Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Salźn Mūnixź yźn biraderan Celadet ū Kamiran Bedirxan

 


 Dr. Bîrgît Ammann
Wergera ji elmanî: Sîrwan Hecî Berko

Celadet û Kamiran Bedirxan li gel biraderê xwe Sureya wekî navdartirîn dilxwazên neteweperweriya (nasyonalîzim) kurdî yên dema wan têne naskirin. Ew di 1897 û 1895ê de, dora 25 salan pižtî mirina bapîrê wan ê navdar, mîrê Botan ê dawî, ji dayik bûn. Bavê wan Emîn Elî bû, yek ji gelek kurên mîrî, ku bi xwe jî netewperwerekî kurd ê germ bû. Herdu birader di 1922ê de ji Dewleta Osmanî reviyan û di çiraya pêžîn a heman salê de gihan Elmanyayê. (Wêne: Kamûran, Sureyya û Celadet Bedirxan(.


Ji bo wan û ji bo gelek neteweperwerên kurd ên din, standina Konstantînopilê (Stenbol) ji aliyê ležkerên Mistefa Kemalî ve bû sedema bingehîn a koçberiya wan. Mistefa Kemalê ku di 1934ê de pažnavê Atatûrk bi xwe ve vekir, di îlona 1919ê de fermana girtina wan biraderan dabû. Di wê demê de, herdu beždarî žandeke Noel bo pižtgiriya neteweperweriya kurdî bûn, ku bi pižtgiriya brîtaniyan pêk hat û ji aliyê sultanî ve bi kêfxwežî hate pêžwazîkirin. Ev žandek bi navê beždarê nûner, mêycerê brîtanî Edward Noel, ku dilxwazekî mezin bo hewldanên neteweperweriya kurdî bû, hate naskirin. Ev yek gelekî istifzazî bû, çimkî ew di heman dema lidarketina Kongreya Sîvas de, ku ji bo tevgera neteweyî ya tirkî ya Kemalî pir giring bû, pêk hat.
 Celadet sedemên reva xwe ji rojavanas Karl Sûshaim re diyar kirin: Sûshaim di pirtûka xwe de dinivîsîne, ku Celadetî ew agahdarî serhildana kurdî ya li Meletî kiribû, ku wî û malbata wî serkêžiya wê kiribû. Herweha Celadetî diyar kiribû, ku bežek ji malbata wî di Mosulê re sînorê osmanî derbas kiribû û beždarî serhildaneke li herêma wê derê bûbû. Celadet ji Sûshaimî re gotibû, ku dadgeha Sîvasê biryara kužtina wî standibû. Sûshaim berdewam dike û dibêje, ku li Mûnixê tirk û osmaniyan ji ber wê biryara dadgehê xwe ji Celadetî dûr dixist.
Li Mûnîxê, Celadet û Kamiran gihan birayên xwe Tewfîq û Safder, ku bi kêmanî salekê jiyana xwe li wir derbas kiribûn. Berî bidawîbûna mayina wan, biraziyê wan Heqî, kurê birayê wan ê mezin Sureya, tevlî wan bû. Safder di 1927ê de li Mûnixê ji ber nexwežiyeke organa bêhnê mir û tê gotin, ku ew li bajarê Haydilbêrgê hatiye binaxkirin. Pižtî mirina Safder, Tewfîq vegeriya Stenbolê, bû mamosteyê zanîngehê û di sala 1963ê de mir.
Di sêmêstera havînî ya sala 1923ê de, çar meh berî imzekirina Peymana Lozanê, ku çarenûsa kurdan pê ve girêdayî bû, herdu birader bi jimarên 2573 û 2574 di doseya xwendekaran a Zanîngeha Mûnixê de hatin qeydkirin. Wekî bežê xwendinê li ser qaxeza wan «Maf» hatiye nivîsandin. Celadet tenê ta sêmêsterê zivistanî 1923/24ê ma qeydkirî, Kamiran ta sêmêsterê zivistanî 1924/25ê. Žêweyê nivîsandina «Bedr-Chan Kamuran Aali» û «Bedr-Chan Djeladet Aali» li ser qaxeza zanîngehê ji žêweyê nivîsandina li ser qaxeza birayê wan ê ji wan piçûktir Safder, ku xwe di 1922ê de li zanîngehê qeyd kiribû, cudatir bû; eî «Bedrkhan» nivîsandibû.
Kamiran û Celadet Konstantînopil (Stenbol) wekî bajarê xwe yê jidayikbûnê qeyd kiribûn. Ev agahiyên ji aliyê wan bi xwe ve di daristana agahiyên cuda de, ku di lîteraturê de peyda dibin, nîžaneke xwedî wateyeke balkêž e.
Dersên zanîngehê, ku herdu biraderan xwe di dema xwendina xwe de ji bo wan qeyd kiribû, asayî di qaxezên dersan de dihatin qeydkirin. Lê belê ew ji ber žerî winda bûn. Wekî din jî ti agahiyên bêtir di eržîva zanîngehê de peyda nabin.
Navnîžanên ku di qaxezên wan de hatine nivîsandin, heman navnîžanên ku Celadet di pirtûka nivîsên xwe yên rojane de nivîsandine: Biraderê piçûk Safder, ku wekî Tewfîq berî hatina Celadet û Kamiranî ji bo xwendinê hatibû Mûnixê, li cem profesorekî li «Gietlstraße 4» dijiya; li ser Tewfîq tenê naskirî ye, ku ew li taxeke Mûnixê bi navê «Nymphenburg» dijiya.
Rûnižtina biraderan li Mûnixê ketibû dema krîsa aborî ya pir xerab, ku bi derketina Sosyalîzma Neteweyî re hat. Di wê demê de, li Elmanyayê rewžeke pir tevlihev peyda dibû û herweha inflasyonê hižt ku nirx di çend seetan de bêyî ti pîvanan ta ku jê hat bilind bibin. Ji aliyê aborî ve, rewža herdu biraderan ne zêde baž bû, ji dema ku pereyên ji Tirkiyê li ser wan qut bûn. Celadet ji kolonêlê brîtanî Elfînston, ê ku wî û Kamiran ew di žandeke Noel de nas kiribû û ew demeke dirêj bi wî re di têkiliyê de bû, re gotibû, ku wî xwe bi karên di bexçe û xwaringehan de, di rengdana xaniyan û herweha çapxaneyan de, jiyana xwe derbas dikir. Di qaxezên zanîngehê de diyar dibe, ku herdu biraderan ji bo xwendinê pereyine kêmtir didan zanîngehê, ku belgeyeke din e ji bo rewža wan a aborî ya xerab.
 Ji pirtûka Celadetî ya nivîsên rojane mirov dikare nas bike, ku herduyan di salên xwe yên Mûnixê de bi wateya gotinê birçî diman û ji sermayê diqefilîn. Di herdu mehên rûnižtina wan de, herdu bi hev re di odeyeke mûbilkirî de li Obermenzîg – wê çaxê gundek ji derveyî Mûnixê – dijiyan, ku ji ber sermaya di hundirê wê de, ew ji bo xwegermkirinê direviyan lokalekê. Li aliyekî din hatiye nivîsandin, bê çawa wan gelek rojan tenê bi nanê erzan û reçelê xwe li ser lingan dihižtin. An jî çawa Celadet hewl dida, qulên di pantelonê xwe de bi paçikekî bidirû, ku wî bi xwe ji bo paqijkirina kemana xwe peyda kiribû. Pižtre, divyabû ku ew cilên xwe yên ihtyat bifirože, da ku deynên xwe yên kirê bide. Li gorî rewža wan a eslî ya mîryane, hetmen ev yek ji bo herdu mîrên ciwan rewžeke pir dijwar bû. Dema ku wan sermaya di odeya Obermenzîngen de nema tehmul kir, herdu ji xwe re bo demeke kurt odeyeke di pensyoneke li taxa Pasîng de girt û pižtre her yek li ciyekî ma, wek ku di qaxeza zanîngehê û herweha di pirtûka Celadetî ya nivîsên rojane de ežkere dibe: Kamiran dawiya žibata 1923ê odeyeke li «Wînzererstaße 58» girt û Celadet li «Galeriestraße 37». Celadet di destpêkê de kete odeyeke normal, û pižtre ji ber kêmbûna pereyan kete odeyeke rež, ku berê ji bo hilandina xwarinê dihate bikaranîn. Bi xwediyên odeyê re, ku navê wan malbata Žarnagel bû, têkiliyeke wî ya dostane hebû. Agahiyên di qaxezên zanîngehê de li ser ciyên rûnižtina wan, ne tim wek yên di pirtûka Celadetî ya nivîsên rojane de ne. Sedemek bo vê cudabûnê nediyar e. Hertim herdu di navbera navnîžanên «Wînzererstaße», «Galeriestraße» û «Gietlstraße» diçûn û dihatin. Wiha dixuye ku odeya birayê wan ê piçûk Safder li vê navnîžana dawî bû. Li gorî pirtûka Celadetî, wî 6 caran odeya xwe guhertibû. Pižtî ku wî biryara derketina ji Elmanyayê standibû, libendîmayina bo erêkirina derbasbûna Misirê salekê sax dirêj kir. Gelek caran ew ji odeyan derdiket, ku wiha dixuye, ku wî ji ber lihêvîmayina derketina ji Elmanyayê, ew tenê bo demeke kurt kirê dikirin.
Ji hin çavkaniyên kêm ên ku mirov dikare wan bi kar bîne û li ser dema Mûnixê ya biraderan peyda dibin, kêm agahî li ser çalakiyên mumkin wekî siyasetvan, wežanger û kurdolog peyda dibin. Li gel ku wiha dixuye, ku Celadet di vê demê de li ser elfabeya xwe ya latînî bo zimanê kurdî dixebitî, wî li ser vê yekê di pirtûka xwe ya nivîsên rojane de tižtek nenivîsand. Ew tenê carekê behsa wê yekê dike, ku ew dersên kurdî dide «yekî». Di dema xwe ya Mûnixê de, Celadet ji ber kêmbûna pereyan ji bilî wergera çend nivîsên Nesridînî Xoca, hin nivîsên xwe jî wežand, ku bi kêmanî yek ji wan xwedî mijareke kurdî bû. Ji ber nezelalbûna agahiyan, lêkolînên derbarey van nivîsan ta niha bi ser neketine.
Tevlî ku rewža wan ne zêde baž bû jî, lê biraderan baž li derdora Mûnixê digeriyan û pir caran diçûn konsêrtên klasîk û çalakiyên kulturî yên din. Giringtirîn bûyera siyasî di dema rûnižtina wan li Mûnixê de, hewldana Hitlerî ya rûxandina hikumî di çiriya pažîn a sala 1923ê de bû. Wan meža Hitlerî bo «Feldherrnhalle» li Mûnixê ji nêzîkayî ve dît.
 Di herdu salên dawî de li Mûnixê, navbera di orta nivîsên Celadetî di pirtûka wî de ewqasî mezin bûn, ku mirov ji vê çavkaniyê jî nikare zêde agahiyan peyda bike. Celadet di gulana 1925ê de li gel biraziyê xwe Heqî, yê ku berî neh mehan giha bû wir, ji Elmanyayê derket û berê xwe da Misirê. Kamiran di 24ê žibata 1926ê de li bajarê Laypsîg dektoraya xwe li ser zagonên wîrasetê yên tirkî çêkir û sîfeta Dr. jur. wergirt. Pižtî bidawîbûna dektoraya xwe, ya ku wiha dixuye ku wî ew ji derve çêkiribû, Kamiran ji Elmanyayê derket û berê xwe da Suriyê û Libnanê. Li wê derê, birader dîsa gihan hev.
 Wergera ji elmanî: Sîrwan Hecî Berko
* Dr. Bîrgît Ammann: Li Mûnix, Boston û Berlînê Ethnolocî, Sosyolocî û Zanyariyên Siyasî xwend û dektoraya xwe li ser kurdên li Ewropayê çêkir. Ew niha xebatkareke zanistî ya Civaka Berlînê bo Pižtgiriya Kurdologiyê xwe.
Ev belgenivîsar di kovara Kurdische Studien, hejm. 1+2, 2003, r. 201-208, de hatiye wežandin. Nivîskar 32 jêrenot nivîsandine û komek ji çavkaniyan bi kar anîne. Lê ji ber tunebûna cî, PEYAMA KURD ew newežandin. Wergera wê ya kurdî di rojnameya hefteyî PEYAMA KURD (hej. 1, 10.09.2004) de hatiye wežandin.

 

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark