Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Civîna Astana Sapê vê Tene !

 


Ibrehîm Þitlo

Daxuyaniya dawîn a civîna Astana, diyar dike ku Dewletên li vê Civînê beþdarbûne : Rûsya, Tirkiyê û Iran xwe ji ber Rewþa Welatê Sûriyê Berpirsiyar  dibînin. lê her yek j iwan hersiyan li gora Bercewendî û Armancên xwe Daxuyanîya vê Civînê cih bi cih tîne.
Her sê Dewlet:Rusya, Tirkiye û Iran di Daxuyaniyê de Daxwaz û Armancên xwe bê Þermî dibêjin û ronak dikin :
„ji serwerî û yekparçeyiya Axa Komara Sûriya dilxwaz in, û ku ew li hev dikin ku li dijî her hewlê dabeþkirina Axa Sûriyê an bi hinceta Cenga dijî terorê Herêmek ji Sûriyê veqetînin. »
Her wiha jî di Daxuyaniyê de Nûnerê Hersê Dewletan gotin:


„Ewlehî û aramiya demdirêj li herêmê tenê li ser bingeha parastina serwerî û yekparçeyiya xaka Sûriyê dikane were saz kirin ku armanc ew e ku ew Bûyerên ku weke Rastîyek bi Zorê li ser Axa Sûriyê cih bicih bûne ne Fermîne, di nav de yên derbarê xwe-rêveberiyê de bi hinceta þerê terorê, ev Bûyer nayên Qebûl kirin.”
Em JI Di Dîroka Têkoþîna Milletê Kurd baþ zanin ku çawa Kurda li Baþûr Ala Mafê xwe hildidan, Dagirkerên li Baxdadê bi slogana parastina yekîtiya xaka Iraqê Êriþên Hovane dibirin ser me.
Tenha bi wê tenê jî nedikrin diçûn parsa piþtgêriya Civata Erebî û Islamî dikirin û piranuya wan Dewletan bi aliyê qirnkirina Kurd û Kurdistanê dixistin.
Slogana parastina yekîtîye Axa Sûriyê jî bûye Xem ji Erdogan re ji bo xwestekê wî jî ew Xal car din di Daxuyaniyê de bû Biryar. Ev Biryar ji bona Putîn ne xeme ji ber ku li hemberî wê Biryarê Bazarek li gel Tirkiyê û Iranê heye…
Li Civînê jî Rola Milletê Kurd di Cenga dijî Tirorê jî ne anîne serziman û hatiye pûçkirin. Xwîna bist hezar xort û Keçên me jî ne hêjayî  ku weke cenga parastina Sûriyê ji Tiror bêne bi navkirin. Lê, Gotina Tirorê bi Kurdan tê perçîm kirin.
 Li gora Dewletên Civînên Astana pêktînin û bi rêve dibin, Kurd ne layiqî beþdarbûnê ne, ne jî weke beþek ji Milletê Sûryê tên naskirin.
Para Milletê Kurd li Sûriyê di Civîn û Kongrên Astana ji Destpêkê de ji Sala 2017 ta Îro tinebû û Îro jî nîne.
Ka Hêzên Kurdan çi dibêjin ? Pîlana wan B çiye ?
Emrîkayê yekbûyî piþtî 31 Salan tiliya xwe ji Kabûl kiþand û Hêzên Hûkûmeta Kabûl bê piþt hîþt û di nav Leppên Talîban berdan.
Ka gelo, ta kengî wê ew çend sed Çekhilgirtiyên Emrîka li Sûriyê bimînin ?
Îro, sibe…Heftiyek…Heyvekî din ?
Dûr be, nêzîk be wê her biçin, Tirkiyê – tevî Zordariyên wê li dijî Dewlet û Milletên Sûriyê,Îraqê,Libya, Misir…- her Pîlanên xwe li Herêmê chi bicih tîne û Cihan li wan Bûyeran xwe ker û kûr kiriye.
Ji bo Milletê Kurd li Sûriyê Rêya Pîlana yên Hêz û Partiyên Kurdan j ibo vê Rojê re çiye ?
Ibrehîm Þitlo
Kurdish&Islamic stadies association
10.07.2021

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark