Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ezbenî! Bela Em Xizmetkarên Zimanê Xwe Bin!

 


 Konê Reş

  Ezbenî! Naxwazim di van rojan de liqata tîpên ziwa bikim û tîpan bi kotekî di pesnê zimanê xwe de durêzî hev bikim.. Bi min xweş e ku ez serê hespê xwe berdim, li kîjan bajarî, taxê û navtarê disekine, bela bisekine..
  Ezbenî! Bi derbasbûna roj, meh û salan re derfet mezine ku mirov li xwe vegere, li rojên xwe vegere, li deftera edrêsên xwe vegere û rûpelan biqulpîne; carekê bikene, carekê bigirî û carekê keseran li ser xwe û civaka xwe yê bêrî vede..!



  Ji rexekî din ve, gazindan ji xwe û civaka xwe neke û nebêje; gerek ez gur bama da ku guran para min nexwara.. Bêguman gelek kes di ber te re derbas bûne, te xwe bi wan re westandiye, çax û demên xwe di ber wan de derbaskiriye.. Li vê yekê jî poşman nebe û ji xwe re bêje; civak guleke min bîn kir bela hevalên min jî bin bikin. Erê, ku te bîn kiribe, bela hevalên te jî bîn bikin.. Ezbenî! Ne tu bi tenê li ser wan kesên ku koçkirine digirî..?! Dibe ku giriyê te yê mezin li ser wan kesên ku hêj saxin, li ber çavên te diçin û tên, tu digirî..!! Ji ber ku ew di dil û wijdanê te û civakê de di kêferata mirinê de ne.. pîkola mirinê dikin, dilê te bi wan dişewite..
*       *       *
  Ezbenî! Berî pêlekê ji min pirsîn; Nivîskar kî ne û nivîskarê Kurd kî ne? Min li wan vegerand: Nivîskar; ew mirovên xwedî zanîn, serborî û serwextî ne.. his û hestên wan tenik û nazik in.. bi vîn û deyax in û bi şert û mercên nivîsandinê milevan in. Dema ku yek ji wan, his û hestê xwe derbarî welat û welatiyên xwe, ji şîn û şadiyê bîne ziman, nikare ku ne rast û durist binivîsîne; çi helbestê be, çi romanê be an şanoyê.. Mirovê nivîskar dijî zulm û zorê raweste, berjewendiyên civakê di ser berjewendiyên xwe yên kesayetî re bigire. Dûrî xal û xwarzîtiyê, ap û birazîtiyê ye.. Armanca wî belavkirina dadmendî û heqiyê ye. Bi wateyeke din, nivîskar mîna pêxembera ne. Xemxurên civaka xwe ne, ji civaka xwe re rêzan û rêberin..
  Belê nivîskarên Kurd, digel van şertên mercên ku min gotin; ew mirovên ku bi zimanê kurdî dinivîsînin. Bi şîn û şadiyên welat û welatiyên xwe re digirîn û dikenin. Di nivîsên xwe de çakiyên civakê pesin didin, xerabiyên wê radixînin ber çavan û di navbera çakî û xerabiyan de rêkên çareseriya pêşketinê şanî welatiyên xwe didin..
*       *       *
  Ezbenî! Naxwazim kes xewnên min bikuje, maka hêviyên min perîşan bike û bi kîn û zikreşî dergehê rûpelên min î ku bi dewêta pênûsa min, di pesnê ziman û rewşenbîriya min de pişkivîne, bilewitîne. Ezbenî! Bela em xizmetkarên ziman û rewşenbîriya xwe bin, ji welatiyên xwe de xizmetkarên mirovahiyê bin.. Erê xizmetkarên mirovahiyê bin.. Ezbenî! Çendî asoyê serwextiya mirov fireh û mezin bibe, wiha barê wî giran û berpirsyariya wî mezin dibe..
Qamişlo, 24.10.2020

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark