Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji Evîna Rojên Kevin (Ekrem Derwîş û Wênekêşiya Fotografan)

 


Konê Reş

   Di biçûkaniyê de, li gor ku tê bîra min, di civaka Beriya Mêrdînê de dihat gotin; (sûret heram in) anku wênegirtin heram e. Yên ku ev yek belav dikir oldar bûn; Mela û Sofiyên mala şêx bûn.. Civaka me jî di nav cehalet û nêzaniyê de pêçayî bû, ji wan bawer dikirin.. Ev rewş berdewam bû ta ku dewleta Sûriyê di bin desthilata Fransîzan hat damezirandin, Piştî damezirandina dewleta Sûriyê xelk neçar bûn ku wêneyên xwe ji bo nasnameyê bigrin. Ev yek jî li bajarekî wek Qamişlo, ku nû dihat damezirandin, di çarçovek teng de bû. Ne wênekêş hebûn û ne baweriya xelkê bi wênekêşiyê dihat. Wek ku min got; ji ber gotinên melayan û cehalet û nezaniyê..


  Bi avakirina bajarê Qamişlo re di roja 20ê Tebaxa 1926an de ji rex Fransîzan ve û belavbûna aramî û tenahiyê di Beriya Mêrdînê û Cizîrê bi tevayî de, Ermenî, Siryanî, Cihû û mehcirên ku ji ber fermanên Kemalîstan revyabûn, bi girsbûn xwe li Qamişlo girtin.. Wan jî xwest wek welatiyên dewleta Sûriyê nasnameyên wê bistînin.. Ew nasname wêne gerek bûn.. Hingî, çend wênekêşên Helebî ji bo kişandina wêneyên nasnameyan hatin Qamişlo û dest bi girtina wêneyan ji bo nasnameyan kirin.. Fotografên xelkê li ser av û rokê digirtin.. Di wan salan kesî bîra girtina wêneyên xwe û mihbên xwe ji bo bîranînan nedibir.. Ji bilî wan kesên bajarî.. Ji ber vê yekê roja îro, em bi hisreta wêneyekî bav û kalê xwe ne..
   Di pey vê qonaxa wênekêşiya Helebiyan re, Cihû, Ermenî û Siryaniyan bi rengekî profîsyonal dest bi wênekêşiyê kirin.. Hem bi avê û hem bi elektrîkê û rengê modern.. Di encam de çend stodyoyên wan yên profîsonal li Qamişlo hatin vekirin wek Stodyoya: Arşo, Lîwaa, Adonîs, Karnîk, Abûd, Afrodêt, Fînos û Gabî.. Lê her Kurd û Ereb dûrî vî karî bûn, di bin bandora Îslamê û heramiya wêneyan de bûn.. Belê mecbûr dibûn ku wêneyê xwe ji bo nasnameyê bigirin.. Ev hunera wênegirtinê bi firehî di nav Ermenî, Siryanî û Cihûyan de belav bû..
  Û sal derbas dibûn.. Di sala 1975an de Ekrem Derwîş wek aşiqekî wênekêşiyê, li cem yekî helebî xwe fêrî wênekêşiya ser avê kir.. Bi demê re, di navbera Qamişlo û Helebê de baş fêr bû û di encam de stodyoyeke wênekêşiyê li Qamişlo, taxa Xerbî, nêzîkî Camiya Qasimo bi navê (Stodyo Derwîş) vekir.. Mirov dikare bibêje ew yekemîn Kurd e ku stodyoke li Qamişlo vekiriye.. Belê di pey re gelek stodyoyên kurdan yên din jî li Qamişlo hatin vekirin, lê wek ku kurd dibêjin: "Heçî berê gula zerê".
  Wek ku ez Ekrem Derwîş ji biçûkanî ve nas dikim, ew heval û dostê dengbêj û hunermenda bû.. Nesaxim van hunermendên ku çûne ber dilovaniya Xwedê; Hizniyê Selîm, Mihemed Şêxo, Adil Hiznî, Selah Osê, Seîd Yûsif.. Xwedê li wan bi dilovaniya xwe şad bike û piraniya hunermendên mayî.. Her ku yek ji van hunermendan biçûya şahiyeke şokirinê an kêf û seyranê, Ekrem wek wênekêş bi kamîra xwe û mekîneya xwe ya vîdyoyê ew şahî diarşifand.. Dilê xelkên şahiyê û bi taybetî bûk û zave xweş dikir.. Hem jî bi hin rewşenbîrên kurdan re gelek hevpeyvînên bi deng û reng bi dengbêj û stranbêjên kurdan re tomar kirinedine û arşifandine wek: Hizniyê Selîm, Silo Koro, Demir Elî û gelek bûyerên ku li Qamişlo rûdane bi kamîreya xwe arşifandine wek; guhestina termê Cegerxwîn di roja 5/11/1984, guhestina termê Mihemed Şêxo di roja 9/3/1989 û sedsaliya rojbûna Mîr Celadet Bedirxan a ku min di roja 26ê Nîsana 1993an de li Sikrê Mizgeftê vejand.. Herwiha li gor ez serwextim, wî di rêka stodiya xwe re bi hezaran wêneyên xelkên Qamişlo û Cizîrê bi tevayî arşîfkirine.. Roja îro, ez gelek caran di Facbookê de rastî wêneyên ku wî girtine, têm.. Sebaretî min û her şeş birayên min, me sûdayek mezin ji wênekêşiya Ekrem Derwîş dîtiye; bi saya wî wêneyên şahiya me hatine parastin û wiha yên bi sedan malbatên Kurd û Ereb li Cizîrê..
  Ez Ekrem Derwîş di warê wênekêşanê de hunermend dibînim.. Ji ber ku wênegirtin jî hunereke wek tevayî hunerên din.. Hunermend Ekrem Derwîş bi fotoyên xwe qonaxek dîrokî tomar kiriye. Ew jî ne kêmî wan hunermendên ku tabloyan bi xêz û rengan dineqişînin, ne kêmî wan kevirteraşên ku pêkeran ji kevir bi rih tînin! Ne kêmî wan lîstikvanên şanoyê  ye ku cemawer dikenîne û digirîne..  Jixwe tiştê herî balkêş ku bi hezkirin xwe berdaye vê meydana fotografiyê..Ez vê hezkirina wî ji karê wî re huner dibînim.

Konê Reş/ Qamişlo 7/7/2021


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.33
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark