Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kela Dimdimê (pêlek ji dîroka kurdî) bi hilma «Jan Dost»

 


  Mihemed Berkel

Destana kela Dimdimê ,destanek helbestî ye bi þêwe û awayekî þêrîn hatiye rêz û xêzkirin ,malkên xwe li hevhatî ne ,zaraveya ku pê hatiye nivîsîn asan ,zelal ,bijartî û li hevhatî ye ,rêzkirina bûyeran û li peyhevhatina gotinan bi rengekî pir baþ û balkêþ hatiye xemlandin.

Mamoste Jandost dîrokê bi awayekî helbestî pêþkêþî xwendekarên Kurd dike ,vê berhemê di sala 1988an de çav li jiyanê vekir ,di naverokê de 24 beþ hene, ji1785 malikan di 188 rûpelan de hatiye xêzkirin.


Tiþtekî balkêþ jî ew e: çîroka (Evîniya Dosto û Sînemê) ku Jan Dost ji mêjiyê xwe afrandiye û xistiye nava destanê bandoreke xweþ lê kiriye û mirov bêhtir bi xwe ve girêdide.

Em ê tev herin hewara Mîrxan
Berî ku werin ''''''''''''''''''''''''''''''''ecem ji Îran

Divê di þer de wek þêr xuya bin
Ser sîngê dijmin bi hêrs peya bin


Gava xwendekar dest bi xwendinê dike ,ew malik û gotinên zelal her diçin girêdana wî bi xwendinê ve bêhtir dikin ,ji ber ku bûyereke bûyereke din dikêþîne û malik malikê li pey xwe tîne ,mirov naxweze dev jê berde ta ku beþ bi beþ bi dawî bike.

Di dawiya berhemê de nivîskar çend pend û þîretan li gelê kurd dike ka ku rojekê roniyê bide.
Navê pirtûkê: "Kela Dimdimê"
Çap: 5emîn ji weþanên Avestayê ye.

Çend agahî li ser nivîskar:
Li Kobaniyê ji dayik bûye di sala 1965an de ,xwendina xwe li zanîngeha Helebê bi dawî kiriye ,di sala 2000î de li Almanyayê bûye niþtecî.
Gelek berhemên wî hene wek (3gav û 3darek ,Mîrname ,Mem û Zîn ...td).

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark