Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: HAWAR

 


  Ji xwendevanan re,Hawar hawara we ye, Deng û gaziya we ye, Jîn û zanîna we ye, Werin hawara xwe bin, Hawar
Komela Kurdî
Têdexistiyên Komelê:
·    Aramanc û awayê xebat û nivîsandina Hawarê.
·    Ji xwendevanan re Alfabêya Kurdî.
·    Stûna feqehan.
·    Stûna zarowan:buhar.


·    Edebiyeta welatî.
·    Hawar hebe, gazî li dû ye.
·    Di dora dinyayê de.
·    Xatir xwazî ya Memî.
·    Hêvî ji xwendevanan.
·    Ferhengok.
Armanc û Awayê Xebat û Nivîsandina Hawarê.
  Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e, xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike; dikare xwe bide naskirin.
Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide naskirin. Lewma ku ziman şerta heyînê a pêşîn e. Hawar jû pêve bi her tiştê ku Kurdanî û Kurdîtî pê bendewar e, dê mijûl bibe tinê siyaset jê dûr e, xwe naêxe siyasetê. Hawarê siyaset ji civatên welatî re hiştiye, bi siyasetê bila ew mijûl bibin. Em jî di warê zanîn, huner, û sinehetê de dê bixebitin.
Awayê xebatê: karekî ku bikare biçe serî, divêt jê re pironivîsek bêt çêkirin, me pironivîsa xwe li ser bingehên jêrîn lêkirî ye.
1- Belavkirina Alfabêya Kurdî di nav Kurdan û hînkirina wê. Senifandina zimanê Kurdî û hin bi hin di komelê de belavkirin û pêşdetir di şiklê
kitêbê de derêxistin.
2- Sehîtiya zarên Kurdî û berhevdanîna wan. Sehîtî ser mirovatiya zimanê Kurdî digel zimanên din ên arî. Sehîtî ser bingehên zimanê Kurdî, ser dîrok û awayê rabûna û pêşveketina wî.
3- Ber hevkirina çîrok, çîrçîrok û her texlît laje û stranên Kurdî û birêve belavkirina wan.
4- Senifandin û belavkirina dîwanên Kurdî. Bi van ve jînenîgariyên şaîr û mirovên bijarte jî dê bên belav kirin.
5-  Sehîtî ser reqs û qeydeyên stranên Kurdî.
6-  Sehîtî ser her texlît rêzikên Kurdî û Kurdistanê, yên zemanê borî û yên îro û senifandina wan, û sehîtî ser pîş û sinhetên Kurdî.
7- Dîrok û erdnîgarî: Sehîtî ser tevayiya dîrok û erdnîgariya Kurdistanê û ser dîroka eşîran, berî , paşî û di wextê Mîr –Şeref de.
  Awayê nivîsandinê: Di heqê zimanê me de heta niho gelek tişt hatine gotin di nav van gotinan de tiştne rast û nerast jî hene . ez ku Kurd û Kurdmanc ziman im û zimanê xwe rind dizanim û min ew bi heft heşt zimanên din daniye ber hev, kîtkîtên wî hûrhûnadine; qeydeyên wî ji hev derxistine, dikarim ji biyaniyan bêhtir û qenctir dehkera wî bidim xuyakirin û zanîn.
  Zimanê me îro hem freh hem teng e. Freh e : bi her tiştê ku Kurd pê mijûl bûne, dest dane ser wan,di wî warî de zimanê Kurdî hin zimanên din û ji hinan bêtir pêşve çûye, kemiliye, û ji tu zimanan kemilî bi şûn denemaye. Teng e: Herçî ku ji Kurdan re nenas mane û Kurd pê mijûlnebûne, di wî warî de zimanê me rawestiyaye, pêş veneçûye, di cihê xwe de maye.
  Lê zimanê ji wan zimanan e ku ber her tiştê nuh, pirsên nuh dizên û bi rêve pirsên nuh ji wan çar dibin. Herwekî xelkê Geliyê Goyan, berî çardeh salan, gava tiyare dîtin, tavil bi zarê xwe balafir nav lê kirin; ji lewre ku ji banî, ji bala difire, dîsa Kurdmancine ku telêfon dîtin ji mesmeha wê re bihîstok gotin. Jiber ku deng pê têt bihîstin.
  Niho em vegerin ser gotina xwe; ser awayê nivîsandina zimanê xwe. Îro di zimanê me de du texlît kêmanî hene: Windabûna pirsine Kurdî û ketina pirsine biyanî nav zimên. Em çi bikin ku zimanê me bikare vegere ser xurtiya xwe û di nav zar û zarawayên xwe de bikemile û bibe zimanekî tekûz
  Di windabûna pirsan de, pirsin hene yekcar winda bûne, hin hene ji zarekî ketine lê di zarekî din de dijîn û çendek hene di axaftinê de kêm têne gotin lê di mamik, medhelok, çîrok û stranan de têne bihîstin, em li pey wan in, hin bi hin em wan diêxin dest û disenifînin û gora mehcetê jî ji nuh ve ser awayê hevdûdanîna pirsên Kurdî pirsine nuh çêdikin, ji bona pêşveçûna zimên, divêt em bendên xwe bi tevayiya van pirsan binivîsînin û li paşiya her hijmarê ferhengokekê danîn û tê de mana pirsên ku di zaran de kêm bûne û yên ku ji nuh ve hatine hevdûdanîn ji xwendevanên xwe re bidin zanîn.
  Ji xwendevanê xwe hêvî dikim ferhengoka me qenc bixwînin û di heqê pirsekê de ku fikreke wan hebe ji me re binivîsînin; heke ciyoka pirsekê bizanin, ewa ha jî tev mana û ferqên wê digel ciyoka xwe ji me re bidin zanîn.
Weko: rêkirin, şandin, hinartin, ciyokên hev in, lê di mana rêkirinê de ji mana şandin  û hinartinê ferqek heye.  Rêkirin,  herhal,  bi  rê  êxistin  û şandin e. Dîsan, xeberdan, axaftin, peyîvîn ciyokên hev in gelo di neqeba wan de çi ferq hene?
  Hawar zarokeke nûza ye. Zarowa me ye; zarowa Kurdan e. wek her zaro bi xweyîtiya dê û bav, bira û pismamên xwe dikare bijî. Her kes her Kurd dikare arîkariya Hawarê bike. Tu kes mebêje ku ez mirovekî reben û nekêrhatî me. Ji min diayê pêve tiştek nayê. Belê, tukes vê xeberê mebêje, herkes bi tiştekî, bi awakî dikare bê hawara Hawarê. Tinê di be ku awayê Hawarê nizane, jêre çend awa hene:
1- Kiriyarê Hawarê bûyîn û jê re kiriyaran peyda kirin.
2- Navên mirovên xwendewar lê ne maldar, ku nikarin kiriyar bibin, û navên medresan ji me re dan zanîn. Da ku Hawar herwe bête şandin.
3- Paş xwendina Hawarê ji heval û nasên xwe re danxwendin û ji mirovên nexwenda re bi xwe xwendin û ew ser têdexistiyên komelê serwext kirin
4- Ji Hawarê re her texlît şihr û bendan nivîsandin.
5- Çîrok, medhlok û mamikan berhevkirin û ji Hawarê re şandin.
6- Di heqê welat, eşîr, bajar û gundên xwe de tiştine kevin û nuh ji Hawarê re rêkirin.
7- Her texlît bergehên Kurdistanê peyda kirin û digel wesfên wan ji me re hinartin.
  Ji gotinên jorîn qenc dixuye ku ji Hawarê re arîkirin gelek hêsanî ye. Kesê ku dil bike dê bikare jî.
  Di destpêkê de komela me di panzdeh rojan de carekê dê derkeve. Piştî çend hejmaran komela me dê bibe heftekî û li serê her heftiyê dê belav bibe.

Alfabêya Kurdî
Bi navê yêzdanê pak ê dilovan û mihrîvan.
Alfabêya Kurdî ji sîh û yek herfan hevdudanî ye:
a b c ç d e ê f g h i î j k l m n o p q r s ş t u û v w x y z.
Herf di dengdayiyê de du texlît in:
  Dengdêr û dengdar.
Dengdêr ew herf e ku dixwedeng e, û dengê wê bi serê xwe derdikeve û dengê dengdaran derdixîne.
Dengdar ew herf e ku dixwedeng e , ê lê belê dengê wê bi serê xwe û bê arîkariya dengdêrê dernakeve.
Di zimanê Kurdî de 8 dengdêr hene :
a- e-  ê- i- î- o- u- û
  Lewre ku di denganîya Kurdî de dengdêrek geh kin û geh drêj nabe dengdêrên Kurdî di drêjahiya dengên xwe de sersekinî ne :
kin û drêj in.
Dengdêrên kin:
e : der, şer, ser
i : kin, din, bin
u : Kurd, kur, kul
Dengdêrên drêj:
a : av, sar, bar
ê : dêr, şêr, mêr
î : tîr, zîv, şîv
o : dor, sor, kor
û : kûr, şûr, dûr
Di zimanê Kurdî de bîst û sê dengdar hene:
b : bar, bav, ban                       c : car, can, cûn
ç : çar, çûn, çem                       d : dar, dan, dîn
f : fanos, filan, find                   g : gav, giş, garan
h : hîm, hêja, halan                   j : jin, jor, jajî
k : ka, ker, kom                         l : lo, law, lez
m : mar, mêj, mak                    n : nan, nerm, nas
p : par, por, pehin                     q : qîr, qenc, qelî                     
r : rê, rû, reş                              s : sar, sebat, sofî
ş : şor, şev, şa                          t : têr, taket, tûj
v : vajî, vala, virnî                     w : war, werîs, wek
x : xanî, xwarin, xêr                  y : yar, yek, yarî
z : zor, zabit, naviz

  Ji van pêve du herfên biyanî hene ku birek ji Kurdan wan dibêjin. Lewre ku ew herfên ha di eslên xw de ne Kurdî ne me ewneêxistine nav alfabêya xwe.
  Ew jî ( ح ) ( غ ) ne, me ew du herf bi danîna du deqan ser (h- û x-),    H wek hal, û X xar.
  Ku ev du deq ketin ev herfên ha vedgerin ser herfên Kurdî û dibin h, x. ji xwe piraniya Kurdan şûna ( خ ) ( غ ) dibêjin; xeyîdîn
  Hawar dengê zanînê ye. Zanîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike dikare xwe bide nas kirin. Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide naskirin. Lewma ku ziman şerta beyînê a pêşîn e. Hawar jû pêve bi her tiştê ku Kurdanî û Kurdîtî pê bendewar e dê mijûl bibe.
  Bi xêzên jorîn ve me rêberî û rêzaniya Alfabêya Kurdî kuta kir. Ji niho pêde bi hûrhûnandina hevdûdanîna wî dê mijûl bibin, dûmahîk heye .

Sitûna Feqehan
  Pêrar, digel çend hevalan derketî bûm gerê. Çendekî di nav fekehan de mam. Me sê çar medrese dîtin di hin medresan derketî ji xelkê cih bêtir bûn. Di nav wan de xortên her welatî, her eşîrî peyda dibûn Serhedî, Heza Romî, Botî, Diyarbekrî, Bedlîsî, Mûşî.h.p. Bi dîtina min gelek kêfxweş dibûm, ji min ser Kurdanî gelek tiştan dipirsin.
  Piraniya wan bi herfên latînî jî dizanîbûn. Pêkeve digotin ku Kurdmancî bi herfên latînî gelek qenc têt nivîsandin, ji bin paşîlên xwe pelin derxistin û ji min re dixwendin. Te digot, hemî jî şair bûn. şihrên wan tev ser welêt û milet bûn.
  Weko: Bêriya Botan, zozana şerefdînê, Girên beriyên, Çiyayên Dêrsimê, Bidlîsa kevnar........
  Girêdana wan jî Kurdmancî bû, ji xelkê cih re jî cilên Kurdmancî dabûn xwe ragirtin. Kolosên xwe bi xwe çêdikirin. Di nav axaftinê de min ji wan re da zanîn ku dilê min heye rojnameke Kurdî derêxînim. Ji min daxaz kirin ku ji wan re di rojnamê de stûnekê vekim. Di vê stûnê de herçî ku di medresan de nayên xwendin ji wan re bidim zanîn.
  Em welê lekatî bûn, ku ew ji min bipirsin ez jî gora pirseyariya wan behsên ser îlim û huner ji wan re bêjim, Feqehîno! Ev e stûna we. Hun hema bipirsin.
  Herçî ez bi xwe dizanim ji we re bêjim, heke di nav pirsiyariyên we de tiştek hebe ku ez pê nizanim, ji wan dipirsim ku pê dizanin û ji we re bidim zanîn.

Stûna Zarowan:Buhar
Buhar e, nuh buhar e,
Tebîet giş li kar e,
Çi heyadan çi hal e.
Her tişt zendî rewal e,
Buhar e, nuh buhar e,
Tebîet giş li kar e.
 
    Berf dihile li zozan,
    Stirî şîn in li deştan.
    Kulîlk hêj nuh şepal in,
    Gul û bilbil heval in.
    Buhar e, nuh buhar e,
    Tebîet giş li kar e.
      
        Mij ketiye li daran,
        Hure-hur e tum baran.
        Mih û berx in dikalin.
        Buhar e, nuh buhar e,
        Tebîet giş li kar e.
      
            Roj vedide mîna bûk,
            Şûn ve mane ba û pûk.
            Şiher, zinar,lat û ber
            Diçirisin der bi der.
            Buhar e, nuh buhar e,
            Tebîet giş li kar e.

Edebiyeta Welatî
  Edeîbyeta welatî, ew edebiyet e, ku ji jîna miletî, ji hiş û dilê wî, ji dîrok û çîrçîrokên wî, ji stran û lajyên wî hiltêt. Kaniya wî, dilê milet, hiş û heyata wî ye. Tinê ev edebiyet e, ku germ rengîn, bibin û xwedan ronahî ye. Ji vê edebiyetê, dengê bilûr û dîlanê. Stranên çiyê, zîziya hêvîn, û hejkirinê bi teptepa dilan ve tên bihîstin. Piraniya miletan pirîcaran vê rastiyê seh nedikirin, ber nediketin.
  Li Ewropayê, miletin hebûn ku hej zimanên xwe nedikirin, zimanên xwe kiçik teng, nespehî û nehêja didîtin. Ev hal di welatên rohilatî de jî dihat dîtin. Herwekî di nav Kurdan de, herçî mirovên zana radibûn xwe ne bi zimanê Kurdî lê bi zimanê biyaniyan dinivîsandin. Piştî xebata sedan salan; di welatên ewropa û rohilatê de hate seh kirin ku ev rê dernakeve û ev awa naçe serî. çiku milet ji wan kitêban re guh nedida û xebata wan mirovan berxurdar nedibûn. Ber vê yekê ev mirovên ha vegeriyan ser zimanê xwe. Vêca xebata wan zûka berên xwe dan û milet pey edebiyeta wan çû.
  Bi vî awayî di nav miletan de edebiyeteke geç û zendî çar bû. êdî her kes zana nezana, bajarî gundî ku xwendinê zanibe, zimanê wan seh dikirin, û kitêbên wan dixwendin. Ji xwe welê jî diviyabû. Jiber ku ji nivîsandin û belavkirina kitêban qesd ew e ku hiş û fikrên qenc bikevin nav xelkê, di dil û serên wan de cih bigrin. Ji mesela zimanî pêve meseleke din jî heye. Herwekî nas e fikr û hiş di dora zimanî de xwe dighînin hev, û her ziman fikr û hişên xwe û awayê gotina xwe bi xwe re hildigre û ew pê re diguhzin, û pey zimanên xwe dikevin. Bi vî awayî digel zimanî fikr û hişên biyaniyan jî tên dikevin nav me de, di dil û hişê me de cih digrin, û rû û gonê me ên manewî dighurînin, diheşifinin.
Paşî vê gotinê, qesda me awayê edebiyeta me ji xwe têt seh kirin, û ew rêya ku em têre dixwazin herin bi xwe vedibe û dikeve pêşiya me.
  Vêca divêt ku em bi zimanê dê û bavên xwe, bi zimanê şirîn û delal, bi zimanê Kurdî bi Kurdiya xwerû binivîsînin, û fikr û hisên xwe ji çîrok û stranên Kurdî bigrin. Ji xwe Ahmedê Xanî berî sêsid salî va rêya ji me re vekiribû. Lê heyf paşiyê wî pêve neçûn. Xanî kitêba xwe bi Kurdmancî nivîsandibû û fikr û hisên wê ji çîrçîrokek Kurdî, ji Memê alan girtîbû. Xanî xurtiya zimanê xwe hêj wê gavê hisiyabû, û ji wan re ku pê nedinivîsandin bi beyta jêrîn dixwast bide zanî:
   (( Safî şemirand vexwar Kurdî   Mavendî- derî lîsanî Kurdî))
   Êdî çax e, ku em bidin pey Xanî.
         Dr. Kamiran Alî Bedirxan

Hawar hebe, Gazî li dû ye
  Ji bona brayê min Osman Sebrî:
Şeveke tarî, çav çavan nabîne. Qeşa erdê wek gîzanan lingên min ên xwas dibire. Bayê reş carnan dikeve guhekî min û di ê din re derdikeve. Qet nizanim ku li kû me? Heyanî xwe bi lêxistina gopal li erdê dizanim. Ev çend roj û şev e bi vî awayî diçim, dawî nayê, ji welatê berf û bagerê xelas nabim.......
  Belê îşev jî wek her şev tarî ye. Berf û bager ji awakî li min dide; sar e dicemidim tewş e, livîn di min nema, deng ji min dernayê. Tinê sê dengan min kire gazî û hawar!...
  Gelo, ev xewn e? çavên xwe vedikim bawer nakim. Lê dizanim ev deng, dengê kurê min e “ Bavo! Bavo! “
- Ha kurê min ez li kû me?
- Bavo! Bavê min li mal e, çima çavê xwe venake?
  Dîsa bi tirs ku min çavên xwe vekir min dît ez li mala xwe me. Kurê min (himgiran) li ber serê min rûniştî û got:
- Bavo, gava ku Roman welatê me dişewitand tu hê li ku bûyî, ji ber vê yekê me xort û canan hevdu girt û dijminên xwe qels kir, me welatê xwe ava kir. Divêt ku bavê me jî bihata; lê te xuya nekir, ji xwe min xewna te jî dîtibû ku tu di tengasiyê de yî; tu li me „ hawar! „ dikî.......
  min şal û çapikê xwe tev şidand û ça û zinaran derbas kir, ez hatim. Min dît ku bavê min ji serma û pûkê qefiliye,; dilê te tinê davêt; hema min bavê xwe girt, û pirtûkên xwe lê şidand û me rêya mal girt. Ev çend roj e em hatine; dê rabe îcar tu rabe me bi jîn ke!
Jiyîn çiqas delal e
Di nêv bav û biran de.
Dil heye ku nenale
Ber birînên riman de
Ev birînên riman e;
Barekî pir giran e:
Kezeb, gurçik nemane;
Li pepûkên xwe ha de.
Hawara me vaya ye,
Xewa bêkêr bela ye,
qet şik tê de nema ye,
Di gotinên yaran de.
       Qedrîcan

Di dora dinyayê de
Bê şik heke xwendevanên me ji mijûlayiya me a bingehî pêve dê dil bikin ser her tiştên dinyayê serwext bibin. Me ev stûna ha ji bona wî vekir. Ji hejmara duwim ve emê dest pê bikin û xwendevanên xwe ser bûnebûwên dinyayê serwext bikin.

Xatir xwezî ya Memî
Mem got, dê kreremke ezbenî tu.
 dêka min î tu, nebayî wek dû,
Qederê te, erê gelek giran e,
 mem qedrê dêyan gelek dizan e,
Ser pêsîr û sîng û paşila te,
 germî kê dida? tînê dilê te.
Dayê tu yî tu, tu dadika min,
 dstê te hejand mehdîka min.
Alos î erê, erê tu dê yî;
 fêkê te me, ez tu dar û ra yî
Dayê megrî xwedê piyar e,
 lawê te ye Mem peşîb e,
Mak î erê tu, tu yî dilovan
 lingên te de Mem peşîb e, qurban.
Iznê bide min ku dilbirînim,
 dadê ji tere keça te bînim.
           Dr. K.A Bedirxan
Dr.Kamîran Alî bedir xan Memê Alan bi awakî nû nezimandiye. Hin menzûmeyên wî di Hawarê de bêne belav kirin. Ev menzûma ha yek ji wan e.

Hêvî Ji Xwendevanan
 Ji bona Alfabêya Kurdî Em ji te re vê alfabêya Kurdî rûpel bi rûpel di komelê de belav dikin, pêşdetir di şiklê kitêbê de bêt derêxistin.
  Ji vê belavkirinê qesda me ev ku herçî xwenda û zanayên Kurdan hene. Rûpelên Alfabê yek bi yek xêz bi xêz, pirs bi pirs, bixwînin, qenc bala xwe bidin û her çî kêmaniyan bibînin ji me re binivîsînin, da ku em wan kêmaniyan rast bikin.
  Jû pêve, ez ji wan tiştekî din jî hêvî dikim. Ji me re ji bona her rûpelê pirsine nû peyda bikin û rêkin. Li rûpela pêşîn, me sê herf danîne (a d r) û bi van çend pirs çêkirin. Dibe ku bi van herfan pirsine din jî bên çêkirin. Di rûpela duwemîn de herfên me bune pênc ( a d r e m ) me bi wan jî çend pirs dîtin. Heye ku hinekî din jî peyda bibin.
  Bi vî awayî xwendevanên me dikarin bi me re bixebitin û alfabêya me bi edilînin û qenctir bikin, ji pirsan pêve gora herfên her rûpelê cimleyên spehî û bihikmet, mamik û medhelokan jî bi kêrî me tên.
  Lê divê ku xwendevanên me xwe bilezînin û heta heft-heşt rojan cuhabên xwe bigihînin me. da ku di hejmara duwîn de em bikarin wan belav bikin.

Ferhengok
Armanc:
Her tiştê ku ji bona avêtina nîşanê têt daçikandin. Paşiya tiştê ku çavê mirov lê ye û dixwaze xwe bigihîne wî: berike wî li armancê neket, armanca Hawarê pêşvexistina zimanê Kurdî ye.
Bendewar:
Pêgirêdayî: herçî Kurd hene hemî jî bi Kurdên Iraqê ve bendewar in.
Erdnigarî:
Ilma ku bi her awayî wesfa erd û dinyayê dide; çiya, çem, deşt, bajar, tendûrek, gol, newal, h. P. erdnigariya Kurdistanê.
Bingeh:
Hîm û eslê tiştekî: herçend zimanê Kurdî û farisî di kîtikên xwe de ji hev vedqetin lê di bengehî de digehin hev.
Ciyok:
Pirsên ku mana wan nizingî hev an wek hevin: rêkirin û şandin.
Dehker:
Rastiya tiştekî ku tem carinan veşrtî ye: ji gotina xelkê re guh mede dehkera meselê ez dizanim.
Dîrok:
Rastiya tiştekî an mirovekî dîroka dinyayê gelek kevin e. Dîroka jîna Selahedîn bi sere xwe dinyayek e.
H. P.
Heta paşî
Jînenigarî
Awayê jiyanê û tevayiya biserhatiyên mirovekî jînenigariya wî ye.
Pronivîs:
Her tiştê pêkhatî, nivîsandî nenivîsandî, ku awa û rêveçûna xebat û karekî nîşan dide, û berî destpêkirinê têt çêkirin, me pironivîsa xwe pêkanî, êdî divêt ku em dest bi xebata xwe bikin.
Ferhengok:
Ferheng komela tevayiya pirsên zimanekî ye. Ferhengok ferhengeke kiçik e ku têde pirsine wî zimanî peyda dibin. Fergngoka Kurdî ferhngoka Hawarê.
Zimanazîn :
Tevayiya qeydeyên zimanekî zimanazîna wî zimanî ye .

  Her wekî me di serstûna xwe de got pirsin hene ku ji zarekî ketine lê di yekî din de dijîn.
  Ji lewre dibe ku di nav bendên me de pirsine din jî hebin ku ji hin xwendevanên me re nenas in. Em ji wan hêvî dikin bila ji me mana wan bipirsin, da ku di ferhengoka hejmara duwîm de em bikarin mana wan jî
bidin.

Kiriyariya Komelê
Kiriyarî:
Ji bona Sûrya, Tirkiya, Ecemistan, Iraq û welatên Qafqasê: Salekî 500 qirûş-sûrî, Şeşmehkî 300 qirûş-sûrî,  Sêmehkî 175 qirûş-sûrî.
Ji bona welatên din:
Salekî 150 frenk
Şeşmehkî 90 frenk,  Sêmehkî 50 frenk
  Her tişt bi navê xweyî têne şandin  Şam: taxa Kurdan
xwedî û midîrê berpisiyar .  Mîr Celadet Alî Beder –Xan.

------------------------

Têbînî:
Em wek Koma Nûs we sipas dikin û didin xuyakirin, ku me hin guhartin di nivîsandina HAWAR `ê de bikar anîn, ew guhartin jî, ji bo ku xwandina HAWAR ''''''''ê hêsantir be, wek mînak hevguhartina tîpa "k" û "q" yên ku mîr Celadet ew berdêlî hev kirbûn di hejmara 1''''''''ê de.
Ji bo têkelî û pêşenyazên we bi Koma Nûs re :
komanus@gmail.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark