Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Nivîskarên bi rûmet

 


M. Bengo

Gelek ji we ku ji ber nîrin cuda penaberbûn, belabûn li welatên biyanî, îro fêrî zimanê wan welatan dibin û bûne û ne tenê wilo, hineka ji we berhemin hêja bi wan zimanê biyanî nivîsandiye, ev tiþtekî pir qence û tê wê wateyê ku hûn afrenêrin çalak û zîrekin. Keda we wê bimîne cihê rêzgirtinê û hûnê bimînin xwedî taybetmendiyekê di çavên wan miletan de, û her weha li cem gelê xwe.


Delalno
Zordarî û serkutkirina ku we li welêt, rojavayê Kurdistanê, dî li ser destê rêjîma Bais, rêbend û dîwarin bilind li pêþiya fêrbûna zimanê Kurdî datanî û avadikirin, û ew bi xwe sedema sereke bû ku helestvan, çîroknivîs û romannivîsê Kurd bi zimanê Erebî berhemên xwe binivîse û biweþîne. Bê guman nivîsên we ji , Roman , çîrok, û helbestan cihê þanazî û serbilindayê ne û pir ji wan berheman hinkûfî xelata ne.

Hêjano
Demeke dirêj derbasbûye, ku derfetên fêrbûna zimanê dayikê li pêþiya me vebûne, û bi taybet bi pêþketina teknîkî û peydabûna internêtê re. Sê çar sala em fêrî zimanekî biyanî dibin, bi gumana min zimanê me jî hêjaye ku em hinek ji valabûna xwe biterxînin ji fêrbûna wî re, da ku behana nizaniya vî zimanî nemîne û ev ziman toza ser xwe dawþîne û biçirisne.

Kurdino
Erê wêje hest e, her sînor û asoyan derbasdike, li mirovatiyê,evînê û pakheyînê digere, raste wêje giyanê mirovatiyê ye, lê ew giyan bi Kurdî jî tê hûnan. Dîsa dibêjim, berhemên we cihê rêzgirtinê ne, lê belê divê em di wê baweriyê debin ku ew berhemên giranbuha nebûne û nabin zengînî ji pirtûkxana me re. Zengînbûna miletan li ser her stûnekê cî digire û asêtir dibe, wêje stûneke bingehî ye, çima me ev stûn piþtguh kiriye!
Belkî di roja îro de xwendevanên wêjeya Kurdî kêm bin, gelo piþtî 50 î salî wê çi bibe?
Þêkispîr di 1585 ê de hate jiyanê berhemên wî ta roja îro semyaneke giranbuhaye ji cîhanê re û di pêþî de ji ziman û miletê wî re.
Bela berhemên we yên giranbuha zengînî bin ji pirtûkxana Kurdî re û miletên din wergerînin zimanê xwe.

BI KURDÎ BIXWÎN
BI KURDÎ BIRAMÎN
BI KURDÎ BISTIRÊ
BI KURDÎ BINIVÎSÎN
BI KURDÎ BIQÎR
BI KURDÎ BIKEN.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.33
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark