Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

rok: DERMAN KUXIK

 

  
 Zagros Osman

Sibehekê Bapîrê min ji xew iyar bû mîna hemî  Sibehan dest bi sirûda kuxikê kir un de ewî ji Dapîra min nexwest ku Çayê jibo wî deyne ser Êgir, ne weke hemî caran ku berî her titî Çayê dixwest, Kalo awirek namo  li min veda hînjî min mebesta wî ji wê nerîna tûj û bi ewat nasnekiriye, ya balkê  ku  Kalo kenek kir ti carî wusa ne kenîya bû, ew Mêrekî tim xemgîn û bêhêvî bû ne dikniya û rênedida me ku em bikenin, lê vê carê ew ji kena dikir ku bipeqe  û destê xwe li hev dixist  û digot: Hooo weh Hooo weh kê bîra wilo dibir kurooo hûn namînin ecêmayî!


me hemiyan lihev dimeyizand û bi dizî nîan didan hev û me pistpistê dikir çi bela Kalo ye vê sibehê dikene? ev bûyerek mezin e, Xweda tenê zane bê çi sedema vî kenî ye .
Pîrê got: eva çû xew bi çavê Kalo nebû, evê kuxika bê xwedî ew zeft kiribû bêhna wî çikand, ez jî rabûm ew ûa Dermên A ku Ti jê vedixwe min danî ber Kalo rabû 2 Kevçî vexwar li ser wan ba bû xuya ye ku Dermanê Te li telê Kalo hat vêca bi ev pêde ewî iruba kuxikê vedixwar ta gi bi ser xwe da kir û di binê uê de azan da, Pîrê got: jibîr neke eger Ti çû nava Bajêr riya xwe bi Dermangehê bixe û 2-3 ûe ji vî Dermanî werî ne jibo Kalo ew pir bae.
Min di guhê pîrê de got: Te kîjan ûe dabû kalo? Lêêê weyla min çav xwarê bi rastî Te bi jîrbûna xwe tir li Tansû Çîller qetand haaa ma derew çiye! Pîrê got: Wilo li min nener ez pîrka Te me pitî min Derman da kalo ew kêfxwe bû û destê xwe li doxîna min peland, lê babû ku di xew re çû û ez jê filitîm an na wê ya dilê xwe kiribûna .
Min ji pîrê re got: Serseriyê porkurê Ti zane Te çi zeqnebût daye vî sêwîyê bêmicalî belengaz hêê ?Pîrê got: Bê xwedîyo ez ji ku zanim Te çi kerrafî xistibû ûê.
Min got: Keçê Wîskî bû Wîskîîîîî  ellawekîl !Tê dawîya dawî vî Lawikî bike Rambo.
Pîrê got: Wîskî Mîskî nasnakim, ez zanim bi vî Dermanî ew ba dibe û hew!
Kalê me serxwee û daye nav distirê li çepka dixe difîkîne, destdavêje navrana   Pîrê, her Sibeh Mêvan ji Gund tên Mala Kalo vêca ku Yek ji wan were û Kalo di evê rewê de bibîne emê bihetikin loma min Derî kilît kir jibo Mêvan derbas nebin, û Pîrê hînjî dibêje: Ev çi Dermane yaho? Nuh min naskir dema min da Kalo min jî kevçiyek jê vexwar wek Takî ji Agir xwe berda Qirikê û daket Kezbê ta Gurçikê jê pê ve Dunya li dora min geriya û Xanî berqoqanî bû û ez ketim buhitê, Heylo heylo eva çû ez di guhê Gê de bûm, Kalo û Pîrê firtone rakiribûn û hayê min ji wan tune bû.
Kalo hebekê bi ser hiê xwe ve hat, dest bi girî kir û got: Doh bi ev mêrekî melomirarî kemûlî qûntazî bêmirês, incolekî gemarokî pertolkî û rîberdayî  hat xewna min û bela xwe di min dida ez rabûmê ew reviya û min da ser pita wî lê neket zefta min, Wî bang li min kir û got: Tu zanî ez kî me? Ez qirdê te me, eger Te min girtibüna wê ensê Te ba bibüna lê Te min negirt loma wê ensê Te bimîne wek temtêla min û pitî Tu bimirî ezê  bibim qirdê Neviyê Te da ku Jiyna wî jî mîna A te bê oxir be.
Min guh neda xewna kalekî xurrufî, nîv serxwe, Lê ji wê Rojê de her ev xewna kalo tê min û pêre ensê min pîstir dibe,  Min xwe avêt êxekî bo çarakê ji min re bibîne, lê wî got: Tu Kurde ne?  Min got: Erê ez Kurdim çi îê xewna ji Kurda heye bavo? Wî got: Kuro ma Tu nizanî bê neyara xewnên we jî bindest kirine! Sipasiya Xweda bike ku qirdê Te di xewna de tê Te, Kesên din iyarin û xewna Te êrîî wan dike li min megre titên wusa Nivit û Berbejin bi wan kêr nakin, Kê ji te re gotibû Tê Wîskî bide wî kalê reben loo, de were safî bik, min gote êx ma wê çilo safî bibe eger ku Kalê min Dermanê kuxikê û Wîskî jihev dernexist .



 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark