Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

rok: Lan pnekir

 


Zîlan Hemo

Min xwe dabû pit dîwarekî ji kevirên reên çeqmaqî, qasî min bi kerb destê xwe li dîwar quvetibû xwînek henarî diniqutî nav her du lingên min ên ku ev sê sal in xwîn di wan de neherikiye, lêvên min dilerizin...qirika min dêiya...dilê min bi min diewtî bihtirî dilê min bi wî zarokê ku beriya çend rojan pêlî mayînê kirî biewite,  wî jî weke min her du lingên xwe hûnda kiribûn lê hîna dilê xwe hûnda nekiribû.
Min digot xwezî  dema ez  weke te zarok bûma min lingê xwe hûnda bikirana , xwezî min me taim nekiriba, xwezî min xweiya bazdana nav zeviyan nedîtiba, xwezî min xeyal nekira wê rojekê ez bi destê wê bigirim û di daweta xwe de serê govendê bigerînim, xwezî beriya min dilê xwe daba min her du lingên xwe ji destdabana, xwezî dilê min jî weke dilê te bi kirîna kursiya astengdariyê kêfxwe biba, nizanim çawa dilê zarokekî pêlî mayînekê kirî dikare bi kursiyeke astengdariyê kêfxwe bibe, wekî ku bavê wî jê re lîstokek kiriye bi kursiya xwe re dilîze û xwe ji hevalên xwe bextewartir dibîne ji ber ku kursiya wî heye û yên wan tenê pêlavên wan yên qetiyayî hene.


Ev sê salên min in êdî çongên min riziyane her ku ez xwe di nav erd û zeviyên gundê xwe de bikînim û bixwiînim, çiqasa gundiyan hewl da bihêlin ez jî vê kursiya neiletî bi kar bînim min qebûl nekir.
Ditirsim...ji ber hîna hêviya min nemiriye, û ez li benda wê rojê me ku careke din ev lingên xwînsar bimein, lê hêviyên nayên, xwediyên xwe biqasî derengiya xwe dikujin.
Niha ez di dilê xwe de diaxivim û hûn tenê dibihîsin, xwezî min kariba biaxiviya, ezê biqêriyama û bi dengekî ji dengê dîkê me bilintir...na bi dengekî ji dengê kuçikê mala wê bilintir min biqêriya û bila gotin jî derneketa tenê ewtiniyek ba, tenê min kariba bigota êa dilê min îro ji êa teqîna wê mayînê xerabtir e.
Kerasekî spî li xwe kiriye, dihesim kefena min e li xw gerandiye...bayekî tuj tê, mûyê laê min dilerizîne, dihesim sorka serê wê ji serê wê difire û tê li dora stûyê min digere, dikim bifetisim û qirika min diewite.
Hêsrên wê yên di bin sorka wê de dilop dilop ser birînên min yên kevin de tên  û birînên min kêl bi kêl vedikin.
Ji nikevê de dengê daholê tê di guhe min de dibe dengê teqîniya wê mayînê û dengê tilîliyên jinan dibin wek çizgîniya bêdengiya pitî teqînê.
اavê min li wî zarokê li ser kursiya astengdariyê dikeve, dibînim çawa bi dawetê kêfxwee û bi kursiya xwe li kêleka bûkê re diçe, ger min qebûl bikira ez jî ser kursiyekê bijîm wê îro negotana hiên wî jî bi lingên wî re çûne? Ma ewê îro ez li ûna zava tevî kursiya xwe ya hesinî ber bûkê bama?
Ger lingên min hebana minê serê dîlanê bigirta û bireqisiyama, wekî dayîkeke zaveyekî xwe binax dike minê bi dilekî ewitî û bikerb bilîlanda.
Ji  zava dihesidim ku lingên wî hene, diya zava çavînkek bi qemîsê wî de kiriye, çima du çavînk bi her  du lingên wî de nekirine?
Wekî dîmenekê ber çavê min çê dibe: Zava dimee...pêiya bûkê direqise...pêlî mayînekê dike...her du lingên wî jê dibin...na na bila bimire... zave dimire û bûk jî...na na dûr be, titek bi bûkê nayê lê... lê êdî ew jî nas dike ku mayîn ne tenê dijminên min in, mayîn wê her evîndarekî dil bikeve wê, bikuje, dilê mayînan ketiye te bûkê, lewma zaveyên te yek bi yek dikuje.

19.9.2020


 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 4
Bi Tevah Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark