Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Pirtûka Dr. Evdilmecîd Þêxo: Kurtelêkolînên wêjeyî

 


Cankurd

Dr. Evilmecîd Þêxo yek ji wan rewþenbîrên Kurdaxî ye, ku bi salan e, ketine berdestiya çand û zimanê Kurdî. Ew pir ji zû ve bi Kurdiyeke zelal dinivîse û gelek berhemên hêja di warê lêkolîn û zimanê gelê de ji me re lêkirine.
Di va pirtûka xwe ya dawî de lêkolîneke ciwan e di warê berhemên mestirîn sê helbestvanên me yên klasîkî de: Ehmedê Xanî, Feqê Teyran û Melayê Cezîrî, em dixwazin pir bi kurtî li ser nasdana vê pirtûkê çend rêzikan binivîsin.


Navê pirtûkê “Kurtelêkolînên wêjeyî ye, ji 188 rûpelan e, ji aliyê weþanxane ya Sersera ve li Berlin, ku xwediyê wê Dr. Med. Beþar Moustafa ye, îsal (2020) hatiye weþandin. Bergê pêþîn kak Reþad Yousif amade kiriye, bergê paþîn jî bi wêneyekî nivîsvan hatiye xemilandin, ku her wekî xwe bi rûkenîn û hêvî dixuye. Mera dikare vê pirtûkê ji weþanxanê bixwaze bi rêya vê e-mailê bixwaze, û jimareya wê ya fermî eve: ISBN: 978-3-96640-121-0. Pirtûk ji aliyê lêkolînerê hêja: Elî Cefer ve bo çapkirinê hatiye amadekirin.
Di vê berhemê de, ku bi qebareyekî (h’ecmekî) piçûk e, lê pir xweþik û serkeftî çêbû ye, van berhemên kubar heye:
-Rola Ehmedê Xanî di wêje ya Kurdî de
-Rola Feqiyê Teyran di wêje ya Kurdî de
-Rola Meleyê Cezîrî di wêje ya Kurdî de
Di bin her parekî de ji van hersê birrên pirtûkê, gelek babet û lêkolînek bi þirovekirin hene, ku berhemê maldar dikin. Pêwîste jî em bidin nasîn, ku pêþgotina berhemê ji aliyê nivîsevan ve hatiye lêkirin, û di rûpelên dawî yê pirtûkê de, nivîsevan nêrîna xwe ya bi giþtî aniye zimên, jêderên bi kêrhatine dane xuyakirin û navêd 21 berhemên xwe yên ku berî vê pirtûkê nivîsîne dane qelemkirinê. Ji wan mirov dinase, ku Dr. Evdilmecîd Þêxo yeke ji rewþenbîrên navdar ên gelê me û gelê me yê Kurdaxî bi wî serbilind e. Em her omêdwarin ji wî, ku hîn gelek berhemên dî yên hêja bo þagird û xwendevanên çand û zimanê Kurdî binivîse, lê ya giring ewe, ku xort û keçên me berhemên Kurdî bixwînin û ji ber vê yekê ez ê vê axazê ji wan bikim: Her mengekê bi kêmtirîn pirtûkeke bi zimanê day û bavêd xwe bixwînin, netewe ya zimanê xwe winda bikin, mafê wê di azadiyê û serxwebûnê de tune ye.
Mala te ava, hêja Dr. Mecîd
Silavek ji dil
05.11.2020

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark