Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Þev bêdeng bû.

 


Cibran Xelîl Cibran
Wergerandin ji Erebî Mizgîn Hesko


Þev bêdeng bû
Û di kirasê bêdengiyê de
Xewn ...xwe vedþêrin


Û heyveron geþ bû
Û çavên heyveronê hene
Bi wan çavan
Ew çavdêriya rojan dike

Were..
Ey keça zeviyê
Were..
Em ê serdana mêwa aþiqan bikin
Belko em
Bi wê meyê
Bêrîkirinê vemirînin.

Di nav bênderan de
Guhdariya fîxana bulbilî bike
Guhdarî bike ka çawa
Ew awazan parve dike
Ew fîxana
Ku di asîmanekî dagirtî hilma rîhanan de
Belav bûyî.

Metirse
Ey yara min
Stêr....
Nûçeayan vedþêrin
Û mija þevê
Di wan rezan de
Razan dinixumîne.

Metirse...
Bûka ciniyan
Di þikefta xwe a seherdar de
Serxweþ ketiye
Xwe ji ber çavên mêþinî
Daye alî
Û Padîþahê cinan
Eger hat, zû derbas dibe
Ew jî mîna min
Bi iþqê dagirtiye
Êdî....
Ma dê çi hiþkere bike.


Þev bêdeng bû, weha jî rast e: þev hêmin bû, yan jî þev aram bû.
Têbînî: Di wergerandina helbestê de, hewil didim ku hinekî ji behreya dilê xwe bikar bînim, ev da ku helbest nirxê xwe ê hunerî winda neke.



Nîþe:

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark