M.Emîn Sadûn Weke tê zanîn, ku her tişt di şihîn û qapana hevkêşa siyasetê de bi encaman tê kêşan û nerxandin. Ji ber ew rê û rêkarên rêxistina siyasî di pêvajoya xebata xwe de dişopîne, çi be jî, ne ev e mijar û merema me û ew nakeve dan û standinê, û eger hat jî û li vê yekê hat vegerandin, wê tenê ji bo serastkirin û gera li peyî şaşî û kêmasiyan be. Lê tişta girîng ew e, ka şop û şûnmayên wê rêxistinê li ser rûyê erdê çi ne û çi di têvajoya karê xwe de li şûn xwe ve hiştiye û çi destkeftiyên berçav û guncaw bi destve anîye...
nebûna pirojeyên sergihayî û nivîsandî ji piraniya rêxistinên me yên
siyasî re ta vê demê, ne tenê cihê daxê ye, lê belê cihê pirsê ye jî??!!
tenê bi gotinên devikî, pesnê dîroka xebata xwe û xwe binavkirina navên
mezin û xwediyê pirojeyên giran û xwedî derketin li rêbazên pîroz, tev
ji rêxistinê re nabin hêz û xurtbûn û li ser rûyê erdê cih nagirin û
hêzê jî nadin karê partiyê, û nexasim, dema ked û karekê durist,
bizanebûn û bê rawestan li peyî wan têgeh û zarwazan nebe.
Divê em
baş têbigihin, ku dema xwedîkirina Milet li ser hêviyên kawî û siloganên
bawî derbas bûye û serdema semaya li ber dengê aşê omîdan û hêrana
arvanê gotin û têgehan nemaTêrên arî dadigirin , û firoştin û kirîna
peyîv û gotinên bê bingeh ji heval, hezker, piştevan û alîgirên xwe re
berhem nayîne. Rexne û rexnegiritn pirosêseke ji bo nûjenkirin û
vejandinê ye. Ka partî û rêxistinên me, ti carî li xebata xwe ya borî
vegerane û ezmûna karê xwe rexne nekirine û li ser kêmasî û şaşiyan
rawestane, vajî wê yekê her wextî sedemên têkçûn û şikestinên xwe
avêtine sitûyê aliyê rikeberên xwe ve. Weke carê rêjîma Ba`as, tevaya
ne serketin û paşdemayîna xwe dikir di sitûyê Israîl û Impiryalîzmê de û
ew ê bi xwe têkiliyên nehênî bi wan aliyan re ava dikirin û bê wan
gavek jî nediavêt. Ev yeke tev piştî bûyerên Sûriyê ji her kesî re hatin
zelalkirin.
Bi kurtî nebûna pirojeyê sergihayî yê rêxistina siyasî,
di hemû waran de, warê siyasî, bazirganî, çandî,
civakî,ramyarî,rêxistinî, leşkerî, zanistî, rêbazên xwendinê, abûrî û
ragihandinê, mirov nikare bêje ew partiyeke siyasî ye û wê hêvî jî li
ser werin avakirin û girêdan. Hingî nabe rêxistina siyasî, lê dibe
xesandina hiş û mejî.