Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Federasyona komelên Kurdistanî li Almaniya

 


Konferansa xwe ya duyemîn online li ser bernama Zoom me lidarxist.
Di roja yekþemê de 04.04.2021 Federasyona komelên Kurdistanî li Almaniyayê konferansa xwe ya duyemîn online li ser bernama Zoom lidarxist.
Piþtî rêveberiya konferansê bixêrhatina hemû endam, komele û mêvanan kir, xulek bêdengî rawestan li ser giyanê pak yê cangoriyên Kurd û Kurdistanê, digel sirûda niþtimanî ( Ey Reqîb ) konferansê destpêkir.
Raporta Federasyonê ji layê berpirsê Federasyonê ve hate xwendin û hat pesenkirin ji layê tevaya endamên konferansê ve, her wisa raporta darayî hate xwendin ji layê berpirsê darayî ve, û hate pejirandin ji layê dêvcûna darayî, û her wisa hat pesendkirin ji layê hemû endamên konferansê.


Hinek guhertinên giring di zagona ( destûr ) Federasyonê de hatin guhertin û hatin pesendkirin  ji layê hemû endamên konferansê ve. Her wisa raporta þêwirdarên Federasyonê hate xwendin.
Piþtî pirs û pêþinyaran hemû amadebûyan desteya hilbijartinê dest bi hilbijartinan kirin û rêveberiyeke nû hat hilbijartin ji heft kesan.
Konferansa Federasyonê bi þêweyekî dîmokrasî û yasayî bi rêve çû û bi serkeftin bi dûmahî hat.
Federasyona komelên Kurdistanî li Almaniyayê di 02.06.2018 li bajarê Wolfsburg hatiye damezirandin wek saziyek civaka sivîl, armanca me ya serekî yekrêziya gotar û mala Kurdan ne, xizmeta revenda Kurdistaniyên li diyasporayê û bi taybetî li Almaniyayê di warê kultûr, çand û zimanê Kurdî de, û xweguncandin digel welatên tê de dijîn, û her wisa xizmeta doza Kurdî li herçar parçeyên Kurdistanê, damezirandina pirên peywendiyan di navbera welat û diyasporayê de, û piþtevaniya doza Kurdî li seranserê Kurdistanê.
Spas û pêzanîn ji bo hemû komele, endam û rêveberiya Federasyonê, her dem serkeftî bin.
Bijî Kurd û Kurdistan

Federasyona komelên Kurdistanî li Almaniya
Kurdischer Rat in Deutschland e. V.
05.04.2021

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark