Ebdûlazîz QasimHer ji destpêka krîza Sûrî ji sala 2011`an ve, gelek hewl ji bo yekrêziya kurdî li ser binyatê peydakirina nêrîneke siyasî ya hevgirtî û hevbeş hatin dan, û di demeke nêzîk de û tevlî astengiyan, hewldan serkevtin bi damezrandina qebarekî yekgirtî bi navê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), bêyî tevlîbûna PYD ji ber nerazîbûna wê li ser rêjeya nûnerayetiyê di nav organ û dezgehên ENKS de.
Herwiha piştî peydabûna nakokiyan di navbera ENKS û PYD, bi
însîyatîfa Herêma Kurdistanê gelek hewldan ji bo nêzîkkirina her du
aliyan hatin rojevê, û di encam de hin peymanên girîng hatin îmzakirin,
lê ji ber pênegiriya PYD, ew rêkeftin di pratîkê de li ser erdê nehatin
bicîhanîn, wekî rêkeftina Hawler 1 di 6.11.2012, Hawler 2 di 12.23.2013,
û Duhok 1 di 10.22.2014.
Di dawiya 2018an û piştî dagîrkirina
Efrînê bi destê dewleta Tirkiyê ya dagîrker û çeteyên terorîst yên
opozisyona Sûrî "îtîlaf", ji aliyê navnetewî destpêşxeriyek ji aliyê
Fransî di destpêka sala 2019 de hat, û herwiha paşî însiyatîfek Brîtanî
jî hat ji bo piştgirîya destpêşxeriya Fransî ji bo nêzîkkirina her du
aliyan.
Piştî dagîrkirina Serêkaniyê û Girêspî di meha çirya yekê
2019`an de, ji hêla Mezlûm Ebdî, fermandarê Hêzên Sûriya Demokrat,
destpêşxeriyek jibo yekrêziya Kurdî hat pêşniyar kirin, û soz da ku ji
bo serkeftina wê bixebite, û wekî gavek ji bo nîşandana razîbûna xwe,
Encumena Niştimanî ya Kurdî di reşmeha 2020`an de careke din ofîsên xwe
ji nû ve vekirin yên ku ji aliyê PYDê ve hatibûn daxistin, kar û
çalakiyên siyasî yên ENKSê hatibûn qedexekirin, û ji encamê
danûstandinên di navbera fermandarê hêzên HSD û ENKS de, yekemîn gera
danûstandinên kurdî-kurdî di nîsana 2020-an de, rasterast û cidîtir û bi
çavdêriya Amerîkî-Fransî destpê kirin.
Li Hesekê di 16''''''''''''''''ê
Cehzîrana 2020''''''''''''''''an de, di prêskonfiransekî hevbeş di navbera ENKS û PYNK
de, bi amadebûna William Robak, balyozê Amerîka yê taybet di
Hevpeymaniya Navnetewî de, û Mezlûm Ebdî, Fermandarê Hêzên Sûriya
Demokrat, ji aliyê her du aliyan têgihiştinek li ser binyatê Peymana
Duhokê ya 2014an hate ragihandin, û pêdagirî li ser berdewamiya diyalog û
danûstandinên di navbera her du aliyan hat kirin ji bo îmzakirina
peymanek berfireh û hevbeş li ser astên siyasî, leşkerî, parastin û
rêveberiyê.
Diyaloga kurdî-kurdî her ji destpêkê ve, rastî gelek
dijberî û bertekan ji hêla dewleta Tirkiyê ya dagîrker û opozisyona sûrî
ya alîgirê Tirkiyê (îtîlaf) hat, herwiha ji ber helbijartinên
serokatiyê yên Amerîka û çend daxuyaniyên nerênî yên cuda cuda û êrîşên
li ser ofîsên ENKSê, danûstandin bi carekî hatin rawestandin.
Piştî
bêhtir ji heşt mehan, ji bo destpêkirina danûstandinên Kurdî-Kurdî yên
rawestandî, balyozê taybetî yê Amerîkî li bakur û rojhilatê Sûriyê,
David Brownstein, li roja 9''''''''''''''''ê nîsana 2021''''''''''''''''an serdana ofîsa ENKSê kir ji
bo gotûbêjkirina destpêkirina diyaloga Kurdî-Kurdî li gel Serokatiya
ENKSê re, di heman demê de pêbendbûna Amerîka ji bo çareseriya siyasî li
Sûriyê û timamkirina diyaloga kurdî dupat kir.
Piştî hatina
serok Joe Biden, wisa xuya dike ku rewşa Sûriyê ji bo rêveberiya nû ya
Amerîkî girîngiya xwe ya berê nîne, û li gor rapora salane ya nirxandina
metirsiyên sala 2021''''''''''''''''an de, raporteke ji aliyê CIA heye li ser
berdewamiya nakokî û krîzên mirovahî û têkçûna rewşa aborî li Sûriyê di
salên pêş de piştrast dike, bi awayekî xuya dike ku bidawîkirina krîza
Sûrî hîn jî di rojeva Amerîkî de nîne.
Li gel vê yekê jî, hin
siyasetên bingehîn yên hevbeş di navbera rêveberiya berê ya Trump û ya
niha Joe Biden de li ser dosyaya Sûrî hene, di serî de parastin û
ewlehiya Îsraîlê û şerê li dijî rêxistina DAÎŞ ya terorîst, herwiha
rûbirûbûna hejmongeriya Îranê li Sûriyê û di navçeyê de, lê dibe ku
mekanîzma rûbirûbûnê ji serdema Trump cuda be, û tê pêşbînîkirin ku dibe
Joe Biden ji bo vê yekê li gel hin welatên mezin yên Ewropî nemaze li
gel Fransa rêkbikeve.
Li gorî hin çavkaniyên nûçegehanî ku niha
şandek ji Wezareta Derve ya Fransa li Qamişlo ye ji bo berhevkirina
serdana şandeke kurdî ber bi Parîsê û dîtina Serokê Fransa Emmanuel
Macron, lê heta niha tiştek nehatiye zelal kirin û li gorî heman
çavkaniyan ku rolek mezin ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
derbarê vê tevgera Fransî heye, nemaze piştî serdana Parîsê di dawiya
meha adara bûrî de.
Îro, doza kurdî li Sûriyê piştî
dagîrkirina Efrîn, Girêspî û Serêkaniyê, û malwêranî, koçberî û têkçûna
barê mirovî û belavbûna korona bi awayekî berfireh li Kurdistana Sûriyê,
berdewamiya rêveberiya xweser bi vî şêwazê tekalî û şikestî pêdivî bi
rêkxistina navmala kurdî li ser hemû astên siyasî, leşkerî û rêveberî
heye, pêdiviya lezgîn ji bo yekrêziya Kurdî heye, bi taybetî heger hat
ku Amerîka li gel Tirkiya û dewletên Erebî li ser doseya Sûriyê
rêkbikevin, ku niha Tirkiya dixebite li ser asayîkirina têkiliyan li gel
welatên Erebî, helbet wê gavê wê berjewendiyên Tirkiya û Ereban
serbikevin û doza kurdî wê tûşî ziyaneke mezin bibe û bi carekî dê
bihête piştguhxistin.