Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kurdistan.. Kêşeya Kurdî..

 


Ezîz Xemcivîn

Em gelekî li bûyerên dîrokî venagerin, piraniya we dizanin ko welatê me du parvekirinên dîrokî lê bûne..
Yekem car Kurdistan wek ko di dîrokê de nav li welatê me bûye, çimkî xaka miletê kevnare ya miletê Kurd e, ket ber şerekî giran di navbera imperatoriya Sefewî ya Farisan û imperatoriya Osmaniyan ya Tirkên nuha, li şerê Çaldîranê Kurdistan ji encama wî şerî sala 1514ê di navbera herdu imperatoriyan de hate dabeş kirin.


Duyem car jî di sedsala bûrî anko sedsala bîstan û piştî cenga cîhanî a yekem Kurdistan bi peymana Sayiks Biko ya Frensa û Birîtanya bû çar parçe, beşê mezin ma li bin destê Tirkiyê, beşê piçûktir ket nav Îran û yê din li Îraqê û beşê herî piçûk tev li xaka Sûriyê kirin.
Di van salên dûr û dirêj de Kurdistan parçe bû û her dewleteke dagîrker xwest ko rengê welat û miletê xwe bide ser miletê Kurd û xaka Kurdan..
Li Tirkiyê, Îraq, Îran û Sûriyê piraniya bajar, bajarok û gundên Kurdan navên wan yên dîrokî guhartin, plan li ser miletê Kurd qirkirin, Enfal û cînasayideke rêbazkirî pêk anîn û hêj berdewam e û heta evê kêlîkê jî Kurd ji hemû mafên xwe bêpar bûne..
Berî her tiştî şerê zimanê Kurdî bû, bi qedexekirin û nebûna dibistanên Kurdî, li herçar welatên dagîrker rewş wisa bû.
Lê belê ji ber tekoşîna miletê Kurd li başûrê Kurdistanê û ji bo behaneyên rabûna Şoreşên Kurdî li pêşberî cîhanê pûç derxînin, mafekî otonomî yê sexte sala 1970î dan Kurdên başûrê Kurdistanê, ew maf jî bi xwîna şehîdên Kurd û bi hêza şoreşa wan pêk hat. Lê çend salekî Kurd aram kirin bi amanca ko şoreşa wan têk bidin, çi peyman û sozên rêjîma Bas dabûn pêk ne-anîn û bi hemû hêza xwe û bi piştgiriya piraniya dewletên Erebî û cîhanî 1975ê şerê miletê Kurd kirin û bi peymana Cezayîr destkeftinên herî kêm jî têk dan û şoreş rûxandin..
Evro ne tenê şerê ziman, çand û kultura me dibe, lê belê şerê hebûna me dibe.. Miletê Kurd bi piranî û bi taybetî li bakurê Kurdistanê anko beşê li bin destê Tirkiyê bi piranî Kurd nema dizanin ew Kurd in, gelek bi zimanê Tirkan dipeyivin û roj bi roj ramanên netewî ji serê zarokên me têk diçin û ev metirsiya herî mezin e, gava şerê hebûna miletekî bibe.
Ez nabêjim kêmasiyên hin partiyên me jî nîn in.. ko roleke wan ya neyênî heye, û ew jî van ramanan di serê zarokan de diçînin...
Evro Zarokên  me nema wek zarokên Kurd yên serdemên bûrî ne, bi kêşe û netewa xwe pabend nîn in..
Rewş li Rojhelatê Kurdistanê jî pir aloz e û milet ji ber siyaseta dewleta islamîk ya Îranê pir dêşe û roj nîn e ko ciwan û çalakvanên Kurdan bidar ve nakin.

Rewşa Rojavayê Kurdistanê ji xwe rewşa herî germ û xwînî ye, milet perîşan bûye, milet bêserûber bûye. Rewşa abûrî şikestiye û bi ser de jî Tirkiyê du herêmên mezin yên Kurdên Rojavayê Kurdistanê dagîr kirine(Efrîn û Serê Kaniyê û gundewarên wan) û hemû herêma li ser dirêjahiya Sînor li jêr gefên dewleta Tirkiyê ye, beraber jî hêza Kurdan nema ew hêza ko hevpeymana navdewletî piştgiriya wê dikir.
Hêz pir tengav kirine, çarçoveya ko lê tevbigere pir teng bûye, ji hêlekê ve Tirkiyê bi Emerîka û Rûsya re peyman kiriye ko hêza Kurdî heta 32 km anko ji sînorê navbera rojava û bakurê Kurdistanê bidûr bike..
Dema 32 km bi paş ve çûye rasterast ket herêmên ko rêjîm wan kontrol dike..
Û neçar bûye peymanê bi hêzên rêjîmê û Rûsya re deyne û hêj Emerîka jî dest ji berjewendiyên xwe bernedaye..
Rûberekî ne ewqas fireh ewqas hêzên leşkerî ketinê.. Lê ya giring milet e, rewşa perîşaniya milet, nema dizane wê çi bike, bi taybetî li herêmên ko ji hêla Tirkiyê û çeteyên digel wê ve hatine dagîr kirin, gund û bajar mal bi mal talan kirine û ya herî xerab nahêlin Kurd li herêmên xwe vegerin..
Efrîn û Serê Kaniyê rojane kuştin û komkujî li wan pêk tên. Dar û dexlên Kurdan dibirin, şerê Kurdan di pariyê nanê wan de jî dikin.
Li Serê Kaniyê ko nuha hêza ‘’Ceyş Muhemmed’’ wê kontrol dike, destê xwe danîne ser mal û milkên Kurdan, xanî li hev parve kirine, ger maleke Kurd wekû xelkên bajêr ên resen ji ber şer reviyane, çeteyan destê xwe danîne ser xaniyên wan û navê yekî ji wan hêza talanker li ser nivîsandine.
Hêj em li jêr gefên Daişê ne, çimkî em wekû Kurd dizanin Tirkiyê li pey geşbûna rêkxistinê û şaneyên raketî yên tirorist û yên tundrew e.
Ji hêleke din ve jî rêjîma Esed, Îran û ta radeyekê Emerîka û Rûsya jî bêbextî li Kurdan kirine, çimkî derfet dan Tirk û çeteyên digel tako êrîş herêmên me bikin..
Lê diyar e û ev rastî ye, Kurd dibêjin rastî tehl e, ‘’Cîhana azad’’ nîn e, cîhana azad ew cîhana xwedan berjewendî ye..
Di dawiya gotina xwe de ez ê parçehelbesteke helbestvanekî Kurd bêjim:
‘’Ne Rojhelat, ne Rojava kes bi me re ne heval bû,
heta bi Xweda jî dostê xurtan bû,
dest daye xurtan û bi me ve ranebû.. ‘’
 
05.12.2019
Ezîz Xemcivîn
* Ev gotina min e, ya li bargeha Partiya Der Südschleswigsche Wählerverband (SSW) ya kêmnetewa Danimarkî li Bakurê Elmanya (Schleswig Holstein)
  Wergerandina zindî: Amed Doskî
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark