Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Careke din Bîranîna Mîr Dr. Kamîran Bedirxan

 


 Konê Reþ

  Ezbenî! Di roja 04.12.2020an de, 42 sal di ser roja koçkirina Mîr Dr. Kamîran Bedirxan re derbas dibe.. Ew jî, wek bav, piraniya ap, bira û pismamên xwe di miþextî û zîvariyan de miriye..
Werin.. Erê werin em lehengekî din ji lehengên welatê birîndar bibîr bînin.. yê ku tev jiyana xwe ji Kurd û Kurdistanê re terxan kir; bi serketinên welatiyên xwe re geþ dibû, bi têkçûnên wan re, xemgîn dibû û dil û hinavê wî dihat givaþtin..
  Xwendevano! Ku ez û te yekî wek Mîr Kamîran Bedirxan bi bîr neynin, ma wê kî wî bibîr bîne..?! Miletê ku lehengên xwe jibîr bike, wan di ser guhên xwe re bavêje, ew milet nexercê jiyanê ye..


  Wî jî, ji Stenbolê destpê kir.. Bi Mêcer Nowêl re li Kurdstana bakur geriya.. Navê wî jî di lîsteya 150 kesî de, bidarvekirinê hat derxistin.. Digel bav û biran, xwe li mîrekên Berazan (Meqtelê), girtin.. Li Almaniya xwendina xwe bir serî.. Li Beyrûtê  kovara (Roja Nû) û rojnameya (Stêr) weþandin.. Li Parîsê, di zanîngeha Sorbonê de dersên zimanê kurdî dan û zimanê me parast.. Li Ewropa, nûneritiya þoreþa Barzaniyê nemir kir..
  Wek ku min got Mîr Dr. Kamîran Bedirxan di roja 04.12.1978`an de li Parîsê koça dawî kiriye û berî mirinê, termê xwe kiribû diyarî ji fakultên bijîþkî re li Parîsê.. Anku ew bê gore!
Di lihevhatina 11ê adara 1970î de, generan Barzanî jê xwest ku bibe cîgirê serokê komara Îraqê.. lê ew razî nebû, xwest ku bi tenê mamostayê zimanê Kurdî be, di dibistaneke çiyayê Þingalê de..

 

  Derbarî eþqa wî ji xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî re, werin, em van gotinên wî, yên ku di kovara wî (Roja Nû), hejmara (11) sala 1943 belavbûne bixwînin:
"Xort bin, pîr bin, heçî nezan in divê, dest bi xwendin û nivîsandina zimanê xwe bikin; û ne bêjin qiweta min na gihe vî îþî; ez heq ji vî îþî dernayênim. Tiþtê ko zaroyên heft, heþt salî dikarin, xort û mirovên sere jî dikarin. Gerandina îþ û karên me, heke ji destê me na ye; îþ û karên me naçin serî, dawiya me di destê xelkê de perîþan bûne.. Di Bêrûtê de dibistaneke kurdî heye; panzde mirov ketine vê medresê; di nav wan de xortên bîst salî û peyayên çel, çel û pênc salî hebûn. Ev di nav sê mehan de hînî xwendin û nivîsandinê bûn û îro Hawar û Ronahiyê dixwînin. Xebat þêr e, te dest avêtê dibe rovî".
  Belê ezbenî! Çendî em Mîr Dr. Kamîran Bedirxan û kesên wek wî, bibîr bînin û bîranînên wan du gisin û sê gîsin û çar gîsin bikin, em qenciyê bi xwe dikin û em nifþên nû agahdar û serwextî pêvajoya kurdîtiya resen dikin. Dawî, bi min xweþ e ez bêjim; bi hêvî em ku em ne zindîkuj bin û mirîhez bin.
Wêne: Mîr Kamîran Bedirxan û kebaniya xwe li Beyrûtê/ 1071, di mêvandariya Hecî Þêxo, serokê Civata Kurdî a Qenciyê de.
Qamiþlo 2/12/2020


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark