Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Çima postên Kurdî nayên xwendin? Bersiva rojnamevanekî Kurd

 


Idrîs Hiso
 
Bi boneya Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê, hejmarek mezin ji Kurdan ku torên medyaya civakî bitaybet Fêsbûk bikartînin postên xwe bi Zimanê Kurdî belav kiribûn. Bê guman ev yek gelekî baþ e û cihê dilxweþiya mirov e, lê pêwîste çi kesê ku zane bi xwendin û nivisandinê xwe fêrî Kurdî bike û post û nivîsên xwe bi zimanê xwe belav bike, dema ez wisa dibêjim ez nabbêjim bila bi zimanên din belavnekin û ninvîsin.


Mirovekî ku berî niha di yek ji binavtirîn torên medyaya Kurdî de kar dikir, postek bi Kurdî belav kiribû û tê de gotibû; Postên bi Kurdî 20 kes dixwînin, lê postên bi Erebî 5000 kes dixwînin
Bê guman, gotina vî rojnamevanî rast e. Ji ber gelek hokaran miletê me bi zimanê dagîrkerê welatê xwe dixwîne û dinvîsîne, lê tevî astengî, qedexekirin, û sizadanên li dijî Zimanê Kurdî, gelê Kurd dest ji zimanê xwe neberdaye û rojane xwêner û þopînerên zimanê Kurdî bi xwendin û nivisandin bêhtir dibin.
Kiryarên dijmin û dagîrkerên Kurdistanê li beramber Zimanê Kurdî têne famkirin û daqurtandin, çinku ew dijmin in û yek ji armancên wan ew e ku nasnameya neteweya Kurd tinebikin, lê ya nayê famkirin ew e, ku rojnamevan, nivîskarên Kurd û xwedan bawernameyên zanko yên Kurd tenê bi Zimanê dagîrkerên welatê xwe binvîsin, ne tenê wisa daxwaza axaftinê di xulên rahênanê de û çalakiyên cuda de bi Zimanê Erebî  bikin.
Di vê derheqê de, ez dixwazim ji wî rojnamevanê Kurd er bêjim ku belav kiriye, postên bi Kurdî nayên xwendin; Heger te û hevalên te yên rojnamevan û nivîskar postên xwe bi Kurdî jî belav kiribana wê hejmara xwêneran bêhtirba û hûn dê bibûna nimûne bo xort û keçên nûhatî û hejmara xwêneran dê bêhtir ba.
Ji xwe ev aliyekî vê pirsê ye, aliyê din nakeve hustiwê rojnamevan, nivîskar û lêkolîneran û dibe ku ez di mijareke din de, behsa aliyên din jî bikim.
Xwedîlêderketin li zimanê dayikê, erkê niþtimanî, neteweperstî, rewiþtî, þaristanî û olî ye jî, ew kesê bi wî erkê xwe ranabe, ji ber welat, milet, malbat, netewe û ola xwe gunehbar e, lewma heger bi tenê yek kes jî postên bi Kurdî bixwîne, ez dê postên xwe bi Kurdî binvîsim.
Vêja bi kurtî dixwazim ji wî rojnamevanî û her kesên wek wî re bêjim, birano destê wî xweþ be, ew kesê bi erkê xwe radibe û xwedî li xwe derdikeve. Tevî ku pêkanîna erk pêwîstiya wê bi spasiyê nîne.
Gewîlan 25.02.2020z
Di rojnameya Kurdistan de hejmar 171 de hatiye belav kirin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark