Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Dr. N. Dêrsimî- Jînenîgarî/ Autobiography - Beşa Şeşan

 


Ibrehîm Şitlo

Her dem Peyvên Apê nemir Dr. N. Dêrsimî ji min re dibûn agahdarî û Şîret. Wî jî bi armanca min li ser rêk û pêka xebata niştmanperwerî şiyarke, Bûyerêd bi wî re darbasbûn ji min re hewildidan.
Li Helebê du camêr pismamê hev bûn, herdû jî ji serxetê bûn, lê li helebê cîwar bûbûn û ji bo debara jiyana xwe û Zarokan karê paqijkirina Solan li kolana Bab Ilferec dikirin. Min jî çawa zanîbû ku kurdin, bi sedema wan li ser her merg û rihê welatparêziyê agahdar bikim her hefeyek serdana wan dikir, sola xwe li ba wan paqij dikir û axaftina min û wan li ser rewşa Kurdan û carna wilo paqijkirina Solên min bi dirêjî dida hema ji paqijkirina Solan dibû weke civatek nijadî. Wan hedu camêran jî li gor zanebûna xwe ji mi re li ser rewşa meriv û nasêd xwe li nisêbîn û Mêrdînê hewildidan. Carna jî Nûçeyên giring li ser xebata Milletê me li bakurî Kurdistanê digihandin min.


Min ji Apê nemir re têkiliya xwe li gel wan herdû camêran hewildida. Rojekê Doktor ji min re wilo got:
„ Lawê min, tu tu carî li kesekî bi çavên biçûk mêzeneke, her peyak di civata Kurdî de kane bibe kelpîçek ji avahiya rizgarkirina kurdistanê.“
Ezê vê Bûyerê ku bi min re derbas bûye ji lawê xwe re bêjim:
„ carekê Hukûmeta Tirk ez ji bona xebata kurdîtiyê tawanbar kirim û ez bi rûniştina zorê rêkirim Sivasê. Li wir li Jûrekî bi tenê, mafê min tinebû ku ez li gel kesekî bicivim an kesek were serdana min, bi tenê her Roj mafê min hebû ku ez ta 100 – 200 metru nêzîkî cihê rûnştina min biçim derve piyesekim. Min kesek jî li wir nasnedikir.
Li çûyîna min derve dor Mala ku ez lê bûm carekê çavî min li wê nêzîkî li kurek duwanzdeh sîzde salî sandiqa xwe danîbû sol paqij dikirin. Lawikê solpaqijker ji min re bû Armanc û min jî her car ku didît ew bêkare, ez diçûm ba wî ta ku ez dema xwe bi paqijkirina solê xwe hema suhbetê li gel wî xortî bikim.
Ew kurd bû, dûvre ez tê gihîştim ku Sêwîye bi Pûlê paqijkirina Solan xwe û xwişk û birayê xwe pê xwîdî dike.
Carekê ku wî sola min paqij dikir, bi dengekî nizim ji min re got:
Berêz, haye te ji te hebe, yek heye ew nobetê li ser te dike û te dipê ew casûsê Polîsaye. Anaka ji me dûr rawestiyaye lê her çavên wî li teye, carna jî tê nêzîkî cihê tu lêdimînî. Eger carek din tu hatî û ew nêzîk be ezê hema bi çavekî xwe berê xwe ber wî bidim da tu wî nasbikî.
Piştî çend rojan, ku çawa ew kurik sola min paqij dikir, ji min re hêdîka got:“vaye ewa hane û nîvrûyê xwe ber wî kir.“
Ew lawê bi çûk solpaqijker alîkariya min kir, ji ber ku çavê min li bazdanê bû,  ez bi pîlana revê mijûl dibûm ku çawa ezê ji Sivasê û ji nav leppê polîsan derkevim.
Di dawiya Sala 1971 an destpêka Zivistana Sala1972 de (Dem bi durustî nayê bîra min)  Xêzana Dr. Şivan (Dr. Şivan li gora Raman û Aydolocika ku di wê demê de bi nifşê şervanên cîhana sêyemîn re bû, weke Ramanên Rêbazê wê Demê Ernisto Tçî Gîvara divabû Milletê bindest bi cenga çekhilgirtî berxudana li hemberî Kolîdaran bikin). serdana Mala Dr. Nûrî Dêrsimî kir Kurekî wê temenê wî bi texmîna min 3-4 Salî pêrebû.
Xanima Dr. Şivan laş qels û Rûyê wê rengê xemgîniyê dida xuyakirin. bi dengekî nizm û Dilşikestî di axaft.
Xanima Dr. Şivan got: ezê biçim Kurdistanê ba Serdariya Şoreşê j ibo rastiya mirina Mêrê xwe binasim.
piştî bîtirî Heyvekê ew ji Kurdistanê vegeriya, cardin serdana Apê nemir kir. Ez jî li civînekê amade bûm. Dilşikestî bû, ji Bersiva ku ji Serdariya Şoreşa Kurdistana – Başûr- ne qayîl bû, nerazîbûna xwe bi eşkere diyar kir, Kuştina Mêrê xwe weke Komplot didît. Rewşa wê li gel wî Zarokî pir bi Apê nemir nexweş bû. Meriv ji axaftina wê melûl û dilşikestî heznî û dilşewat dibû.
Xêzana Dr. Şivan got : ji Tiştê wî Dabance, Rojnivîska û Pirtokek  wî dane min » Min Dabance ji wan re hîşt, ma ezê Dabancê çawa li gel xwe bigerînim…ezê çi ji Dabancê kim ! »
Apê nemir Dr. N. Dêrsimî bi guh û dilê xwe guhdarî Mîvanê xwe dikir.
Du, Sê Meh derbasbûn Peyak Hate Mala Apê Nemir,ew jî Kurdekî Bakûr bû, Hevalê Dr. Şivan bû *. Xwe bi Navê Soro da nasîn. Lê diyar bû ku Apê Doktor berê bi serdana Soro agahdar bû. wî jî got ez dixwazim ji bo Şopandina kuştina Dr. Şivan derbasî Kurdistana Başûr bim û mebesta çîroka kuştina Dr.Şivan û hevalên wî bizanibim.
Ev Bûyerên nexweş ji Dr.N. Dêrsimî re bûn sedema xemgînîyê, lê dema Soro jê re baweriya xwe die warê xebata rizgarkirina Millerê kurd re digot Apê Dr. gelek kûr …kûr guhdarî Mîvanê xwe dikir, Doktor ne gotina Berêz Soro tew dikir û ne jî rexne li kesî kirin û di qewimandina kuştina Seît Elçî( Genel Sikritêrê Partî Demoqrata Kurdistana Bakûr) û Dr.Şivan(Dr.med. Seît Qirmiztoprak) tevî wê jî hêrsa xwe di dijî tu Alî eşkere nekir, diyar bû ku çi sedema Kuştina Berêz Seît Elçî û çi kuştina Dr. Şivan jî ji Dr. N. Dêrsimî re ne ronak bû,
Wî tenê xemgîniya xwe ji van Bûyeran re dida xuyakirin.
Em car din vegerin ser Avakirina Ziyareta Hannan.
Berêz Îbiş Evdo(Ibrahim Abdo) ji Gundê Metîna- Çiyayê Kurd/ Sûriyê Yê bi Navê :
Ibish Abdo Ênel ji gundê Matina roja Înê karê Imam li Mizgefta Ziyarat Hanan heya mirina wî di dawiya sala 1969-an de xebitî, pişt re çend Salan kurê wî berêz Hanan çavdêriya gora Doktor û Xêzana wî kir.
Dr. N. Dêrsimî aram bû, guh dida gotinên Mîvanê xwe, rast di têkiliyên xwe bi yên din re ser rast û paqij bû.
cîranên wî û mirovên li derûdora wî dilzîz û ciddî û wan jêre rêzdarî dikirin.
Ev helwesta Dr. Nuri Dersemî bû, û wî her gav gotina xwe, ya ku dikete kûrahiya prensîpên wî ên siyasî, ji min re dubare dikir:
„Zêr zane, Zor zane, Zar zane!.”
Bi rastî, min ev gotin kire serê xwe, li Rö, li malö ü her dem pê mijûl dibûm. Ji bo azadiya Kurdan ji min re weke Bingeha tev giring kete seê min, lê min her car piştî ez ji ba wî diçûm min gotinê wî ji xwe re dûbare dikir û digot:
Zêr zane, Zor zane...
lê Zar ... çiye?.
Min dikir nedikir ku ez vê gotinê: Zar zane...şîrove bikim, lê min nikanî bû!.
Ew pirs ji min re bûbû girêka nayê vekirin. Min ji şermî cesaret ne dikir ku ez vê pirsê jê bikim:
Zar çiye?.
Ta ku carekê, Dr. Ji min re li ser têkoşîna Milletê Kurd ji bona rizgar kirin û sexwebûna Kurdistanê di vê demê de şîrove dikir, gotina xwe:
Zêr zane,Zor zane, Zar zane dûbare kir, hema bi hêrsa ku ji demeka zûve di serê mide dikelî min gotê:
Apo, Zêr zane, Zor zane...lê Zar zane çiye?
Apê hêja bi pirsa min Rû geş bû û weke ku tu bêjî ew jî ji zûve li bende pirsa min bû,
 Got ezê ji Lawê xwe re vê bêjim:
Milletê Kurd gelek û bi sedan car ji bona serbestiya Kurdistanê û azadiya xwe helasaye û bi sed hezaran gorî dane, lê em bi serneketin û ta îro welatê me bindest û perçe perçe maye ji ber ku ev sê Mercên:
Zêr zane, Zor zane, Zar zane bi hevre lê nehatine. û Apê min destê xwe yê rastê rakir û cardin bi gotina Zêr zane tiliyê xwe işareta Pera nişan da, Zor zane:Lûla Tifingê nîşan da, dûvre got:
Zar zane, ew jî lêhatina bercewndiyên Dewletên mezin û Ewrupa û qayîl bûna wan bi azadiya me çêbibe, ew jî wê pêkbê eger hêzên Kurda xwe bikin yek dest û li pêş cihanê bikanibn nasnama xwe bidin nasîn. Lawê  min:Zar lêhatina Bercewendiyên Dewletên mezin li gel serbestbûne me be. Yanê divê em di warê diplomatîk de jîr bin û hêzên nav dewletî ji xwe re bikin dost û piştgêr. Eger ne wilo be em nagihînin azadiyê. Bi zorê tenê û xwînrijandinê em nikanin azadiya xwe bigrin.
Di jûreya mêvanan de Tembûrek li dîwêr darliqandî bû, û di seranserê çend salên pêşîn de min nediwêrî - ji rêz û hurmetê - ji wî bipirsim ka ew li tenbarê dixe an ji muzîk û Hunermendiyê hez dike, heya rojekê ji ber ku hinek Mêvanê taybet hatibûn serdana Doktor, em ji salonê derbasî oda Mêvanan bûn û li wir man ta ku Mêvan çûn oxira xwe. Ez û wî bi tenê man.
Apê berêz ji cihê xwe Helsa, berê xwe da warê tenbûr li ser derligandiye, Tenbûr ji wir daxisti û wî dest bi lîstika têlên tenbûrê kir, hêdî, hêdî piştî ku saz lê anî bi dengekî zelal û kûr ev stran got:
Dilo yeman, Dilo yeman,
Çiyan girtî Berf û Dûman,
Mera bişînî Şahî merdan
Ew Dermanê hemî Derdan!
Piştî ku wî lîstika tenbûrê bi gotinên Cenga Dêrsimê re bi dawî kir, wî ji nêz ve li min nihêrî, û bi dengek kûr ji min re got:
“Lawê min bizanibe ev ji bona te bû, ez bi gelemperî li ber çavê kesî bi Tenbûrê naleyizim.“
 
 
Kurdish&Islamic Studies
Ibrehîm Şitlo
14.03.2021


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark