Dr.Fhil.Ebdilmecît Şêxo Helbestvan Baba Tahir Hemedanî di sala (935) an li Hemedanê ji dayik bûye,ew Lorî ye û ji Loristanê ye(Rojhilata Kurdistanê),li gor hin cihderên wêjeya kurdî,ew helbestvanê,yekemîn e,ewî xwendina xwe li wir li ser rêbazaTesewifê kiriye,ango;ew dest ji kêfxweşiya kesayetî berdide,giringiyê nade dîdem,cilûberg,nivîn û pêlavên xwe,lê ew ciwaniya xwe mîna hemû Sofiyan, tenê di naveroka hundirê xwe û sinciya pak de dibîne.
Herwek me li jor jî daye diyarkirin ku helbestvan bi paşnavê (Uryanî) jî di dîroka wêjeya kurdî de hatiye naskirin,lê paşnavê (Uryan)ji zimanê erebî hatiye birin,wateya wê yanê;(tazî û rût e),mebesta wî jî ev bû ku ew ji gûnehan tazî û rût e û ew mîna her Sofîyekî bê gûneh e, ew di sala (1010) an de diçe dilovaniya Xwedê. Dîrokzan Muhemed Emîn Zekî dupat dike û dinivîse:B.T.Hemedanî helbestvanekî Sofî û Xwedênas bû û ew bi bawerî û nivisînên xwe mîna Omer Xeyamê Farisî bû û ewî helbestên evîndarî û sirudî bi hestên tenik û xurt nivisîne,herdîsan jî; ew li ser rewşa civakî jî ya gelê Kurd rawestiyaye. Di hin çavkaniyên wêjeyî de li ser B.T.Uryanî weha jî hatiye nivisîn:Rojekê ji rojan B.T.Uryanî ji Feqiyên dibistana Hemedanê dipirse;ji bo destxistina zanînê,divê ez çi bikim? Feqiyên dibistanê bi galte û henekî bi wî re gotin:Divê tu di şeveke Zivistanê de xwe di avzêleke qeşegirtî de bihêlî.Babe Tahir bê dudilî şîreta Feqiyên dibistanê pêk anî û di roja din de ewî xwe bi ronahiya zanînê xemlandî dibîne . Ew di vê baweriyê de ye ku jiyana belengaziyê ji dilşadî û dewlemendiyê xweştir e,lewra jî ewî temena xwe bi Tesewifê derbaa dikir,dest ji xweşbûna jînê berdida û jiyana xwe li ser bingeh û hîmanên Tesewifê têper dikir,lewra jî li ser wî weha hatiye nivisîn:Ewî bi germahiya bejin û hundirê dilê xwe berfa çiyayê Elewendê helandiye. B.T. Uryanî dibêje:Jiyan rêveçûnek dijwar e,lê ewa jî mîna rawestgehekê ye,mirov ji wir bar dike û ew diçe goristana tarî,lewra jî kole û derebeg yek in,lê dawiya setemkariyê jî heye.Ji ber vê jî Prof.Dr.Îzedîn Mistefa Resol dibêje:B.T.Hemedanî yek ji mezinên helbestvanên klasîk li Rojhilatê ye;ew di helbestên xwe de nûnertiya rêbaza gelêrî li dijî derebegan dike û ew li dijî ne wekheviya civakî radiweste. Em binêrin ew çi di helbestekê de dinivîse? Eger tu qata çaran li ezmên bijî Lê ji berku tu gor î,tu yê bimrî Eger tu sedsalekê bijî Mala te di zikê zeviyê de ye. Helbestvan li cîhekî din dibêje: Min gulek bi cevayên xwe mezin kir Bi stêrên çavên xwe ,min ewa avda Çawa Xwedê rêdanê dide Kesek din gula min ji xwe re bike bêhn ? B.T.Hemedanî ji bo hecaran dengê bilind bû,ew di helbestên xwe de pir bi zelaî û aşkere li dijî ne wekheviya civakî radiweste,ew derdkêş dibe ku mirov jiyana xwe bi êş,cevakêşî û zordariyê derbaz dike û li dawiyê ew dimre. Helbestvan di helbestekê de dibêje: Cotariyek li ser vê zeviyê dinalî Ewî gulek diçand,xwîn ji çavên wî dihherikîn Ewî tovên xwe diçandin ,bi bêzarî digot Ez di vê zeviyê de diçînim Lê paşê ez wê li şûn xwe dihêlim. Baba Tahir di têkoşînê de li dijî zordariyê û ne wekheviyê ne xemsar û dilsar bû,ew bi mêranî û wêrekî li dijî setemkariyê radiweste û ew dibêje: Bila ew bikarin çavên min derxînin Bila ew hestiyên min jî bişewitînin Istiriyan di neynokên min de biçînin Lê ez ji hezkirina xwe namînim . Lewra jî Prof.Dr.Îzedîn Mistefa Resol diçespîne û dibêje:Baba Tahir ji helbestvanên klasîk di Rojhilatê de ye ,ewî kanîbû rê-alîstiyê(Rasteqîniyê) di wêjeya kurdî de vejîne. Baba Tahir mîna her ronakbîrekî şehreza zanîbû ku nezanî derd û nexwaşî ye,lewra ewî ji civakê bi gîştî dixwast ku ew bixwînin û zane bin ,ewî weha digot:Kesên ku nezaniyê ew kuştine,ew hîç jiyan ne kirine û ew ne zindî ne,lê kesên ku zikrê ew kuştine,ew hîç ne mirîn e, ew namrin. Herweha ew hîn ji gel re dibêje:Çawa tu ji destên dijminên har û cinawran direvî,divê tu wisa jî ji destê nezaniniyê bi lez birevî û eger nezanî kêmkasiyeke,lê ne hînbûn ducarkî kêmkasî ye. Babe Tahir gelek evîndar bû,lê ew ne evîndarê keç û jinan bû,ew evîndarê Xwedê û pêxember bû,ew di vê malikên jêrîn de kela dilê xwe bi germî dirjîne,lê di ninîna me;ewî destên xwe ji hestên netewî jî ne şuştiye û ew bi bangên( ol-netewî) li ber Xweda diger û ji wî pirs dike,çima em tenê di nav gelên cîhanê de bê maf in? Eyan em ga wir in! Ew dinivîse: Ez ew sotî dilê bê per im Ku dilê sotî bi eşqa dilber im Dilê min dax daye ji lalerûyan Di damarên xwe de xwedî nişter im Ji bilî eşqa te di dil de tişt hebû Di nav heftê û du gelan de kafir im Di hedefa vê dunya fanî de Wek teyreke şikestî û bê per im Her disojim,disojim,her disojim Bi germî ez ji êgir agirtir im Ez im Tahir ku bi derd û cevayê Xulamtiyê ji Miihemed re dikim. Wek diyar e ku Baba Tahir di bin hîm û çiyayê biyanistanê de gelek dinale,ew bêriya cihwarê xwe yê resen dike û ew lavayê ji Xwedê dike ku ew riya wî rast bike. (……. Ji şewqa war û derdê xerîbiyê Agir sîngê min de ye,ey Îlahî Bê te ya Reb, di bustan de gul venabe …….) Baba Tahir wek her kesekî mirovperwer bi hestên germ û bi wijdanek bilind li ser êş û azera mirovên rêncber û cevakêş jî radiwste û di van malikên jêrîn de weha dike hawar. (…… Ez teyrê miskîn û bê per im Ez mûm im,disojim lê bê per im Di hêlîna xwe de dijî herkes, Lê ez li vê wêranê teyrê bê per im Ez ji roja ezel Tahir welîd im …… ). (….. Ez pir caran di ber goristanê re derbaz dibûm Min belengazek ne dît ku ew bê kefen e Min dewlemendek ne dît ku ewî ji kefenê bêtir tiştek bi xwe re biriye Ey Xweda banga dilê min bibhîse Tu alîgirê bê kesan î, ez bê kes im Hemû dibêjin:Tahir bê kes e Lê Xweda alîgirê min e. Ew li cîhekî din dibêje: Li ser vê zeviyê cotariyek dinalî Ew gulan diçîne lê xwîn ji çavên wî diherikin Ew bi kovan dibêje:Ez ji kê re tovan diçînim Mirov tovan diçîne û ji vê cîhanê bar dike. Em dîsan dibînin çawa Baba Tahir bi awakî hunerî û rasterast şerê nezaniyê dike û dibêje:Ew şêt û dîni in,lê ji ber ku yên zane ji Xwedê û mirovan hez dikin,lewra ew mîna mûman dişewitin. Çiqas kesên nezan bextewar in Ew ne dixwînin û ne dinivisînin Ew mîna dînan li çolan digerin Û askan li çiyayên asê diçêrînin Eger bi xençerê çavên min derxînin Eger bi êgir hestiyên min bişewitînin Eger striyan di neynokên min de biçînin Ez deriya hezkirina dilê xwe ji dîlbera xwe re nagrim. Dîsan Baba Tahir evîniya xwe ji Xwedê re û bê sînor di van malikên jêrîn de jî dide xûyakirin û Sofîyeta xwe bi zelalî û vekirî diyar dike. Eger dil dîlber be,lê dîlber kî ye? Eger dîlber dil be,lê dil çî ye? Ez dibînim ku dil û dîlber bûne yek Ez nema zanim kîjan dil e û kîjan dîlber e!
Ew dilê ku ne evîndar be,baştir e ku biçelmise Ew kesê ku bê êş be,baştir e ku bimre Ew guvdê ku di riya evînê de ne pîdar be Baştir e ku hûrik,hûrik were şewtandin.
Werger ji zaravê lorî:Celal Zengebadî Werger ji zimanê erebî:Ebdilmecît Şêxo
X-Berhemên B.T.Hemedanî. 1-(Gotinên Pêşiyan),2-(Helbest). xxxxx X-Sîmayên helbestên B.T.Hemedanî ------------------------------------------------------ 1-Ew di helbestên xwe de li ser cidahiya çînayetî radiweste. 2-Hestên netewayetî jî li cem wî diyar dibin. 3-Mijarên helbestên wî pir li ser rêça Sofî ne. 4-Ew di helbestên xwe de li ser baredox û rewşa civaka kurdî jî radiweste. 5-Di warê olî de,ew li ser rêrêça(Mezheba) Şî-î bû. xxxxx Divê em zanibin jî ku helbestên Baba Tahir Hemedanî mîna pir helbestvan û wêjevanên cîhanê jî hatine wergerandin,wek nimûne:Bi êngilîzî: wergêr,Adward Heron Aln.2-Bi almanî:wergêr Cênskî.3-Bi firansî:Wergêr,Kilman Ho-Ar.4-bi ermenî:Wergêr,Baron Aram Garone.5-bi erebî:Wergêr,Mecîd Elbedrî.
Têbînî: ------------- ---- Em dixwazin li ser gelek helbestvanên klasîk rawestin,lewra emê navên cihderên kêrhatî li dawiyê yekcarî binivisînin . xxxxx
|