Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: NIRXANDINA DU PIRTÛKAN

 

 
Lokman Polat

1 - ”PEYALÊN HAWMAYÊ: TA DAWÎYÊ; DAWÎYA SEMAYÊ”


Min di twîter û facebookê de gotibû ku ez ê derbarê van herdu pirtûkên ku bergên wan li jor in gotarekê binivîsim û binirxînim. Pirtûka birêz Ferhad Şîrîn helbest e û pirtûka xanim Keça Kurd ”JI SEMAYA BAWERIYÊ” nirxandin û şîroveya derbarê vê pirtûka helbestan de ye. Bi rastî dema min dît ku nivîskarek li ser pirtûka nivîskarekî din pirtûk nivîsiye û ew şîrove kiriye, gelek keyfa min hat.


Pêşî ez ê bi kurtî behsa pirtûka helbestan bikim û paşê behsa pirtûka xanim Keça Kurd bikim. Navê pirtûka helbestên Ferhad Şîrîn ”PEYALÊN HAWMAYÊ: TA DAWÎYÊ; DAWÎYA SEMAYÊ” ye. Pirtûk di nav weşanên ”Ava” de li rojavayê Kurdistanê hatiye weşandin. Pirtûk 104 rûpel e. Bergê pirtûkê bergekî hunerî ye, xweşik e. Tabloya bergî hunermend Zuhêr Hesîb çêkiriye.
Pirtûka helbesta Ferhad Şîrîn bi ”Yasna” hejmar 9 a di pirtûka Zerdeştê pêxember ”Avesta” de destpê dike. Hevoka yekemîn hevokeke gelekî baş û xweş e, bala mirov dikişîne. ”Bîranîna te..min li dora agirê sozdariyê radike semaya welatparêzî û zanînheziyê.” , ”..bi germiya kurdîheziyê.”
Ji bo peyva ”Hawma” ku navê xwe daye pirtûkê ez çend gotinan bibêjim. ”Peyalên Hawmayê” gelek xwendevan dê zanibin ku ”peyal” çi ye. Lêbelê piraniya xwendevanan dibe ku nizanibin ”Hawma” çi ye? Ji xwe kesên ku haya wan ji ola/dînê Zerdeştî tunebe û derbarê vê olê de zanîna wan tunebe dê nizanibin ku ”Hawma” çi ye? Peyal qedeh e. Sema dans e, leyistikeke folklorîk a olî û kevn e. Hawma jî çend wateyên wê hene. Di lîteratura Zerdeştiyê de ”Hawma” navê Xwedê/a ye. Zazakî jê re ”Homa” dibêjin. Hawma yan jî Homa digel navê Xwedê/a navê gîha û vexwarinê ye. Navê gîhayekî pîroz e û navê vexwarineke pîroz e ku dema mirov vedixwe mirov pê serxweş dibe, keyfxweş dibe. ”Hawmager” jî navê meyxanevan e, sakî ye. ”Meyxane” cihê ku alkol, araq, mey, bîra lê tên vexwarin. Meyxane peyveke tirkî nîn e, kurdî ye. Ev peyv di klasîkên kurdî de hatiye bikaranîn.
”Derê meyxaneya işqê seher arif ziyaret kir.” Melayê Cizîrî.
Berê helbest, bi taybetî jî hinek helbestvanên kurd, erab û faris helbest bi şêweyê ”Arûz” û bi kafiye dinivîsîn. Lêbelê di nav pêvajoya demê de di helbestê de xwenûhkirin pêk hat, bi şêweyên curbecur helbest hatin nivîsîn. Di heyama modernîzmî/nûjentiyê de nivîsîna helbesta serbest/helbesta azad pêş ket.

Helbestên helbestvan Ferhad Şîrîn helbestên ”Arûz” nîn in, bi wezn nîn in, bi kafiye nîn in, helbestên serbest in, azad in. Ev şêwe helbest (helbesta azad) di berhemên ekola modernîzmê/nûjentiyê de hatine afirandin. Hevok û kîteyên di helbestê de, çarînên ku hatine ravekirin, hemû jî xwedî naverokeke girîng in, watedar in. Divê xwendevan dûr û kûr li ser wan hevokan birame, bifikire. Wek mînak li vê binêrin;
”Îsotên
wekî kizûra bêvila çavnebariyê tûj,
di şewata kezebên bêhêvî de
pê nexe.”
Di naveroka helbesta dirêj a Ferhad Şîrîn de, cih bi cih naverokeke kurdîhezî û welatparêziyeke bêhempa hatiye ravekirin. Vebêjê helbestê hezkirin, evîn û evîndariyê bi peyvên hilçinandî ên hunerî dagirtiye û pêşwaziyê xwendevanan kiriye. Navê nivîskarê pirtûka helbestê, helbestvan Ferhad Şîrîn heger nasnav be jî, navekî/nasnavekî gelekî xweş e. Wî bi vî navê xwe ê xweş cihê xwe di nav eniya wêjeya kurdî de û di nav helbestvanên kurd ên nûjen de girtiye. Navê wî, navekî evînî ye, çîroka gelêrî a evîna ”Ferhad û Şîrîn” tîne bîra mirov. Di nav rêzên helbestê de bi kîteyekê ev evîn weha tê zimên:
”Wekî dilê Ferhadekî dilgerm
ji Şîrînê hez dikim.
Lê ji dawîyan ditirsim.”
Dawiya evîna evîndaran bi tirs e, drama ye, trajedî ye. Evîna evîndaran naçe serî, evîndar nagîşin miradê xwe. Drama û trajediya evîndaran ji dîroka kevn ta îro didome. Dema min ev peyvên ku di nav helbesta dirêj a wek destanê de hatine rêzkirin, ev peyv, hevok û kîtekîtên evînî xwendin, min di dilê xwe de, di hiş û mejiyê xwe de got : ”Hezkirin, evîna rasteqîn, evîna ji nav dil, ev e.”
“Bi arê evînê sond dixwim;
ku min ji te pê ve
ji keseke dî hez nekiriye,
û bi kesekê re,
di sarbûna van şevan se,
raneketime.
çi gul ji te pê ve
di bin balîfa bêxewiyê de neçiniye.
Çi xewn ji te pê ve
di xew û xewnerojkên xwe de nedîtiye.”
Binêr rûpel: 71-72
Di pirtûkê de tenê helbesteke dirêj heye, Ev helbesta dirêj weke dastaneke lîrik û epîk bi naverokeke xurt hatiye ravekirin. Naveroka helbestê curbecure û ev hemû cureyên cihêreng naveroka wê dewlemend kiriye.
Naverokên ku bi hestên evînî, welatparêzî, civakî hatine hunandin, bi hunereke wêjeyî hatine xemlandin. Şêweyê hunerî û wêjeyî ku di afirandina berhemê de hatiye bikaranîn şêweyekî nû ye, nûjen e. Ev şêweyê nû radeya hunera wêjeyî a helbestê bilind kiriye.
Di helbestê de ravekirina biwêj, hevok û ramanên felsefî û herweha vekolîna mijarên felsefî naveroka pirtûkê bi nirx kiriye, ew derxistiye radeya asteke bilind.
Bi min, li gor bîr û raya min helbesta helbestvanê kurd Ferhad Şîrîn helbesteke modern/nûjen e. Di navbera helbesta klasîk û ya nûjen de bi her awayî, bi taybetî jî ji alî ziman, form û demê de cudahî heye. Li cîhanê pêşewayê helbesta nûjen Baudelaîre û Rîmbaud in. Wan wek teşe û naverok helbesta  nûjen ji ya klasîk cuda kirin.
Helbestvan Melarmê dibêje: “Helbest ji peyvan pêk tê. Lê, peyv peyvên watedar in.” Helbestvan Valêry jî dibêje: ”Zimanê helbestê di nav ziman de zimanekî taybetî ye, cuda ye.”
Li cîhanê gelek însanên helbesthez hene. Ji bo wan xweşî û girîngîya helbestê bêpayan e. Helbest ji bo wan riya jîyanê ye, aramîya gîyan e, hunera hest û gîyanê însanan e. Ew derûnîya gîyanê xwe bi saya helbestê ji tenêtiyê xilas dikin û di hêla gîyanî de şad dibin. Gelek helbest di hêla felsefî û estetîkî de hîtabê gîyanê mirov dikin. Lewre jî helbest dibe ronahîya hundirîn a gîyanî.
Li rojhilata navîn helbesta klasîk a ereban, farisan û kurdan xurt e. Helbesta klasîk a tirkan tune. Helbestên ku di dema Împaratorîya Osmanîyan de hatine nivîsîn bi farisî ne. Lê, helbesta tirkan a modern xurt e. Ev xurtbûn jî bi saya helbestvanên ku ne tirk in, lê bi tirkî dinivîsin. Herwekî Nazim Hîkmet bi eslê xwe Polonî ye. Ahmed Arif kurd e.
Helbesta kurdî ya nûjen li Kurdistana bakur hêj nû gul vedide û ber bi kemilandinê ve diçe. Helbesta kurdî a klasîk hem li başûr û hem li bakurê Kurdistanê gelekî xurt e. Lê, li bakur helbesta nûjen qels e. Ez bi rewşa helbesta kurdên rojhilat baş nizanim. Ez dizanim ku ya wan a klasîk xurt e, lê ya modern di çi rewşê de ye, di çi radeyê de ye, ez nizanim, haya min jê tune. Helbesta kurdên Kurdistana başûr û başûrê rojava –kurdên binxetê - baş in. Ji ya Kurdistana bakur xurttir in. Li perçeya herî biçûk a Kurdistanê, helbesta kurdî ji perçeya herî mezin a Kurdistanê xurttir û geştir e. Bi min, divê nivîskarên kurdên bakur girîngiya afirandina helbestê li ber çav bigirin û giranî bidin afirandina helbesta kurdî a nûjen li Kurdistana bakur.
Di pirtûka helbestên helbestvan Ferhad Şîrîn de, helbestvan wek qalib ne tenê rêbazek, çend rêbazên wêjeyî û hunerî bi kar aniye. Di nav rêzên helbestê de monolog jî cihekî girîng digire. Diyalogên ku tê de ne rengekî din daye naverok û herweha mijara helbestê. Wek mînak; bav û kur bi hev re di nav diyalogeke balkêş de ne. Pirsên mijarên felsefî jî di nav hinek rêzên helbestê de hatine ravekirin. Biwêj û peyvên hilbijartî ku di helbestê de hatine bikaranîn spehîbûn û dewlemendiya zimanê kurdî ê wêjeyî dide nîjandan. Bi kurtî, helbest bi hest û ramanên girîng û balkêş hatiye hunandin û hatiye pêşkêş kirin ji bo xwendevanên kurd.

Didome.

Têbinî
: Ez ê di nivîsa berdewama vê nivîsê de behsa pirtûka Keça Kurd a bi navê ”JI SEMAYA BAWERIYÊ” bikim.



”JI SEMAYA BAWERIYÊ”

Lokman Polat

Min di parvekirina Twîter û Facebookê de gotibû : ”Hêjayê pesnê ye ku nivîskareke derbarê pirtûka nivîskarekî din de pirtûkekê dinivîse, wê dinirxîne, şîrove dike.” Bi rastî jî hêjayê pesnê ye ku Keça Kurd li ser pirtûka Ferhad Şîrîn lêkolîn kiriye, şerha wê û şîroveya wê kiriye û derbarê wê de pirtûk nivîsiye.
Pirtûka Keça Kurd (ku ew bi xwe helbestvan e û zimanzan e. Pirtûkên wê ên helbestan û ya li ser ziman hene) 77 rûpel e. Pirtûk li Almanya di nav weşanên ”Sersera” de derketiye. Keça kurd di vê pirtûka xwe a lêkolînê de pirtûka helbesta Ferhad Şîrîn şerh kiriye, nirxandiye, şîrove kiriye û di gelek waran de, di hêlên curbecur de analîz kiriye.
Pirtûk ji 5 beşan pêk tê. Sernavên beşan ev in: 1 - peyva pêşî, 2 - pêlpêlokên dengvedanê, 3 - rênivîs û rêzimana pirtûkê, 4 - pirs û bersiv, 5 - peyva dawî.
Keça kurd di peyva pêşî de sedemên nirxandin û şîroveya pirtûka helbestan a Ferhat Şîrîn rave dike. Min pêşî pirtûka Ferhad Şîrîn xwend, derbarê wê de gotara xwe nivîsî, dîtin û ramanên xwe anî zimên û paşê min dest bi xwendina pirtûka keça kurd kir. Min dît ku di navlêkirin û şîroveya pirtûka Ferhad Şîrîn de em bi gelemperî weke hev fikirîne. Min gotibû helbesta Ferhad Şîrîn helbesta serbest/azad e. Keça Kurd jî heman tiştî destnîşan dike.
”Nemaze helbesta azad ya ku îro ji nav hiş û sewdanê nifşê nû rêca xwe diqelêşe, her yek jî bi hevrîşmê bîr û baweriyên xwe û awayê ku ew dixwaze dihûne.” Rûpel - 5. Belê, ji xwe helbesta azad ev bi xwe ye. Keça Kurd di analîza pirtûka F. Şîrîn de bal dikişîne ser welatparêziya kurd û dibêje : ”Bêguman mirovê kurd î welatparêz, ji rengê êş û jana bindestî peyvên xwe debax dike, wêneyek ji pirsgirêkên vê serdemê li tevna helbesta xwe diçine…” Rûpel / 5. Keça Kurd behsa dirêjbûnî û şêweya nivîsîna nûjeniya helbestê dike û wek rexne ”Mixabin” dibêje; ”divê ez vê rastiyê jî bêjim ku di vê nivîsîna Ferhadî de, rengê pexşanî, serdest bûye.” Di derbarê mijara zimên de, ew bi heq pesnê F. Şîrîn dide û dibêje; ”Ew dilovanê zimanê kurdî ye.”
Keça Kurd di şîroveya xwe de welatparêzî û kurdewariya Ferhad Şîrîn aniye zimên. Ji bo navê pirtûka Ferhad Şîrîn jî Keça Kurd dibêje : ”Ji pirtûka Avestayê ev navê ha ”Peyalên Hawmayê” li pirtûka xwe kiriye.
Keça Kurd hevok, malîk ji helbesta dirêj werdigre û şîroveya wê dike. Ew di şîroveya xwe de tîne zimên ku helbestvan bi van gotinên xwe ên helbestkî xwestiye çi bibêje ango wateya naverokê diyar dike. Keça Kurd dibêje : ”Bêguman divê em ji bîr jî nekin ku, naveroka vê helbestê, naverokeke welatparêzî ye û gelek mijaran ji pirgala civaka kurdî û rewşa bindestî dipelîne.” Rûpel - 9. Ji bo hezkirina Ferhad Şîrîn ji welatê xwe re jî, Keça Kurd dibêje : ”Perestgeha Ferhad, welatê wî Kurdistan e.”
Keça Kurd di pirtûka xwe de gelek baş û xweş şîroveya malîkên helbesta F.Şîrîn kiriye. Mirov ji xwendina şîroveyên wê hîn baştir ji mijar û wateya naveroka helbestê hayidar dibe, têdigihişe. Keça Kurd digel şîroveyên malîkên helbestê di derbarê rastnivîs/gramer, rênivîs û rêzimana pirtûkê de dîtinên xwe diyar dike û şîroveya peyvan dike. Ew mînaka tîpa ”ê” ku hinek ji cînavan dûr û hinek pê ve dinivîsin mînak dide. Ew li ser koka hinek peyvan disekine, li ser nêrtî û mêtîya peyvan dîtinên xwe pêşkêş dike. Di derbarê/derheqê rastnivîsîn/gramerê de jî dîtin û ramanên xwe tîne zimên.
Keça kurd dibêje Ferhat tîpa ”ê” ji cînavan dûr nivîsiye. Mînak:
”..ez ê misoger bizanim…
Rast : ezê misoger bizanim..(ezê)
Di nav nivîskarên kurd de, di tekstên nivîsîn de tîpa ”ê” bi du awayên li jor ku keça kurd mînak daye tê nivîsîn. Mînakekê ez bidim.
Ez ê biçim
Ezê biçim.
Bi van herdu teşeyan têne nivîsîn.  Li gor rastnivîsî, gramerî di zemanê bê de tim ”dê” , ”yê”, ”ê” û ”wê”” cuda tê nivîsîn. Ez weha zanim. Ez zimanzan, zimannas nînim, dibe ku ez şaş bim.
Di pirtûka helbesta F. Şîrîn de hinek peyvên kurdî ên kevn ku berê dihatin bi kar anîn lêbelê niha di nav gel de nayên bi kar anîn hene. Ev peyvên kurdî ên kevn di dema me de, di axaftina rojane de nayêne bi kar anîn jî, di klasîkên kurdî de ev peyv hene û hatine bi kar anîn. Keça Kurd wek mînak peyva ”Fitrak” nîşan dide û dibêje : ”Fitrak: davik, dav û dam e. Li hin deveran xefik jî dibêjin.” Melayê Cizîrî jî vê peyvê bikar aniye.
”Dizanim şehsiwara min xezalek wê di fitrakê
bi cayê seydê seydê(nêçîr) ez bûma di wê fitrak û bendê de
Çi hedî sed hezar can bin di fitraka hebîbî min
Ku sed Cemşîd û Keyxustro xulam in ser de ê rê de
dizane ku binî di bin vî binbanî de
kûr û bilind nabe.” Rûpel 30.
Hêla pirtûka Keça Kurd a herî bi nirx û giranbiha hêla wê a ku li ser yekoyek peyvan disekine, wan şîrove dike û derbarê peyvan de agahdariyên girîng raveyê xwendevanan dike. Dema mirov şîroveya van peyvan dixwîne, careke din dibîne ku zimanê kurdî zimanekî çiqas dewlemend e. Hinek peyvên ku koka peyvê, orîjînala wê û di bikaranîna wê de ahengek cuda û rengek cuda hevoksaziyê dewlemend dike, aheng û dewlemendiya zimanê kurdî dide nîşandan. Wek mînak; ji xwe re li dengvedana van herdu peyvan di nav hevoksaziyê de binêrin: ”Zengil” û ”Şûr”. Keça Kurd dibêje : ”Di zimanê me de, ji dengê zengil re, zingezing dibêjin, ji dengê şûran re şingênî û şingeşing dibêjin.” Rûpel - 34.
Di mijara nêrtî û mêtîya "zarok" de, Keça Kurd rexneyek neheq li Ferhad Şîrîn girtiye. Wê gotiye ”Çima Ferhad zarok kiriye nêr û mê. ” Çima neke! Zarok dibe nêr be û dibe mê be. Zarok peyveke gelemperî ye û dikare nêr yan mê be. Zarokek dikare keç yan kur/law be. Zarokên nêr jî û mê jî, keç û kurik jî hene. Min ev rexne û şîroveya Keça Kurd rast nedît. Rexneyek şaş e û herweha neheq e. Keça Kurd dibêje: ”Carekê nêr û yekê jî mê, şaş e. Di zimanê me de nêrbûn ji xurtbûnê hatiye. Vêca ji ber ku zarok piçûk e; ew ne xurt e, zayenda zarokê mê ye.” Rûpel - 40. Nêrbûn û mêbûn ne ji ber xurtbûnê/xurtbûna zarok, ji ber zayendê ye. Ji bilî zayenda însanan, ji bo tiştan, eşyan, tiştên xwezayî, dar û ber, ajal/heywan û gelek tiştên din jî bi kar anîna cudabûyiyên nêr û mê hene. tişt, dar, ajal û gelek tiştên din ji bo ku xurt in yan ne xurt in nêrbûn û mêbûna wan diyar nabe. Navlêkirina wan a nêr û mê ne ji xurtbûnê ye. Xurtbûna ”derî” tune, lê derî nêr e.
Di beşê pirs û bersîv de pirs û bersîvên girîng hene. Mijar û naveroka pirs û bersîvan hêjayê xwendinê ye. Peyva ”ol” bala min jî dikşîne ku çima di şûna peyva ”dîn” de vê peyvê bi kar tîn in. Gelo ”ol” peyveke kurdî ye yan ji zimanek din hatiye ketiye nav kurdî. Di navçeya me de (Li Licê) min qet ev peyv nebihîstiye û nedîtiye ku kesekî bi kar aniye. Lêbelê di kurdiya nivîskî de dihat û tê bikaranîn. Ferhad Şîrîn di pirsek xwe de ku ji Keça Kurd pirsiye, dibêje : ”hin dibêjin ku misilmanan peyva ”dîn” (a ku di erebî de tê wateya ”ol”) ji navê Diyana /ku navekî di Avesta de ye/ û kurdan jî peyva ”ol” ji ”yol:rê” a tirkî birine.” rûpel - 65.
Keça Kurd jî li ser pirsa Ferhad Şîrîn bersîv dide û ew jî di bersîva xwe de dibêje : ”Peyva dîn, peyveke kurdî ye. Devera Behdînan û Badînan, dibêjin ku peyrewên Zerdeşt li wê deverê gelek hebûne û peyv jî ango bidînan (mirovên bi dîn). Gelek şûnwar li wê deverê hene. Ku tê de rêbaza dînê Zerdeşt diyar dikin. Eger em bi kurdiya îroyî wê peyvê ravekin, em dikarin bêjin ku peyva dîn ji dîtinê hatiye, ango rast dîtine. Peyva înan jî, ango bawerî pêanîn. Peyva (ol) ji tirkî tevlî zimanê me bûye…” Rûpel - 66
Bi min jî divê di şûna peyva ”ol” de mirov peyva ”dîn” bi kar bîne. Pirsên girêdayê tewandinê de jî di nav beşa pirs û bersîvan de heye. Wek tê zanîn pirsa tewandinê jî pirsgirêkeke ku li ser gotûbêj tê kirin û dîtinên curbecur ji hevûdu gelek cuda têne parastin. Di derbarê peyva ”zimanê zikmakî” de jî Keça Kurd dîtinên balkêş tîne zimên.

Di beşê dawî a pirtûka Keça Kurd de wek peyva dawî di derbarê helbestvanê ciwan Ferhad Şîrîn de gotinên watedar dibêje û pesnê xebata wî, helbestnivîsîna wî dide. Keça Kurd dibêje : ”Zimanê ku Ferhad ev helbest pê nivîsiye, zaravayê kurmanciya jorîn e. Û di asteke gelek xurt û bilind, dûr ji têkelbûna peyvên biyanî (Erebî, Tirkî û Farisî)…bi zimanekî xwerû û paqij…hatiye nivîsîn.”
Ez behsa tevahiya şîroveyên ku di pirtûka Keça Kurd de hatine ravekirin bikim dê nivîsa min gelek dirêj bibe. Baştir e ku xwendevanên kurd van herdu pirtûkên hêja bikirin û bi dor li peyhevûdu bixwînin. Min herdu pirtûkan jî xwendin, hûn jî bixwînin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark