Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Dawename bo avakirina gava yekemîn ya navnetewî ya li dijî kuþtinên þerefê yên jinan

 


Gelî jin û mêrên aza yên li Elmanya, Ewrûpa û Kurdistanê, em jinên ne girêdayî bi tu partiyanre, ji hemu parçên Kurdistanê ne, em êþa  kuþtina jinan bo þerefê pirsgêrikeka çetin û karekî ne mirovane dibînin. Ev babet rehên wê yên dîrokî, civakî, kûltûrî û olî di civaka Kurdî de hene. Tevî pir guhertinên berfireh di tevayiya cihanê de û li hemî parçeyên Kurdistanê lê belê rewþa jinên Kurdan nehati ye guhertin û pêþketin.


Tenê ji derve hewldanên siyasî her hebûn bo astengkirina wan kiryaran bo nimûne dema kuþtina Xatun Serücu sala 2005 an li Berlinê yan piþtî buyera Duoa li Kurdistanê di 2007an de. Lê belê ev hîç têrê nake û ev babet ta niha di civaka Kurdî de qedexe ye.
Lew re dem hatiye ku em bêdengiya xwe rawestînin û gerek e em:

• Kuþtinên bo þerefê wekî cinayet bidin nasînê
•  Kujeran ne wekî lehengan lê belê wekî tewanbaran bidin nasîne û bên cezakirinê
• Em jinan ne wekî namûsa mêran binasin, û wateya namûsê zelal bikin
• Bihev re rê û çareseriyên li dijî kuþtina jinan bibînin
• Her kesek berpirsyar be, ku rê nede yan jî astengan çêke bo kiryarên wisa
• Mafê jinan û mafên mirovan ji jinan re bidin xuyakirinê
• Riyên baþqeyî kuþtina jinan bibînin, û amade bin bo wî tiþtî û têkilyan bi malbatan re çêkin
• Amade bin ku bi kesne din re bo vê babetê gift û goyan bikin, ramanan û pêþniyaran bikin û bihêz beþdar bibin
• Bi tevger, partî, komel, kom û kesên bitenê yên dinre li Welêt û derveyî Welêt hevkariyê çêkin, û bihev re çareseriyan ji van astengan re bibînin.

Gelî jinên ji bo mafên jinan kar dikin, tevgerên jinan, tevgerên mafên mirovan, jinên mafnas, jinên rojnamevan, jinên karê civakî dikin, jinên  nivîskar, jinên bijîþk, jinên mamoste, jinên hunermend û hemû jinên bixwazin beþdar bibin, hûn hemî vexwendîne vê civînê:

Roja þemiyî 30.06.2007 katjimêr 11.00 li Langenhagenê rex Hannoverê.

Navnîþan:  Bürgersaal
               Brinkholt 10
               30851 Langenhagen

Kesên nikaribin beþdar bibin jin  û mêr, dikarin bi rêya vê Emailê jinenazad@yahoo.de raman û pêþniyarên xwe ji me re rêkin.
Emê nivîsên we di deman civîna xwe de  bidin berçvan.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark