Ibrahîm Ebdî ( Keser )
Cejna we pîroz be
Zarokên cihanê
Jînek bê aloz be
Gulên vê jiyanê
Þahî û newroz be
Lê bikin seyranê
Þahî û dîlan be
Jîna we her çaxa
Bi gul û reyhan be
Kulîlkên ser þaxa
Tim kêf û seyran be
Li nêv rez û baxa
****************
Weke hev bin her kes
Bê setem û bê zor
Ereb ,Tirk û Çerkes
Reþik û gewr û sor
Mirovatî û bes
Xwe bid''''''''''''''''ne hawîrdor
******************
Hêvya min e yekser
Jîna we tim xweþ be
Bi aþîtî bê þer
Hemî kes serxweþ be
Xweþî têkev her der
KESER wê dilgeþ be