirabiyan hatiye, û herweha rastî gelek derbên bi êþ hatiye, ku têde stûn û bingehên wê ji hêla hemû hukûmetên deshilatdar hatine hejandin, ji ber polîtîkayên wan yên nijadperestî û kiryarên tundutijiyê, tepeserî, paþguhxistin, înkar, dûrxistin û perawîzkirinê..., pêþîgirtina li xwederbirîn û bêparkirina ji mafan.
Piþtî hilatina þoreþa Sûrî di adar 2011 de, û peydabûna komên çete yên Îslamî yên tundrê, ku siyaset û kiryarên wan di vî warî de ji siyaset û kiryarên wan ji aliyê nîjadperestiyê, olperestî û tawanbariyê ve ji kiryarên hemû hukûmetên Sûrî yên ku deshilatdarî heta niha xirabtirin, ... ku bandorên xirabtir xistin li ser mijarên pêkvejiyîna civakî di navbera pêkhateyên wê de, heta radeyekê ku zengilê metirsiyê li ser encamên pir xirab li ser mijarên ewlehî, aramî û aþtiyê lê dide.. ku tikes nikare encam û bertek û dorhêla wan ya metirsîdar pêþbînî bike.
Bidestxistina pêkvejiyaneke daxwazkirî di navbera pêkhateyên netewî û olî yên civaka Sûrî de, heta asekî mezin bi xebatek bêtir û hewldanên hemû hemwelatî û saziyên wê yên cur bi cur heye - nemaze malbat, perwerde, ol û civaka sivîl - ji bo binbirkirina hizr û raman û þûnwar û bermayên siyaset û kiryarên zordestî, înkar, perawîzkirin, dûrxistin û bêparkirinê ...., yên ku di qonaxên borî de hatine komkirin di mejî û zihniyeta wan de, û divê xebat bibe li xema çespandina prensîb û nirxên mirovî ji bo xurtkirin û bihêzkirina pêkvejiyanê, herwisa peydakirina jîngeheke baþ ji bo wê ku mafên mirovan û azadiyên bingehîn misoger bike, ku pêwîstiya vê yekê bi xwe bi garantiyên destûrî û yasayî heye ku wan biparêze û pêþve bibe, û pêkanîna dad û wekheviyê di navbera hemû pêkhateyan de misoger bike, bêyî cudahî û cudahiyek li ser bingeha netewî, yan olî yan jî mezhebî.
Rojnama Agirî 402

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark