Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rawestaneke kurt li ser dîwana kak Nizar Yosif Bêdengiya Þevê

 


 Cankurd 

Îro kak Nizar Yosif libek ji va dîwaana xwe ya xweþik û hêja wekî diyarî bo min hinart, û min ji xwe re histobarî dît, ku ez li ser wê çend peyvan lêbikim.
Di serî de, ez dibêjim: Pîroz be ev xebata te ya helbestvanî, ji ber ku bi vê yekê tu pirtûkxaneya ziman û helbestvaniya kurdî maldartir dikî.
Ya dî ewe, ku ez ji dil de xebata Dr. Beþar Moustefa wekî karekî bê wekanî di nav karên rewþenbîrên Kurd de dibînim, ji ber ku ew bi keda xwe ya kesanî van pirtûkê hêja di bin navê weþana Sersera de çap dike û belav dike, ji wan xebatan jî ev dîwana kak Nizar Yosif, ku bi çapeke baþ derketiye.


Pirtûka bi harîkariya zimanî û teknîkî ya hêjayan Heyder Omer, Îdrîs Omer û Mehmet Ünver amade bû ye, ji (184) rûpelan e û di nav de bêtir ji (50) helbestan hene, ew ên ku bi Kurdiyeke resen û asan in, paqij û dewlemend in bi peyvên kurdî, di demekê de, ku zimanê Kurdî li herêma Cezîrê rast tê diçe.
Van helbestên balkêþ di navbera 2009 û 2019 de hatine lêkirin û bêtirê wan li ser neteweya Kurd û mijarên wê ne, parekî piçûk jî ji wan li ser evînê ye.
Ez naxwazim di vir de tiþtekî ji van helbestan bidim belavkirin, da xwendevanê helbesthez bi xwe pirtûkê bistîne û bixwîne.
Destên te sax bin dostê hêja Nizar Yosif û gelek supas kak Dr. Beshar Moustefa, mala we herduwan ava be.
  ‏06‏ نيسان‏، 2019  
 kurdaxi@live.com
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark