Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Vejîna Nîştiman

 


Kerîm Perwîzî

Dixwazin ne tenê gul di wê axê de şîn nebin, heta baran jî di wê nîştimanê de nebare da ku welatê me zuha bibe û çiyayên me li hember wan bêne tewandin û dolên me pir bin ji lîm û qobiyê.
Kolonalîzma dagîrker, bi alîkariya bîr û hizra faşîstan, bi salan e êrîş kiriye li ser ax û nîştiman û ruha netewî da ku me bi awayê zelîlî ve bixe qedeman û çavên me li destê xêrên wan be da ku pariyek nan bidine me ku em dûayên xêrê bo wan bikin ku evqas baş in ku nahêlin em li birsiyan bimrin.


Bîra faşîstî û temaha dagîrkarî û tênîtiya xwînmjiya wan salanek dûr û dirêj e ku nîştimana me xistine di bin çekmên xwe yên req de û bi roj xortên me dikujin û bi şevan jî xortên me bi çavên girêdayî di girtîgehên xwe de îşkence didin û bi ti tiştekê têr nabin û em jî bi ti tiştekê dev li daxwazên xwe bernadin.
Îsal tevî hemû ew derdên ku koloniyalîzma Tehranê bo me bi diyarî anîne, hejarî, betalî û birîstî û dorpêç jî ku zêdetir bûn, lê nexweşiya Korona jî derd û mirin zêdetir û zêdetir kir.
Îsala reş ya 1399`an a Rojî, bi qerentîne, bahoz û nexweşiya Korona, giranî û malvêranî dest pê kir û bi weşana li pey hev a belgeyên agehdariya serxweşiyan berdewam bûn û di îsal de sedan û hezaran ezîzên me ji dest çûn. Melika “merg” çadira xwe ya reş di eywan û hevşa Kurdistanê de hilda û axûndên Tehranê jî di xweşiyan de dikeniyan ku Korona jî hatiye û dibe alîkarê wan da ku hem mirin û tirs û givaş zêdetir be û hem jî xelk zêdetir heyrî bimînin.
Lê ya ku ti carî bo wan cihê qebûlkirinê nebû û herdem jî ew heyrîmayî kiribûn, hişyarî û jixwederbasbûna xweştevîtirîn xortên nîştimanê wate pêşmerge bûye ku di kolan û dol, çiya û deşt û neval û bajarên Kurdistanê de digeriyan û peyama berdewamiya berxwedaniyê bo xelkê birin û peyama xweşteviya bajar bo çiya anîn.
Herçiqas dujminan hewil daye ku sal û mehan bi bêhêvayî derbas bike, lê Newroz hertim remz û nîşaneyên mezin ên nîştimana Kurdistanê bûye û agirê pîroz ê Newrozê biruskên meşxela hêviyê ronahîtir û refên xortên canliserdest û xebatê qahîmtir kiriye.
Newroza 2721 a Kurdî, vejîna dûbare ya hêviyan di Kurdistanê de ye û zayîna kaniyan li çiyayan e û mizgînîbexşek cuda bo paşeroja zarokên bajar e.
Newroz, hêviya doma jiyan û gura agirê xebatê zohintir û geştir dike. Newroza 2721 a Kurdî, Newroza vejîn û serhildana şoreşa jiyanê di Kurdistanê de li hemû binyatner û nemaze li tev evîndar û hogrên Rasanê pîroz be!
(Sergotara Rojnama Agirî 394).


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark