Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Wek dihatin wa diçûn

 



Þefîq Îsa

Destevala rût û tazî
Wa dihatin ,wa dirin
Kê çi dahev ma li þûnê
Dawiya bûnê mirin
Em bi çavên xwe dibînin
Ên berî me çi birin


Ka kesên xwe xurt didîtin
Ên digotin em pir in
Ên ku dane ser dilên hev
Pêl serê hevdû kirin
Hin li gerdûnê dibin pûþ
Hin bi tundî agir in
Devbixwîn in ,lev bi kîn in
Berxik in , hin jî gur in
Ka berîk û kanî torba
Kanî mewdan, kanî kan
Ka li ser hev kom dikir te
Bi lepan û kodikan
Hin bi fêla hin bê þêla
Hin xap û hin çekan
Ên serî w bêvil dihildan
Ketne bin axê þikan
Ên keda xelkê dixwarin
Bûne para kurmikan
Ên xelik riswa kirin pir
bûne mîna kûçikan
Te ji xwe bawer dikir ku
Tê bimînî sermedî
Çarenûsa ên berî te dîtibûn
Va ye te dî
De bibêje na mi` navê
Ev mirina bêxwedî
Ma tu karî dest û lingan
Ji jiyanê bernedî
Ma tu çawa rût û tazî
Ji kesî nake fedî
Sed mixabin be li payê
Dawiyê bûye bedî
Çav û guh û dev û mêjî
Bê mefa çûn nebedî
.....

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark