Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Welat û hêvî

 


Nayif çolo

Mijlbûna gerdûnê 
Demsalên bê nav 
Bapîsûkên bê xewin 
Kenê bê qermîçûk


Giryê parzûnkirî ji hêsrên 
Dilpakiyê 
Çar aliyên windayî
Du rûbarên bazdayî 
Yek girî
Yên din xwîn 
Li zevyên xewnan 
Dimiçiqin 
Þarên behremend tenê 
Ji berbendiya kuþtinê 
Havîn xwe dialêse ji 
Xwêdana hejaran bê fedî 
Pênûs berdiliyê li gotinên 
Evîniyê dike 
Bê çar dimînin helbestên 
Aþitiyê 
Li keviyê paravên 
Sêwî 
Xwe dide pêþ rengê 
Reþ 
Ji dest diçe jiyan rengê 
Spî 
Û hêdî hêdî diçê ava 
Hêvya welat.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark