Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Ezbenî! Çend Xilmaþî!

 



Konê Re‏

Ezbenî! Gotin di dawiya ‏evê de digrîn..! Bêdengiya me, vî heyamî dilewitîne..! Ev heyamê ku em ji bo wî distirên, ew serê xwe ji me re dihejîne û di ber xwe de dibêje; pepûk..! Wa weylê..!!
Ezbenî! Her ku di rew؛a civaka xwe de diponijim, xwe himberî civakê biçûk dibînim, herwiha himberî desthilatê û maldaran zirz û tund dibim û di encam de pêwîst dibînim ku ez li rastiya civaka xwe vegerim û di derheqî civak û dîroka xwe de binivîsim..


Erê ezbenî! Em tev dibin bandora malbata xwe, herêma xwe û welatê xwe de dijîn. Ev dîroka ku bi zilm û zordariya dagîrkeran, cehalet û nezaniyê hatiye neqi؛andin û pi‏ta me ‏ikenandiye.. Pêwîste berî her ti؛tî, em bi tev hawan li rastiya xwe û civaka xwe bigerin, fam bikin û wê rastiyê bi mêranî û zanebûnê li ber çavan raxînin û di ber pê‏ketina civaka xwe de xebatê bikin..? Zanîn bingehê herî giring e ji pê‏ketinê re?
Ezbenî! Ev rêbaza ku min daye ser, li perwerdeya bavê min vedigere.. li hezkirina wî ji Barzaniyê nemir re vedigere.. Wî nehi؛t ez û birayên min ji rêka kurdperweriyê, qencî û mirovahiyê bidûr kevin. Her dem ji me re digot: "Teyir ba‏ e bi refê xwe re". غ her ku em jê dadigeriyan, wî em lê vedigerandin. Erê her wî rêka durist ؛anî me dida. Her dem, ؛îret li me dikir û ji me re digot: Lawo! Eger kesekî me hebe Mela Mustefa Barzanî ye.. Lê lawo! Ev hikûmet bê ewle ye, ‏iyar bin; "Ku ba hat kevira bidêrin ku ba nehat guh bidêrin!". Belê, bavê min mamosteyê min bû û her û her ez ê deyindarê wî bim. Ezbenî! Di nav roj, meh û salan de mezin bûm û dara jiyana min, ev berê ku hûn dibînin girtiye.. Ez ‏a‏ bibim jî, ji kîsê xwe ‏a‏ dibim, ne ji kîsê kesekî din.. Mineta kesekî li min nîne.  Kelehên bilind zû naherfin.. Gulîstanên Nêrgiziyan bi qir‏ û qalan nalewitin.  
*         *          *
  Ezbenî! Carekê, li Beriya Mêrdînê li nêçîrê digeriyam.. Li kêleka Nisêbînê ji ba‏ûr ve, çav bi xezalekê û du xif‏ên wê ketim.. Xezalê bi evîndarî ji herdû xif‏ên xwe re stran digotin.. Bi guhdariya stranên wê re, ez ji desthilanîn ketim; min tivinga xwe li kêleka xwe danî, çixareyek vêxist û dûyê çixareya min bi ser serê min de bilind bû..
  Ezbenî! Em herdû -ez û dem- ji kevinbûnê riziya ne..! Bêtir ji dimsa tiriyê Omeriyan.. bêtir ji çîrokên Dêwê heftserî.. bêtir ji ‏ax û paxên dara اinarê..! غ em wek pelên dara اilo dihejin..! Tevî ku, em herdû wek du rêwiya ne, Payîz û Zivistan jî, ji ser pi‏ta me danakevin; her kêlîk, her roj, her meh ji me qut nabin.. Bi me re dikulkulin û pelên darên xwe yên zer, bi ser dil û hu‏ê me de dadiwe‏înin..!
  Ezbenî! Min ji demê pirsî: Ev avahiya bilind ya ku binê wê xak e û banê wê asmane û ji çar hawêr ve dirêj û fireh dibe, ya kê ye gelo?! Bersiva min neda, bi lez û bez derbas bû û wek her carê ji ber çavan nebedî bû.. Min jî, serê xwe berda ber xwe û di xwe de ponijîm.. Dawî, min naskir ku ya wan mirovên ku xebat û bizavê di ber çakî, qencî û spehîbûna mirovahiyê de dikin.
  Min ji demê pirsî; karê te çi ye?! Bersiva min neda, lê wek roka li esman keniya û wek heyva çarde‏evî di nav ewran de nebedî bû..
Min ji kalê 80î salî pirsî; te dinya çilo dît? Serê xwe kir ber xwe de û got: Lîska zaroka ye..

  Qami؛lo, 13.03.2021

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.4
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark