Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Koseyên Cizîrê .. Cîrokek gelêrî

 


Danehev û berhevkirina : Zinar Mistefa 

Saleke bê baran, ziwa û hişk û hola bi ser (Cizîra botan) de hat. Bû mehil û xelk perîşan ketin. Vêce, ew mecbûr bûn ku ji goştê laşên xwe bixwin, qene xwe li zivistanê biqedînin.


Gundî rabûn: Pez û sêwalên xwe dane ber firotinê-Wilo jî hate serê cotyarekî perîşan, ku destên wî jî ga yê wî yê nestêleh nedibûn. Lê mecbûriyê ew kire rewşeke teng de. Rabû ga hazir kir ku bi kurê xwe re rêbike d li Cizîrê bifiroşe. Beriya ku kurik bi rê bikeve, wî şîret lê kirin qene haj xwe hebe ji Koseyên Cizîrê.
Kurê gewir,xatirên xwe xwestin û kete ser rêya Cizîrê de. Bi rê de, zilamek hate pêşiyê. Go: xortê delal! Tu yê bi kû ve herî?
Kurik jê re got: Xalo! ez diçim Cizîrê , qene ga yê xwe li wir bifiroşim.
Zilêm gotyê : Lawo! ma ne heyif û maxabin e ku tu vî gayê ha,wilo bibî Cizîrê?!. Ez bawernakim; ku ew li wir, ti bihayî bîne?
Kurik jê pirsî, go: Xalo! çima gay ê min li wir ti bihayî nayine?
Zilêm gotyê: Xwarzê! ga yê te bi çar linga ye. Kû bi sê lingan bane, wê bihakî qenç anîbane?.
Kurik li ber lingê gê sekinî, go qirç û şikand. Ew ga yê nehîte ma bi sê lingan.Bav ê wî ji xapên wilo ditirseha. Wî dizanîbû kû kurik cêhil e. Bi zorê, ew ga yê mezin di bin xwe de meşî, ta ku gihane devereke nêzîk.    Li wir, zilamekî dîtir derkete pêşiyê, dîse kurik xapand, lingekî dî jê sikand. Ew ga yê nehîte ma bi du lingan.
Bi dare zorê, ga di bin de xwe de xir-xirî. Koseyekî dîtir, lingê  sîsêyan pê da şikandin. Ga ma bi lingekî .
Her sê kose lê gihane hev, û ga bi bihakê mirî jê sitandin. Kurik pîs pîs vegerha mal.
Bav ê wî dêhna xwe dayêde; ku kurik bê made û keyfa wê na xweşe. Wî naskir ku belanin hatine serê kurik .
Jê pirsî. Go: Xerê lawo? Îro ti ne li ser hevî ?
Kurik jî bavê xwe re got : Pey nekeve, hal û meselet evin: Li ber (Şikevtikê koran*), sê zilaman wilo li min kirin, û ga jî  ji min sitandin .
Wexta bav ê kurik, ew gotin bihîstin, ew di cihê xwe de tevizî ma, çiku ew ga yê bi qedir ji nav destan çû. Vêce, wê çilo wî kufletî îdara bike ?
Hingê, mêrik rabû ji kurê xwe re got : Ma ne min behsa wan koseyan ji te re kiribû?!. Lê xem nîne kurê min, heke ez bavê te me? ez vê yekê ji wan koseyan re nahêlim. Bi soz, ew ji nav lepên min ne filitîn.
Bav ê kurik, rabû kera xwe kurtan kir, û sê zêr jî kirin ber de, hema ku ji xwe re nekevin. Ker da pêşiya xwe û berê xwe da Cizîrê.
Gava giha biwara kose yê pêşî, dar li kurtên da , zêrekî go pir û jê firî, û li deverekê ji wan ket. Bav ê kurik go: Ma ez dikarim li  ber zêran bidim?. Ma îde yek û dido ne?, ne xwirî zêre?!.
Kera  xwe ajot û nesekinî . Yê kose halo meyzand; ku zêrekê li wire.  Xwe yê kerê, ji xwe ne rahiştiyê û lê nebû xweyî jî. Yê kose got: Bavo! ser û binê vê kerê zêrin?!. Dest avête wî zêrî û kire kurika xwe de.
Mêrik giha biwara kose yê navê, dîse darek li kerê da, zêrekî dî jê pekî û li deverekê ji wan ket. Devê yê kose ma ji hev. Mêrik go oooh! ez nema pêre dighim, hema hingî ez darekî lê dixin zêrekî davêje. Bi xudê ez hew dikarim zêran bidme hev, hema bila wilo be.
Yê kosê rahişte wê zêrî û kire berîka xwe de.
Li ber kose yê sisêyan jî wilo kir. Rabû her sê kose gihane hev. Gotin: Hey gidî! we ev ecêb dît, her ku darek lê dixist, zêrek jê davêt . Bi hev şêwirîn, gotin: Ka em ve kerê jê  xilas nakin ?
Mêrik dizanîbû, qederekê çû; nîhêrt kû va her sê kose derketine pêşiyê- xwe wilo xapandine.
Jê pirsîn. Gotin: Ha bira! tu bi kû ve diçî?
Gote wan: Bira! ez diçim Cizîrê, xizmeteke min li wir heye.
Gotin: Bira! ma ev kera ha ne ya firotinê ye?
Mêrik go: Na bira, ji hewe nayê ku hûn bikirin. Biha yê wê giran e û bê hesabe. Ew bi xwe hemû zêre.
Gotnê: Bira! ku tu bifiroşî?, em ê bikirin.
Je wan re got : Ji bona xatirên we, ez difiroşim. Lê şertekî min heye: Divê hûn cihekî xweş jê re çêbikin, û cê û kayê û avê deynin ber.
Bav ê kurik pênc sed zêr heqê kera xwe ji wan sitandin. Wî di dilê xwe de digot: De herin, ev heyfa ga yê kur ê min e.
Koseyan jî kera xwe birin ,û bi keyf digotne hev: Em ê di nav zêran de  bimînin.
Kose yê mezin go: Îşev dora min e. Bila li cem min be.
Bav ê kurik giha mal. Gote jina xwe : Hermet! piştî sê rojan, kose yê werin . Ezê sorsorîkeke pêz bikim sukra te de. Piçek dûzankî min heye. Xwe bike harsiz,  û cira xwe nexweş bike. Bêje: Ez hew dikarim di ber te û mêhvanên te re bikim?!
Hingê, ez  ê werme te. Wê sorsorîkê bi dûzên biçirînim, xûn wê biherike. Bila bibe tep tepa te. Vêce, ez ê bibêjim: Dûzanko te kûştiye ti sax bike, sê caran. Tu yê  rabî bidî xwe û ber bi wan ve werî û qisûra xwe ji wan bixwazî. Tu yê bibêjî: Hûn se serê min hatin, min ne dizanîbû ku hûn hevalên mer ê min in.
Li mal, kose yê mezin odekek paqij kir û taze raxist û kera xwe jî kire têde. Av û ce û şorbe danîne ber, û derî jî lê asê kir.
Sibihî zû, yê kose rabû ser xwe, bi lez çû derî li kerê vekir ku çi bihîne: Ode ta noqê bû ye rîx. Bêhnê lêda, hema go qerp û derî lê girt, berî ku kes bihîne.
Kose yê dîtir hew xwe girt, û bi lezekê çû mala bira yê xwe. Go: Ha bira, çawa ye?
Kose yê mezin go: Lê mepirse, tev zêre. Êvarî were, ji ker de kerê bibe, ne min tu dîtî û ne te ez bînayî, hema xanî ji lêv zêre. Rabû; dor û morên wê paqij kirin, qene lê ne derxin. Wilo hate serê herdukên dîtir jî.
Her sê bira kose li hev civîn. Gotin: Ta ku em saxbin,ew yek ji bîra me naçe. Gidî, vî çi anî serê me?! Divê  ku em derbekê lêbixin, û heyfê hilînin. Pênc sed  zêr ji me sitandine, ne hindike. Em ê îro herne ser rihê wî.
Her yekî baltekek kir ber xwe de û dane rê. Çavên mêrik li rê ne. Qederek tê re çû, halo nihêrt; dît wê ji pişt milê ve derketin. Rabû çû pêşya wan- silav li wan kir û pirsa hev û du kirin.
Ew anîne hindiru. Dohmekê rûniştin, mêrik gote jina xwe: De hermet firavînê ji mêhvanan re hazir bike. Jinikê rabû xwe li horebiyan da. Go ma ez dikarim di ber te û mêhvanên tere bikim?!. Bi xudê min tiştek çê nekir. Mêrê wê bi bez rabû ew avête erdê û dûzan da wê sorsorîka di sukrê dê. Bû pix- pixa xûnê. Go: Ta ku ez te ne gurînim, tu li ber xwe nakevî?!
Kose bezîne pêve. Gotinê: Na bira .. na bira..na bira!
Mêrik go: Bese bira..bese, wê niha çêbibe. Xûna wê herikî, koseyan li hevdu meyzandin û gotin: Pek û sed carî pek. Gidî, tiştê halo jî hene?!
Yê mezin go: Bila kes jê hewe behsa kerê neke.  Maxabo, mala wî xirabû. Wî jina xwe li ser me kuşt!
Qederekê ma wilo.Yê kose go: Bira! te ev jinik li seb xatirên me kuşt. Sûc sebeb? Me firavîn navîbû!
Xwe yê malê go: Qey ji we bi qeditir hene? Ne ji xwe karê wê eve. wê
niha saxbibe . Çû dûzan danî li ser qirikê, go: dûzanko te kuştiye ti sax bike . Sê caran wilo go.
Di cih de, jinik rabû ser xwe rûnişt. Çavên xwe paqij kirin û şehdeta xwe anî û li dora xwe nihêrt. Ji nişkêve, çû dest û serên wan. Go: Hûn li ser serê min hatin , ma ez korbûm?! Bi wan ve ma û rabû bi lez beroş li kuç kir. Firavîn hazir bû, li ber wan danî. Jinikê gelek keyfa xwe ji wan re anî. Koseyan ji hev re gotin: Eh gidî, tiştên halo jî hene ?!
Firavîna xwe xwarin û gotin hev: Gidî! hema em wî dûzankî jê bistînin. Li bextê xudê van jinikan em qelandine!
Vêce, mêrik ji mêhvanên xwe pirsî.Go: Îşeleh we xêre bira ?
Jê re gotin: Tu saxbî xêre. Me bêriya te kiribû û piçek xizmeta me jî li nik te hebû. Ku tu me biqedînî başe ?
Mêrik go: Ku hebe li ser çavan ?
Yê kose got : Me ji wê derê, qista xudê û te kiriye , ku tu wê dûzankî  bidî me?
Mêrik go: kurro dûzankê çi?!
Gotin: Ew dûzankê te pê jinik…
Gote wan: Gidî bira! ji bona xudê. Ne we dît jinik çawa bû ? Ta ku ez wilo nekim, parîkek nan nade min?. Ew dûzan rihê min e.
Gotinê: Bi xudê divêt ku tu wî dûzanekî bidî me .
Mêrik got: Ne bi keyfa min e, lê bila ji hewere be. Ji bona we, nirx ê wî sed zêre.
Koseyan dûzankê xwe birin û çûn. Bi rê de, yê mezin got : Îşiv, dora   min e haaa!
Êvarkî, yê kose ji jina xwe xwest ku şîvekê çêbike. Jinikê xwe     hewhiwand, xeber gotin û xwe nexweş êxist û go ez nikarim bi te ve bimînim.
Kose yê gewir, da xwe  bezîyê . Dûzan da nîvê qirikê ,û qirik lê qutkir. Beherk xûn ji qirikê herikî. Dohmek bihûrî, mêrik rahişte dûzanê xwe û danî ser qirikê. Dîse go: Dûzanko te kuştiye tu sax bike, sê caran ,lê pa jinik tev ne lebitî.
Yê kose go ax! weleh vî jina min jî bi destên min da kaştin û malik li min sewitand.
Çi hat sere wî, wilo li birayên wî jî hat.
Mêrik gote pîreka xwe: Hermet! wê binê min. Vê carê, bi zehmet ez ji nav lepên van koseyan bifilitim. De ka, ez ê tirbeke xwe bikolim, cihê dest û çavên xwe bihêlim. Ji xwe ku hatin; tu yê herî pêşiya wan .
Mêjî di sere koseyan de nemaye, ji xwe re digotin:Em ê tola sed mêrî ji vî se dê û bavî hilînin . Hinga gihane gund, jinik çû pêşîya wan û xwe girîyand.
Gotnê: xêre jinbera?
Jinikê got: Çi xerê û çi hale?! . Ne piştî ku hûn çûn, bira yê we emrê xudê kir.
Koseyan gotin: Na aaa!, hey sed rehmet li canê wî bibare.
Jinikê, kose birin ser tirbê. Kos yê mezin pirsî, go: Ev çi qule ?
Jinika got: Hûn ji wir dikarin bêhna hevalê xwe bikin .
"Yê kose devê xwe danî li ser qulê; ku bêhna hevalê xwe bike. Mêrik ji xwar ve kêr avête dev û levên wî û ew anîne xwar. Yê kose da qîran û destên xwe danîne ser devê xwe û bazda. Go: Ez reben ê bira yê xwe me?! Wilo jî hat serê kose yê navê.
Kose yê piçûk go: Bavo!, vî birayê em perpitandin û malik li me xirabkir- û pîrekên me jî bi desten me gurandin. Îde ez nizanim ev bira çi ji me dixwaze? Ne ileh ez li ser vî birayî deynim .
Xwe rût kir ku........................ .
ji xwar ve kêr hatiyê. Yê kose bi hezar belayî xwe ji nav lepên wî bira yê zilam xilas kir. Pistî ku kose revîn, jina mêrik ew ax ji ser hilanî.
Mêrik got: De bila bixwin. Ne min gotibû: Ez heyfa kur ê xwe ji koseyên (Cizîrê) re nahêlim .
* Şikevtikê koran : Devereke nêzîkî Cizîrê ye.
 

 
  
                          

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark