Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Rûyê din

 


Dilovan Çeto 

Di roja sêyem de dayika Hesen û herdû keçikên xwe li gel malbata ku ew pêşwazî kirin, liser sifreya firavînê kom bûn,û berî têr bixwe careke din bi girî ji ser xwarinê rabû û berê xwe da odeya xwe.
Xanima malê jî dev ji xwarinê berda û li pey çû,li kêleka wê rûnişt,destê xwe diser serê wêre bir û anî û çend gotinên  dilxweşiyê danê.
Keça min ji roja win gihiştine mala me û ev halê teye,tu girî betal nake,xuyaye birînên te kûrin û jiber wilo jî min got bere çend roj derbas bibin, hinekî xwe rehet bikin,paşê ezê pirsa halê we bikim,û bizanim  bê çîroka we çiye.


Bizane ez û hevjînê min jî em we mîna zarokên xwe dibînin,win ketine tor û bextê me,ji îro pêve em malbava tene,û xwedê bê erê emê we xwedî bikin ta rewş zelal bibe û xwedê ferehiyekê bişîne.
Piştî bêhna dayika Hesen fereh bû,çîroka derketina xwe ji taxa Baba Emrû ji xanimê re got.
We bihîst û we dît jî bê çawa xelkên Himsê piştgiriya zarokên Derayê kirin û derketin xwepêşinadanan û li cade û kolanan bi şev û roj kom dibûn.
Piştî çend mehan şevekê em li dengê top û guleyan şiyar bûn,jiber tundiya dengê topan tirseke mezin kete hinavên me,mezin berî zarokan tirsiyan,xew ji çavan reviya û gule mîna baranê biser taxê de dihatin xwar.
Em di wê tirsê de man ta roj hilat,lê xweska roj nehilatiba û me ew dîmenên xerab nedîtiba….
Xanimê peyalek av jêre anî û nema pirsa tiştekî jêkir.
Serederiya malbatê bi dayika Hesen û zarokên wêre di asteke pir mezin debû,xwediyê malê ji xanima xwere digot,zarokên me li alîkî û mêvanên me li alîkî,bere çavên te liwan be heta xwedê ferecekê bîne.
Dayika Hesen jî ev yek bi çavên xwe di dît û ew sedemek bû ku hinekî fişar liser kêm dibû.
Rojekê xanimê ji dayika Hesen pirsî,çi bela teye keça min,ez dibînim rewşa te tevlîheve,kesek ji malê heye ku astengiyan ji tere çêdike,daxwazin te hene û tu fedî dike jimere bibêjî,dilê xwe jiminre veke,ez jî mîna dayika teme.
Mêvana bazdayî di nava xwede digot,bê çiqasî kula min girane,bê çiqasî birîna min kûr û dijware,biserde jî ez ketime rewşeke zehmet de,ez di tirsim pirs bikim û di tirsa xweve derkevim!
Xwedayo tu alîkariya min bikî,tiştê ku ez jê di tirsim ne rast be,hema bere ev daxwaza min bicî bibe.
Dayika Hesen dilê xwe ji xanimê re vekir û got:
Berî 15 salan ez bi bavê Hesen re zewicîm,xwedê piştî 2 salan Hesen dame,kêfeke mezin derbasî jiyana mebû, roj,şev,meh û sal zû zû derbas dibûn,çiqasî zehmetiyên jiyanê hebûn jî,lê hebûna Hesen di jiyana mede ew zehmetî di hilweşandin û liser me sivik dikirin.
Hesen mezin bû, me ew şande gulîstana zarokan ,fêrî gelek tişatn bû,mûzîk zimanê Ingilîzî,leystok û werziş.
Paşê ev herdû keçik jî çêbûn,tenê mirina xwedê jime kêmbû.
Nizanim çima her û her tirseke veşartî di hinavê min de hebû,hercareke ku şahiyek yanjî me kêfek ji zarokên xwere dikir,wê tirsê xwe ji quncika dilê min derdixist û ez di lerizandim,mîna ku jiminre bibêje ev kêfxweşî naçe serî!
Mixabin ew dêwê gefxwar soza xwe bire serî,ew kêf û xweşî layîqî malbata min ne dît,di heyama roj û şevekê de jiyana me tevlîhev kir,ronahiya di jiyana mede kire reşayî,buhara me kire zivistan.
Xanimê xwest hinekî navberekê bide mêvana xwe,çû qehweyek çêkir û anî liber danî û jêre got:
Keça min ez dizanim bê çiqasî zehmete ku her tişt di kêlîkekê de bi herife,hilweşe,û dizanim jî yê dara dixwe ne weke yê dijmêre,lê talanê tevde jî dawete,ez dibêm derdê te yê herkesî ye ,keçamin çi qeder li pêşiya me hebe, bê guman emê bibînin,qehweya xwe vexwe û dilê xwe veke,daku bêhna te fereh bibe.
Bi vexwarina qehweyê re,dayika dilşikestî dibin çavan re li qorzîka xanî meyze dikir û hercarekê keserek berdida.
Xanima malê bixwe zanîbû tiştek dibin zimanê mêvanê de heye,yanjî wilo hest dikir,lê jixwere nedikire xem.
Rojekê piştî hevjînê xanimê ji mal derket,dayika Hesen û zarokên xwe ku li gel xanimê û zarokên wê li ber telefizyonê rûniştîbûn û çayê vedixwarin dinava xwede got:
Ezê niha vê kulê ji dilê xwe derxim û ezê ji xanimê pirskim,nemaze ku du telefizyonên wan hene!!
Dayika Hesen berê xwe da xanimê û bi dudilî got:
Bi rastî ji despêka ku em derbasî mala we bûn û ta niha min dixwest pirsekê jite bikim,lêêê
Xanima şêst salî ku li gel hevjînê xwe hec kiriye û keseke oldar û dilovane ,xêrxwaz û dilpake,dema mêvana wê wilo jê pirsî,pêre pêre nixîsk hatine dilê wê û dest û lingên wê lerizîn,jiber wê zanîbû mêvana wê tiştekî vedişêre û ew metirsiyên wê hatine cih, bi şêweyekî  tirsok gotina wê birî û got:
- Fermoke keça min pirsa te çiye?!
-  Ez bihêvî me tu min şaş fam nekî,lêêê
-  Lê çi keça min,bêje çi heye?
-  Ev telefizyon we ji kû aniye?!
Hinekî kutkuta dilê xanimê rawestiya û bêhna wê hate ber,lê hînjî ew tirs di dilê wêdeye.
-  Kurê min jimere kirî.
-  Kurê te…. Ma… ne te got ew leşkere û …
-  Erê erê ew niha leşkere û berî çend rojan hate mal, destûr 48 demjimêran dane wan,dema hate mal ev telefizyon û hin alavên din ji Himsê kirîbûn û bixwere anîn.
-  Ji Himsê?! Qey kurê te li kûderê leşkeriya xwe dike?
-  Wele pêşî livir bû,li Helebê çend mehan xizmet kir,paşê ew birin Himsê,lêêê çima tu pirsa telefizyonê dike?
-  Jiberrr…. ev telefizyon… a meye,dema leşkerên artêşa Sûriyê êrîşî taxa me kirin,leşkeran bi tundî serederî bi sivîlan re kirin,derbasî malan bûn,dizî û talanî kirin,
destdirêjiya namûsa xelkê kirin,û gelek kes jî kuştin!
Hinekî pûnijî û ji xanimê re got:Ew leşkerê diziya mala me kir û dinavde ev telefizyon,(kela girî rê nema dayê û bi şêweyekî kelogirî li telefizyonê meyzand û axaftina xwe berdewam kir): Wî zalimî bi şêweyekî hovane hevjînê min kuşt û paşê kurê min jî kuşt.
Xanimê hinekî ew hedinand û got:Keça min çawa tu zanî ev telefizyon a teye,mane hemû telefizyon wekî hevin?
Dayika Hesen rabû serxwe û ber bi telefizyonê ve çû,destê xwe diser hin deverên wêre bir û anî,berê xwe da xanimê.
Nîşaneke min heye û tucarî wenda nabe,di hundirê telefizyonê de min zêrê xwe veşartibûn,ji kerema xwere ka qalikê wê veke!
Xanimê tornefîs anî û bi tirs birxokên qalikê pişt telefizyonê yeko yeko vekirin,dema rahişte qalik,torbekî reş kete xwar,qirçênî ji dilê xanimê hat.
Mêvanê xwe zerkire torbe û vekir,zêrê xwe dîtin û nîşanî xanimê dan:Min negot ev telefizyon a mine!!Lêêêêê kurê te ji kûderê kirî,ji Himsê yan ji Helebê?!
Xanimê bê deng ji odê derket û ma li bendî hevjnê xwe,dema vegeriya çîrok jêre got.
Hevjînê xanimê bankire mêvana xwe û jê pirsî:Keça min ew leşkerê kurê te û hevjînê te kuştin û diziya mala te kir,eger tu wî bibîne tê nas bike?
Eger sed sal jî derbas bibe,ezê wî jinava milyon kesî derxim,ma çawa ezê wan dîmenan jibîr bikim.
Li odeya xwe xanimê ji hevjînê xwe pirsî:Ma ...tu dibê qey kurê me ev ….. gotin di qirika wêde ma.
Hevjînê wê berê xwe da asîmanan û got:Bi hersê navê xwedê,eger kurê min ev tişt kiribe,ezê bi destê xwe wî bikujim û ji odê derket.
Her serê çend mehan yan hefteyan leşkerên nêzîkî mal 24 yan jî 48 demjimêran têne mal û kurê xanimê jî yek ji wan leşkeraye.
Rojekê û diser firavînê de zingilê derî lêxist,yek ji zarokan çû derî vekir,dengê kurê wan ji derve hat,xanima malê û hevjînê xwe bilez rabûne şipê,dema kurê wan derbasî odê bû û berî bi axife,dayika Hesen qîrek da û bankir:
Eve yê kurê min kuşt,eve yê hevjînê min kuşt,hey zalim hey bê wijdan hey …..
bi qêrînan re Kurê xanimê di cîde bi şûnde vegeriya û bazda.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark