Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: 15 Gulan Wek Roja Ziman Kurd Proz Dikim

 


Konê Re

   Çendî kêfxwwe dibim, dema ku rojnameyekê an kovarekê bi zimanê kurdî dibînim. Ev zimanê dêrîn, yê ku ji dehê salan ve di Rojhilatanavîn de di bin zilm û zora qedexeyê de bû.. Û hêjî, li hin perçeyên Kurdistanê dibin sansor û qedexebûnê de ye..
Dema ku dibihîzim kovareke nû, bi zimanê kurdî tê weandin, pirr kêfa min tê.. û 15ê gulana 1932an, tê bîra min.. Ev roja ku yekemîn car di dîroka Kurdan de kovara HAWARê bi zimanê Kurdî (Kurmancî û Soranî), û alfabeya Latînî di nav kurdan de hatiye weandin.. Ji wê hingê ve, rewenbîrên Kurdan his û hestên xwe bi zimanê dayika xwe anîne û tînin der..


  Bi saya wê rojê û bi saya xwediyê HAWARê Mîr Celadet Bedirxan, roja îro em xwedî alfabeyeke xweser in û roja îro bi sedan, bi hezaran ji rewenbîrên kurd yên ku bi zimanê Kurdî dinivîsînin hene û bi dehan navend, enstîtu û komeleyên Kurdî hatine damezirandin û di xebatê de ne.. Her wiha bi sedan kovar, rojname û malperên internetê bi zimanê Kurdî, alfabeya latînî li seranserî dinyayê çêbûne..
   Ez roja (15ê Gulenê), wek roja zimanê Kurdî dibînim.. Wek ku çawa 22ê Nîsanê bi navê roja rojnamegeriya Kurdî hatiye bi nav kirin, wiha jî bi min xwe e ku roja 15ê Gulenê jî li seranserî Kurdistanê, bi navê roja zimanê Kurdî bê bi nav kirin.
  Bi ahî ez vê rojê bibîr tînim û li gelê xwe pîroz dikim û bi min xwe e vê gotina Mîr Celadet Bedirxan bibîr bînim:
(Heçî em Kurd, me ziman, me zimanekî delal heye û em pê diaxivin, piranîya me ji vî zimanî pêve bi çi zimanî nizanin. Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletî êdî ne wezîfeka exsîye, lê wezîfeka milîye jî, heçî bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe a milî pêkve neanîbe, bi kêrî miletê xwe nehatine ji bo ko mirov bikare xwe ji miletekî bihesibîne divêt bi kêrî wî bêt..).
Mîr Celadet Bedirxan, kovara Hawar, hejmara (40) am/1942.
  Ji Qamilo, ez vê rojê li xwendevanên zimanê kurdî pîroz dikim, spasiyên xwe ji wan kesên ku bi kurdî dinivîsînin pêkê dikim û ji wan re dibêjim; bijîn.. bijîn ji bo peyva kurdî a resen û sed carî mala we ava be.

Konê Re/ Qamilo, 12.05.2021

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 4
Bi Tevah Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark