Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bîranînên Zînê bîranînên miletekî þeydayê azadiyê

 


 Idrîs Hiso

Roja 23.02.2019an li Bingeha Laleþ a Rweþenbîrî û Civakî rewresmên taybet bi imzekirna pirtûka Þeva Zînê Revî Bîranînên Jinek Êzidî ji Koço ya nivîskar û lêkolînerê hêja Xalid Tahlo bi amadebûna hejmarek mezin ji kurdên êzidî, kesayetiyên civakî, nivîskar, lêkolîner û dezgehên ragihandinê birêveçû.
Xalid Tahlo ku bi karekî pîroz û mezin derbarê dêkomêntkirina tawanên DAIÞê li dijî êzidiyan û li dijî jinên kurdên êzidî bitaybet dike, ew dixwaze bîranîna me zindî bimîne dixwaze nifþên nû, neviyên me, em, hemî kurd û hemî cîhan van tawanên cînosayda bi serê kurdên êzidî hatiye bizanin û jibîrnekin.


Rojnama Kurdistan li wir bû û xwest derbrê vê çalakiyê û derbarê girîngiya vî karî û tawanên ku bi serê kurdên êzidî ve hatiye deng bighîne xwênerên beþê kurdî
Xalid Tehlo ji Kurdistan re got: “Ji roja kareseta 03.08.2014 ve bêhtir ji heft hezar keç, kur, mêr û pîremêrên êzidî ji aliyê çekdarên terorîstên DAIÞê ve hatin revandin, heta niha jî bêhtir ji sê hezar êzidî dîl di destê DAIÞê de mane, min bi pêwîst zanî ku ez çîroka dîlên destê DAIÞê de binvîsim. Zînê yek ji wan keçên êzidî ye ku ji destê terorîstan hatiye azadkirin.
Bêhtir ji sê saln girtî maye, mîna kole hatiye bikaranîn û mamele ligel wê hatiye kirin, ji 03.08.2014 haet 19.02.2018 Zînê ligel kurê xwe gihþte ew çend neferên ku ji malbata wê sax mabûn, ji ber heta niha hejmarek ji endamên malbata wê winda ne û çarenivîsa wan nediyare.”
Herwiha got: “Merema min ji van pirtûkan ku ez van kiryarên hovane yên DAIÞê û cînosayda ku bi serê êzidiyan ve hatiye dêkomênt bikim da ku nifþên dahatî û hemû cîhan fermana 74 an ku bi serê me êzidiyan ve hatiye ji bîr nekin û ji bo êzidiyan çarenivîsekê bibînin.”
Ji aliyekî din ve Xalid amaje bi xaleke girîng kir û got: “Piþtî rizgarkirina van keç û zarokan ji destê DAIÞê çîrokên wan bidawî nabin û ew rastî gelek zehmetiyan tên, çinku hêþte jî êzidî di kampan de û di rewþeke gelek xirab de dijîn, çi li welat, çi welatên cîhanê, êzidî li cîhanê belav dibin li Tirkiyê, Yonanistan, Ewropa û heta bi Ustiralya jî bêyî ku pirsgirêka wan were çareserkirin li ser axa bav û kalên wan.”
Derbarê rewþa Þingal û deverên Êzdîxanê got: “Em spasya her hêzekê dikin ku alîkariya êzidiyan kir di þerê li dijî DAIÞê de, lê bila êzidiyan bi agirê bazarên siyasî neþewitînin, bila êzidî nebin êzingê agirê þerê berjewendiyên hêzên cuda, êdî bese em dixwazin li malên xwe vegerin.”
Ji Aliyê xwe ve Zêna Ismaîl Xwedêda got: “Min çîroka xwe di vê pirtûkê de belav kir, ji ber ev ne çîroka min bi tenê yê, ev çîroka miletekî ye, çîroka oleke resen û keltûreke dêrîne ku rastî cînosayidê tê û hatiye, divê hemû kiryar û tawanên DAIÞê li dijî kurdên êzidî werin tomar û dêkomêntkirin da ku neyên jibîrkirin, divê kurê min Acan û hemû lawên Kurdistan û cîhanê van çîrokan bizanibin, tiþtê bi serê me hatiye ne tiþtekî biçûke, em rastî cînosayidê û bazirganiya bi mirovan hatine.”
Rojnamevan Nûsrî Þingalî derbarê karên mamoste Xalid Tahlo got: “Mamoste Xalid karekî pîroz dike, berî niha çîroka xweha xwe Leya ku ew jî di destê DAIÞê de dîl mabû û piþtre rizgarbû nivsîbû, dêkomêntkirina tawanên DAIÞê lidjî êzidiyan gelekî girînge, divê nifþên dahatî van tawanan jibîr nekin û bîranaîna me derbarê van tawanên cînosaydê zindî bimîne.”
Herwiha got: “Em ji wan mirovên ku heta niha di destê DAIÞê de mane dibêjin, bê hêvî nebin, em li vir kar dikin ku hûn rizgar bibin û vegerin welatê xwe û îradeya me êzidiyan ji hovîtiya wan xurtire û em dê we bi gulan pêþwazî bikin, guh nedin gotinên pûç û hinek dibêjin êzidî keçên ku rastî tawanên DAIÞê hatine di nav xwe de qebûl nakin, ew rûmeta me ne.”
Leyla Tahlo ku çîroka wê jî ji aliyê birayê wê Xalid Tahlo di pirtûka bi sernavê LEYLA Û ÞEVÊN BI AZAR ve hatiye dêkomêntkirin got: “Birayê min Xalid berî niha çîroka min û çîrokên hejmarek kesên din ji malbata me ku ji destê DAIÞê rizgarbûne nivîsiye, ev pirtûk gelekî girîngin, divê çîrokên me neyên jibîr kirin, em dê nikaribin venegerin jiyana xwe ya normal heta ku yek zarokê me di dest DAIÞê de mabe.”
Herwiha got: “Jina êzidî azad û serbest e, hovîtiya DAIÞê wê nikaribe îradeya wê biþkîne, tevî hovîtiya DAIÞê û hin cîranên me ku me digot em kirîvê hevûdinin lê mixabin ne wisa derket, em dê bijîn û bi azadî.”
Rewresim bi imzekirina pirtûkê ji aliyê nivskar û belavbûna li ser amdebûyan bidawî bû.
Duhok 23.02.2019     


 

 

 

 

 

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark