Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Margrêt Corc

 


Kurdistan Elî

Hindek Dîroknasî ji Pirtoka Şêx Zêdo Ba`edrî li ser Têkoşera Şehîd Margrêt Corc./
wergerandin ji Zimanêa Erebî:


Pakrawana pêşmerge (Margrêt  Corc) ya di Dîroka  26 _12 _1969 , di Şerekî giran de  li dijî Rêjîma B`esa Fasişt Şhîd ket ew keça Welatperwer  û Partîzan cihekî  wê yê birêz û bilnd hebû li def Bavê Netewa kurd nemir Barzanî, wekû tê zanîn ew yekemîn Keç bû Çek hilgirt li tenişta Bav û Birayên xwe yên Pêşmerge, di jiyê xweyê 19 Salîde tevlî Hêza pêşmergan bû û beşdarî di Şoreşa Eylolê  de kir û karê xwe yê çekdarî  8 Salan berdewam kir û beşdariya wê di gelek Operasiyon û meydanên şerde li gel Pêşmerge û Têkoşeran; Hiso Mîrxan,Elî Xoşevî û Pakrawan Mele Şîn  yê kû di Destpêka Şerde Şehîd ketî,  _ Herweha Roleke wê ya mezin hebû di Şerê Zawîtede bi şehdebûna û piştrastkirina hevalên wê bi Rola Şervaniya wê û lehengiya wê di  Şerde .



Herweha Rola wê Keça Aşûrî Rolek  mezin hebû di bilind bûna Moralan de û xurtbûn û bihêzbûna Çalakîyên  jinê di Şoreşa Eylolê de, yanî  ew Jina şoreşger bû sebeb û hokara sazkirina  Girûpeke mezin ji Jinên Çalak û Têkoşer  kû tevlî Sengerê Şerbûn di wê demê de  , û li ser  lehengiya wê gelek Hozanvanên kurd  û nivîskar wekî  Helbest van Qadir Qacax , û Hozanvan Cilkî û hindekî din axivîne û nivîsîne.
Ew Şehîda herdem zindû di nav Gelê Kurd de li Kurdistanê peykerê wê hat danîn li Parêzgeha Dihokê .
Û ji cudahiyên kû mirov têde ecêbmayî û matmayî dimînê kû Roja ji Daykbûna wê Têkoşerê û Roja Şehîdbûna wê di Eynê  Rojêde li rastî hevhatin... ROJBÛN :26.12.1942/
ŞEHÎDBÛN  26.12.1969.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark