Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Herêma Ewle û pêwîstiya bereyek niþtimanî

 


Idrîs Hiso

Rojhilatê Feratê bigiþtî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî di qonaxek hestiyar de ye, û bi nêzîkbûna bidawîbûna serê li dijî DAIÞê li Sûriyê û avêtina gavan ber bi dariþtina destûrekî nû bo Sûriyê û çareseriya siyasî li wî welatî hîna jî rewþa gelê kurd û pêkhateyên kurdistanî di metirsiyê de.
Tevger û civata kurdî ne li gorî rewþê û pêþbîniyên ku tên kirin ne.
Bi germî behsa durustkirina herêmek ewle li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê tê kirin, diyare Tirkiyê û Amerîka li ser vê yekî lihev kirine lê li gorî daxuyaniyên herdu aliyan diyare rêkeftina herdu aliyan bi tenê li ser durustkirina vê herêmê ye, lê rêkeftin li ser hurgiliyan nebûye.


Ji aliyekî din ve jî Rûsiya pilana xwe ya taybet bi Rojhilatê Feratê heye ku dixwaze artêþa rêjîma Esed deverê bigre û ew dever jî mîna deverên din têkeve bin deselata “Dewleta Sûriyê” wek ew dibîne û dibîne ku pêwîst e hemû hêzên biyanî ku ne bi destûra rêjîma esed derbasî nav xaka Sûriyê bûne vekþin.
Bi her halî bêhtir ji sînaroyekî heye ku wê herêma ewle li gorî wê were birêvebirin, lê pirs ew e wê çarenivîsa kurdan û pêkhateyên herêmê, ji Siryan, Aþûrî, Ermen û pêkhateyên din ci be?
Bê goman çarenivîsa pêkhateyên herêm bi çarenivîsa gelê kurd ve girêdayî ye, ango mirov dikare bêje çarenivîsa kurdan û pêkhateyên resen li Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Feratê pêkve girêdayî ye.
Aya li pêþiya her sînaryoyekê çi ji pêkhateyên herêmê tê xwestin?
Bê goman pirsgirêka kurd kêm zêd e bûye pirsgirêkek navdewletî û bêyî çareseriya pirsgirêka kurd helbet ti gerentî ji pêkhateyên din re jî nîne, lewma divê kurd berî her tiþtî yekrêziya xwe pêkbînin û piþtre jî li gel pêkhateyên resen ên herêmê bereyek niþtimanî pêkbînin bi helwêsteke hevgirtî û yekrêzî berê xwe bidin zilhêzên cîhanê da ku karibin paþerojek aram peyda bikin.
Ji bo vê yekê ji tevgera kurdî berî aliyên din têxwestin ku pêngavên cidî û li ser bingeha parastina berjewendiyên stratîjîk werin avêtin da bi rastî karibin bibin hêzek li deverê beramberî hêzên dagîrker mîna Tirkiyê û Rêjîma Esed û paþeroja xwe biparêzin.
Hewlêr 18.01.2019

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark