Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ristek Jann hnay.. Dwana 3 Had Behlew

 


Boniye-Suad Cegerxwîn

Ez gelekî kêfxwebûm gava pdf a dîwana nû ya Mamosteyê hêja û dilovan xwediyê peyva resen, hezkirê ziman ê Kurdî Hadî Behlewî (Ristek Janên hûnayî) Di riya nivîskar û helbestevan Dilawer ê Zengi re giha min.
Bi rastî min bihîstibû ku mamoste Hadî  Dîwaneke nû amade dike, ji lewma,ez bi co û eydan li bende wê bûm da zanibim ka Helbestevanê me yê qedirgiran di nav taristana rojên xwe yên bi jar û êên giran  hatine doroêçkirin, çi Coreyên nameyan Ji xwendevanên xwe re rêkiriye.


Îro û pitî ku ev pirtûk gihaye min, ez Karim çend gotinan li ser van janên giran ku bi janên welat re hatine hûnandin û li ser milê helbestevanê me yê delal bûne barekî giran ,nema karîbû  di bin de rabe , êdî di Cihê xwe de rûnitî maye û ew ê û azariyên xwe bi tîpên resen ,tîpên hezkirin û dilovaniyê berhevkiriye,  hino hino ristiye û di wê taristanê de kiriye sîmfoniyeke bedew û bi awaz û ritmên dilê xwe re tev hûnandine û pêkêî xwendevanan kiriye.
Tevî ku rewa tendirustiya min ne gelek ba bû lê min helbest bi helbest xwend û bi êên wî re ez helekî xemgîn bûm ,êdî bi hesanî ketme nav gulîstana nepeniyê û bi rista wî re, ya ku bi azariya helbestevanê vîn û evînê û bi dilovaniya rasên janên wî  mijûl bibim.
nemaze gava kû helbestevanê me êên xwe bi gewd û bask dike û li kurdistanê bi xwe re digerîn e,êa bajarên  birîndar tevî êên xwe dike û vedgere da wan bihevre di evên xwe yên tarî û dirêj de, di hembêza dilê xwe yê mestmayî de bikeyîne  ,Peyv û helbestên qeeng û nazdar li dawî jê derîn e  û bi payebilindî di gulîstana wêjeya kurdî de ji me re biçîn e. 
Diwana ( Ristek janên hûnayî) ji 76 rûpela ye û Ji 20 helbestên pabilind û rewan û helbestek bi navê
(Xwendevanên hêja) ji xwendevanên xwe re pêkê dike.
Ev helbest bi dengê xwe jî tomar kiriye.Bê guman ev dîwana wî ya siyeme, berî wê du dîwan derxistine bi navê (Sibe wê bê )û (Ji dil).
Helbestevanê me yê nazdar Hadî Behlewî pirtûka xwe bi diyariyeke bedew surmekiriye û bi dilovanî û hezkirin sipasnameyek bi rûmet  têde bî cî kiriye.
Her û ha pêgotinek dilsoz bi pênûsa nivîskar û helbestevana hêja Bêwar Ibrahîm Cihê xwe di dîwanê de girtiye.
Diyariya wî bê guman ji hevjîna wî re ye, hevala ê û azariyên wî ,sîbera vîn û daxwazên wî û hevala rojên wî yên xwe û nexwe.
Ji Heyhan a delal re ye.
Ew êrejina ku bûye kopalê  hezkirin û bargiraniyê di jiyana wî de, da helbestevanê me  hêza xwe bide ser û karibe armancên xwe bi serbilindî bî cî bîne, bela bike û bighîn e xwendevanan.
Ev diyariya wî di cihê xwe de bû ,ez gelek pê kêfxwe û eydan bûm.
Belû  ye kû helbestevanê me, bi hêza jinan bawere û mafê  hevjîna xwe ji hezkirin, rêzgirtin û wefadariyê parastiye.
Hadî di wîsgeya bîranînên xwe de hinekî radiweste  û hevalê xwe yê bejinbilind nivîskar û helbestevanê nemir Xelîl Sasonî bibîr tîne û amaje bi pêvajoya hevaltiya 45 salan dike û mizgîniyê  dide wî û dibêje: Mitala neke keko barê min li erdê nemaye, dostekî dêrîn û resen (Dilawerê zengî)yê ku bi dema xwe û bi hêza Pênûsa  xwe ji min re bûye alîkar û bi saya wî îro ev dîwan  ronahî dîtiye.
Hadî bi dildozî sipasdariyeke pir giran jê dike û Serkeftinê jê re dixwaze,her û ha ew berdewam dike û spasiya helbestevan û nivîskar a hêja Bêwar Ibrahîm jî bi co dike ,ji bo ku xwesteka wî bi cî aniye û pirtûka wî bi pêgotina xwe ya bedew xemilandiye.
Helbestevanê me yê dilovan û hestyar di gelek pêvajoyan de derbasbûye ,lê  ya herî giran û dijwar ew e,dema kû di nav tariyê de lûs maye û  têkçûna bajarên Kurdistanê , Efrîn û Kobanî û yên din dibhîze.
Bê guman gava ronahî ji çavên wî dûrdikeve erkê çavên xwe davêje ser milê dilê xwe yê birîndar
êdî  êên wî gurtir dibin û birînên wî kûrtir dibin.
Hadî Behlewî hestên êên xwe dide  alî û li bajarên birîndar diger e Wan tevan bi peyvên xwe yên evîndar derman dike û bi hêviyên xwe  yên germ  xelat dike .Azariya wan bi xwe re tîn e da ristek hûnayî ji wan janan çêke û pêkêî hezkirên xwe bike.


Behlewî di pirtûka xwe de gelek gazînameyên balkê ji gelelk dilxwazan re rêkiriye û gelek helbest bi navê helbestevan ,tekoer û hunermendên Kurdistanê daniye, têde rave kiriye kû ew resenên wêjeya kurdî ne,ehsiwarên Kurdistana me ne.Ji wan tekoeran û helbestevanan. M Mistefa Berzanî, Mesûd Berzanî Cegerxwîn, Tîrêj M.Ehmed namî û Xelîl Sasonî, Seîd Gabarî û Dilawer Zengî Her û ha hevalê xwe yê siyasî Ismaîl omer qet jibîr nekiriye.
Eger mirov bixwaze bi hûrbînî li ser helbestên Hadî û kar û xebata wî  di warê  zimanê kurdî de raweste,bê guman ewê pirtûkekê jê binvîse .Ji ber ku, ji bilî ku wî di derya ya wêjeya kurdî de ba melevanî kiriye û pirtûkxana kurdî bi helbestên xwe xemilandiye, ewî gelek nifên ciwana bi xwendin daye , çi bi zimanê Kurdî be yan jî bi zimanê  Erebî be.
Ez li vir naxwazim dirêjtir bikim , min xwest ez kêfxweiya xwe diyar bikim û gurzek sipasî ji Kekê xwe Hadî re rêkim.Bi hêvî me ku ezê  careke dî li ser hevaltiya bavê xwe û bavê wî ,biaxivim ku encama wê  hevaltiya wan , hevaltiya me yê îro ye .
Li dawî ez dixwazim bêjim ku Hadî mînakeke berbiçav e ji bo wan kesên behremend yên kû dixwazin  behreyên xwe vejînin û pêve bibin ,çi di ronahiyê de be , yan di tarîstanê de be tenê ya giring ewe ku daxwaz û pabendî  ji dil û can hebe.
Hadî deh salan di vê rewê de ye, lê her ew di ronahiya wêjeyê de dijî.
Careke din ez bi navê xwe û bi navê hevjînê xwe(Osman Osman) ji dil û can û bi kêfxweî Kekê Hadî Behlewî Pîroz dikim û Serkeftin û serfiraziyê jêre dixwazin .Em gelekî bi karê wî adîman û serbilindin ku wî di vê rewa ewarte de , di nav taristana jiyanê de û bi hevaltiya ê û mitalan ,ev helbestên bedew ,bi zimanê resen ji gele xwe re pêkê kirine.
Em hêviya tendirustiyeke ba û temenek  dirêj jê re dikin da karibe armancên xwe bi cî bîne .pir hêjaye û pir pêdikeve ku ew ehsiwarê peyva resen ya Kurdî be.
Sipas ji hemû kesên ku alîkariya  wî kirine da kû ev rist a janên hûnayî derkeve Ronahiyê. Serkeftin û serfirazî ji gelê me re.

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevah Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark