Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Werin em Rewžen Bedirxan Bibīr Bīnin

 


 Konê Rež

Roja (01, 06, 2020) (28) sal di ser koçkirina emîre Rewžen Bedirxan re derbas be.
 Ew mîna dîdevaneke dîrokî bû li ser gelek bûyerên kurdî û bi taybetî neferên malbata Mîr Bedirxanê Azîzî. Ew kebaniya Mîr Celadet Bedir Xan bû. Di pêvajoya dîrokî de ya ku Mîr Celadet di eniya wê de žer dikir, li kêleka wî disekinî û ew barê giran yê ku Mîr dibin de ditewtihî, pêre hildigirt mîna: Wežandina kovara HAWARê, RONAHÎ yê û wežanên Hawarê digel hilgirtina barê malê û razîkirina mêvanên pir û têvel, ewên ku ji navçe û herêmên kurdan li mala Mîr di bûn mêvan li Žamê, digel wan jî kurdenasên biyanî hebûn wek Roger Lescot û Pirre Rondot, hem jî dibere karê xwe yê mamostetiyê di dibistanê Žamê de dikir..


 Rewžen Xanim eva ku îro em di dabaža bîranîna 28 saliya koçkirina wê de ne, yekemîn jîna Kurd e, ku bi kurdiya Latînî nivîsandiye, û gazî jinên kurd kiriye û gotiye: (Xuhên min ên delal, her wekî hûn jî di zanin derdê miletê me ê mezin û xedar nezaniye. Nezanî nexwežiyeke û dermanê wê zanîne..) Hawar, 27- 1941.
 Vê jina kurd di 16 salan de, žev û rojên xwe bi mîr Celadet re derbaskirine, ta ku di (15, 7, 1951) ê de, Bîra Qederê Mîr Celadet ji nav me revand. Hingê Rewžen Xanim jiyana xwe di nav rûpelên Hawar, Ronahî û pirtûkxaneya Mîr de bûrandiye, û pirê Caran rondik li ser perîžanî û derbideriya xwe û neferên malbata xwe baran dine.. Rewžen Xanim bûye wek simbolekê Ji jinên kurd re di warê zanîn, kurdperwerî, nivîskarî û kebanitiyê re, ji ber vê yekê bi sedan ji gelê kurd navê wê li keçên xwe kirine.
 Di pêžgotina bîranînên bavê xwe de wiha gotiye: (Min çi kiribû, ez nizanim, di be ku min xwe razî kiribe, dema ku min xwe ji zarokên xwe re dîl kir, û çendî ez dilrehet bûm, çaxî ku min canê bavê wan razî kir, ew mirovê zor mezin yê ku tev jiyana xwe di ber kêžeyekê de xerc kir, baweriya wî pê dihat)
 Belê, ji mafê wê ye ku îro em wê bi bîr bînin, heger em wê bi bîr neynin gelo wê kî wê bi bîr bîne. Rewžen Xanim di sala 1909 an de li bajarê Qeyseryê çê bû ye, dema ku bavê wî M. Salih Bedirxan di sirgoniyê de dijiya, xwendina xwe di mamostetiyê de li welatê Žamê bi dawî aniye û lê mamostetî kiriye. di sala 1935 an de bi kurmamê Bavê xwe Mîr Celadet Bedirxan re zewiciye, kur û keçik ji wan re çê bûne, kur Dr. Cemžîd e, berî du salan li Elmanya çûye ber dilovaniya Xwedê, kurekî wî heye navê wî Kurdo ye ew jî wek bavê xwe bijîjke û li Elmanya dimîne û keç navê wê Sînem Xane kebaniya nivîskarê hêja Selah Se’della ye, niha li Bexdê dimîne. Pižtî koçkirina Mîr Celadet, ji nû Rewžen Xanim ketiye ber pêlên žek û pekên giran de, di nav deryaya kul û xeman de melevanî kiriye, û ji neçarî di sala 1972 an de, mala xwe ji Žamê Barkiriye Banyas li ser peravê derya Sipî, û rojên xwe yên mayî li wir bûrandine.. Ta ku di berbanga roja 1-6 – 1992 de, Yezdanê Gewre canê wê revandiye jor jor… li ser daxwaza wê, berî mirinê, bisaya kurdperwerên bi rûmet, termê wê di eynê rojê de hat guhestin Žamê û ew di kêleka bapîrê wê (Mîr Bedirxan û Mîr Celadet) de hat vežartin. Ez jî gelê xwe serwextî vê rojê dikim da ku navê Rewžen Bedirxan neyê jibîrkirin, sed rehmet li canê wê bin û li canê tev neferên malbata Mîr Bedirxan bin.
 Di roja mirina wê de, min ev helbest li dor Mîr Bedirxan, Mîr Celadet û wê nîvîsand û li ser gora wan min xwend.. Evin çend malik ji wê helbestê:
 Erê Mîro! felek çerx û dewrane 
Rewžen Xanim îro li te mêvane
Bigerîne civateke Botanî 
Digel Rewžen û Celadet û Xanî
Rewžen Xanim wê bide te mizgînî 
Îro žer e li Herekolê banî 
Li Cizîra Bavê Têlî, li Žernax 
Gelê Kurd mil dane hevû bi yek rex 
Žiyarbûne êdî nemaye ew xew
Bexwedan û serxwebûne û hew..
 

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark