M. Emîn Sadûn Di destpêka þoreþa Sûriyê de, û ji ber kar û çalakiyên me yên berçav, em çend karmend di dezgehên dewleta Sûriyê de, jikar hatin avêtin.
Pêþiyê Encûmena Niþtîmanî ya kurdî beryareje lez stand û em agehdar kirin, ku wê mûçeyê me yê salekî bide me û di cih de yê sê miha jî da. Berî sala me bidawî bibe, me dît ku wê tê gotin ku Hevpeymana Rikeberiya Sûriyê, ji vir û pêve wê mûçeyên me bigirê sitûyê xwe.
Li vir, beryarên jikar avêtina karmendan xwestin û pêre hin
belgehên dî jî, û me jî kaxetên xwe tev de li gorî daxwaza wan ji wan
re þandin. Piþtî demekî ji mere hat gotin ku navê hin ji wan karmendan
rêkirne û heyvane sed û pêncî dolar ji wan re hatine terxankirin û wan
mûçeyê çend mehan standin. Lê navên me çend karmendan di wê lîstê de
nehatibû.
Li vir û li wir me pirsî; ka çima navê me hatiye jibîrkirin??
Ji
min re hat gotin ku têkiliyê bi mamoste, Omer Remezan bavê Lava re,
bike. Piþtî çend carî min têkilî kir û hin kaxet ji min xwestin, min jê
re rêkirin, navê min careke dî nehat û dawiyê mamosteyê navborî, ji min
re got: navê te nehatiye qebûlkirin ji ber dibêjin tu ecnebiyê Hesekêyî û
ji ber wê jî mûçeyên te nadin te.
Lê, min lêvegerand û got: ku herdu
serkirdeyên rikeberiyê, Esed Mustefa û D. Riyad Hicab, dema ku herdu
wezîrên çandinîya Sûriyê bûn , wan herduyan girêbestên kar bi min re
imzekirine û ez karmend bûm bi girêbesteke þarezayî di wezareta
çandinîyê de, li serdema rêjîma Sûriyê. Çima li serdema rikeberiyê
danpêdanê bi min nakin ku ez karmend bûm...hingî min gotarek nivîsand bi
sernavê; hikumeta Ehmed Tu`ime ya berwext a rikeberiyê gelekî ji
hikumeta Beþar Esed regezperestir û þofînîzimtir e.