Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Elî Herîrî (1078-1009 yan 1010)

 


Dr.Fhil.Ebdilmecît Şêxo

 Eli Herîrî di sala 1078 an de li gundê Herîrî,devera Şemdînan (Hekarî) ji dayik bûye..Çavkanî li ser Eli Herîrî pir kêm in,weha  diyar e ku ew li cem lêkolînvanan pir nebûye cihê balkêşiye.Alkesender Jaba dibêje:Min dîwanek Elî Herîrî li Kurdistanê  nas kiriye,lê Fehîm lşik  dibêje:Dîwana  Eli Herîrî ne hatiye dîtin.Wêjevan  Feqî  Husên jî xwe hildipesêre ser Ehmedê Xanî û dinivîse:Mirov kane bêje ku Elî Herîrî yekek ji sê  mezinên helbestvanên  zaravê Kurmancî  ye  û gengaz  e ku ew yê  herî  pêşin be.Ewî helbestên xwe di şevan û  nav gel de dixwendin, lewra jî bandora helbestên wî gelek li guhdaran dibû,eger gel dixwast pesnê dengxweşekî bikira,yekser Elî Herîrî dihata zer zimanan.


Bavê Elî Herîrî Şex û mamoste bû,ewî dibistanek vekiribû,Elî Herîrî berî pêşin di dibistana bavê xwe de xwendiye .EIî Herîrî di nîvtemenê xwe de çûye Şamê û li gundê Esalê rûniştiye,lê derketina wî ji wî gundî nediyar e.Mixabin  sedema  barkirina  wî  jî ne aşkere ye,lê bi texmîna  me,ew ji ber  du sedeman  diçe Şamê 1-Ji ber belngaziyê.2-Ji ber fêrbûna zimanê  Erebî û ola Îslamî bûn. Prof.Qanatê Kurdo jî dinivîse û dibêje:Min helbestek Elî Herîrî di  pirtûka Albert Sosin (Berhevokên Kurdî) de bi zimanê Almanî dîtiye û hin malik jê ev in.
Ger hûn bibînin nalê  eşq
Tenê li ba min zarî dikin
Her kes bizanêt halê eşq
Bi hêl e dijwarî dikin.
Herîrî dibêje:Eger  hûn  dixwazin   nalîna  evînê   û  dildaran  bibhîsin,werin cem
min  û   hûn  dikarin  derdê  hezkirinê li  cem  min bibhîsin û  bibînin,ew  hîn pir
vekirî bi xwendevan û gel re dibêje:Bila  her kes rewşa dildariyê  û şewata agirê wê
nas bike ku  ewa  çiqas dijwariyan li pêş mirovan peyda dike .Ew dinivîse:
Bi halê eşq bexîl bûbûm
Herdem di dem zelîl dibûm
Bê rêh û bê delîl dibûm
Herkes bi xemxwarî dikin.
Ewa ji derdê hezkirine  bêkar û belengaz  dibe,lewra jî ew miqris  û çekuz dibe  û di jiyaneke  perîşan de dijiya,ew  riya  xwe  hinda dike,lê tukes nikne riya rast nişanî wî bike û herkes bêzar û xemxwar dibe.
Herîrî• çiqas ji  derdê evînê dişewite,lê ev şewata  agirê dilê wî venamrîne û dîlber xwe li pêş xwe dibîne  û dibêje:Te bi pêlkên li ser rûya xwe  û bi  rûya xwe ya geş Hêv û Ro jî xemlandiye.Ew weha dihûne:
Eniya bi nur zilf têne ser
Rengîn dibin Şemis û Qemer.
Herweha  jî  Kurdnasa  Sovyetistana  berê  Mergirêta  Rodênko  di  pirtûka xwe(Helbestên helbestvanên Kurd yên ne çapkirî de )çend helbestên Elî Herîrî yên evînî bi tîpên Erebî di sala (1972) an de diweşîne,Q.Kurdo jî wan vediguhêze tîpên Kurdî-Latînî.Elî Herîrî dinivîse:
Xelqno werin bibînin
Çi husneke bi kemal e
Heyran ji dil bibînin .
 Helbestvan di vir de bang li milet  û li hawîrdora xwe dike û dibêje:Werin vê
 rindê ji dil de bibînin,çiqas ewa ciwan e û kêmasyên wê tunene.Ango;ew
dixwaze  ji gel re bêje:Ma gelo!Hezkirina  Şêxê we Herîrî ji vê bûka buhûştê re
ne rewa ye???
Helbestvan li cîhekî din dibêje:

Xalê dişebê enberê
Dêm her wek qemerê
Ez têr nabim ji menzerê
Min naçêt ji xeyalê.


Min qet naçêt ji bîrê
Zilfêt şibê herîrê
Cibhet  meha temam e
Rû  sorgula bi xûnav e.


Heyran bûme ez ji dinê
Sotim ji destê evînê
Ji xwe nakim hêviya jînê.

Helbest li jor pir bi endêşên ferehe pesna dîlbera xwe dide û ewa xala ku li ser
rûçka wê ya gelek bêhinxwaş mîna bêhna enberê dibîne û bêhn dike,herwisa jî li ber çavên wî,dîma dîlbera xwe mîna Hêveke geşdar  e û ew çiqas li dîlbera xwe
temaşe dike,lê ew ji nirîna wê tucarî  têr nabe  û dîdema ciwan jî tucarî ji endêş û
serê wî de winda nabe.
Helbestvan ne tenê  xal û dîma dîlbera xwe jibîrnake,lê ew pêlkên mîna hevrîşmê
û ew rûçkên wek gulên sor bi xûnavê  hîn geştir û ciwantir bûne ji pêş çavên wî
hunda nabin,cîhan di serê wî  de teng dibe û ew herdem ji derdê evînê mîna mûmê
dişewite û ew ji jînê dilsar û bê hêvî dimîne.
Dîsan wêjevan Sadiq Beha Dîn Amedî  çend perçe ji helbestên E.Herîrî di pirtûka
xwe (Hozanêt Kurd) di sala (1980)î de çapkirine ,wek
mînak:
(..
Aqil û hişim bûne esîr
Dunya ku geh,geh têne bîr
Dem suhebetê berda munîr
Zulfa ji werdê bêhn xweş e.
  ….. )
Di vir de hişê ristevan Herîrî bûye yexsîr û dîlê evîniyê,ew dixwze bêje ku evînê
ez çember kirime,lewra jî ez derdora xwe û cîhanê  nikanim baş bibînim,lê tevî
vê yekê jî ,dinya car,caran tête bîra min û Xweda pêlkên dîlbera min ji gulên
bêhnxweş diyarî min kiriye.

Ziman  û hunera E.Herîrî di helbestê de.
--------------------------------------------------   

  Zimanê Elî Herîrî pir hêsan e,ew jî mîna gelek helbestvanên din yên klasîk peyvên Erebî bi karaniye,(Şemis,Qemer,eşq, hal,bexîl,zelîl,nur,emir,xelqno,husnek,Kemal,menzer,xeyal,şibe,herîr, temam,herîr,temam,aqil,esir,dunya...).Lê rewanbêjî di hin malikên  helbestên wî de  diyar in. Eger em çiqas  bêjin, helbestên Elî Herîrî di wateyên  xwe de  ne pir kur in  û tevna hunerî jî di wan de,ne pir cihê pesnê ye,lê eger em di koşeya dîrokê re li berhemên wî temaşe bikin,divê em bêjin û dupat bikin ku ew helbestvanekî klasîk,giring e û  cihê xwe di dîroka wêjeya Kurdî de ta radeyeke baş girtiye û rola helbestên wî di pêşketina helbestên klasîk de berçav e.
xxxxxxx

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark