Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: Penaberino!

 


Ezîz Xemcivîn

Min çi nekiriye..
Ne dikarim Heriya bi Pêlavên we ve paqij bikim..
Ne dikarim Libeke Serêşê deynim ser Zimanê Kal û Pîrekê ..
Ne dikarim Taya Zarokekî sar bikim..
Ne dikarim Qutiyeke Şîr ji bo Savayekî pêşkêş bikim..
Ne dikarim Dilê xwe bikim Çarçef
û Nexweşekî ji Sermayê biparêzim..


Penaberino!
Serê Kaniyê ji min xeyidî ye..
Efrîn jî ji min bêhêvî bûye..
Ji xwe Kobaniyê bêbextiya min aşkere kiriye..
Êdî Serê Kaniya min,
Şîrê xwe li min -helal- neke!
Ne min bibûrîne,
bawer bike ne hêja me..
Li min ne bûrîne..
Xwezî gava ko ez li Goristana te dorpêç bibûm,
bihatama girtin,
êşkence bibama
û
bihatama kuştin..
Bila min di evê rewşê de nedîtiba
Rovî û Çeqel
desthilatdarên Kolanên te ne..

Penaberino!
Ji şermezariya min dilsar nebin..
Gotinfiroş bi qidoş in,
Wijdan bi Tayekî bêgirêk difiroşin..
Deşta Waşokanî!
Kurd Catir e,
Tolik e
Kurd Pûng û Qinêber e..

Pîvokê!
Ji Helbestê re bibêje: Guh bidêre!
Şevên ko min li Serê Kaniyê bûrandine
ji Nevîçirkên Hestan re bihejimêre..


Penaberino!
Li Çadirên Mirinê hişyar bin..
Nasnameya Welatekî sêwî
di Berîka xwe de veşêrin..
Baranê bi bêdilsozî serdana bobelata we kir..
Bayê kur tenberîka kenê zarokan tevlihev kir..
Hûn jî neviyên heman êşê ne..
Hûn jî Peyamberên dilreşiya dîrokê ne..

Penaberino!
Spîdeya Kulîlkan li Dermanê we digere..
Himêza Cîhaneke Evîn
li ber giriyê şahiya we vedike..
Di Guhê Buharê de bang dike:
Ez Dê me,
Dêya ko bê xew û bê vehêsan im..
Dêya ko Tîpên Azadiya Kurdistanê
bi Gernejîna Piçûkên Kurdan dirêsim..

10.12.2019
Ezîz Xemcivîn

https://www.youtube.com/watch?v=qRVDpRP0O9o&feature=share&fbclid=IwAR2DcnHRT4vAYaYeWSqTUSXnZ13SF2oh9oAIgp8aRzPn-q-qS93YgdAhAcs


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark