Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji Evîna Rojên Kevin: Pîrik (Pîrka Min Nûra Keye û Dayika Min Xensê)

 


Konê Reþ

  Pîrik; Di nav me xelkên Beriya Mêrdînê de, ji wê jina ku bi temenê xwe mezin, xwedî serborî û zanîn di jihevxelaskirina jinên ducanî de (Pîrik) tê gotin. Anku ewa ku jinan diwelidîne.. Bi erebî jê re dibêjin Daye (داية), bi ingilîzî dibêjin (Midwife).
  Nûra Keye pîrka bavê min (Pîrik bû). Jinên gundê me û jinên bi 10-15 km ji gundê me dûr, li ser destên wê dihatin welidandin anku dizan. Dema ku di havîna 1970`î de koça dawî kir, temenê wê di ser 100 salî re bû.


  Di heyamê wê de bijîþk gelekî kêm bûn, jixwe bijîþkên jinan qet nebûn. Ew bi serborî û tecrîbeyên xwe fêrî welidandina jinên ducanî (Bihemil/ Bihalkî) bibû, çareseriya hin nexweþiyên wan jî pêk tanî û þîretên tenduristiyê li wan dikirin.. Bi demê re navê (Pîrikê) jî, lê hatibû kirin, bi wateya ku jinên ducanî ji hev xelas dike.
  Xweþ tê bîra min, dema ku xelk ji gundên dûrî gundê me, bi erebeyên ku du dewara dikþandin, dihatin mala me, pîrka min Nûrê ji bo weildandina jinên xwe an bûkên xwe bi xwe re dibirin.. Lihêfek an doþekek ji bo rûniþtina wê di hundirê erebeyê de radixistin û ew bi xwe re dibirin. Eger bi kera an qantira hatibana, lihêfek ji bo rûniþtina wê li ser piþta kerê an bergîlê datanîn û ew bi xwe re dibirin.. Hingî otomobîl pirr kêm bûn, bi tenê çend Jeep ên Axayan hebûn.. Dema dizîvirî þekir an mewîj û xurme ji me re tanî..
  Navê wê Nûrê bû, ji ber ku çend salekî keyatiya gundê xwe kiribû bi navê (Nûra Keye) dihat naskirin. Jinek wek zilama bû, xwedî kesayetiyeke mêranî bû, merd û sexî bû û her dem civaka wê ji zilama digeriya.. Li gor temenê wê yê dirêj di civakên Kurdî ya orjînal de, fêrî gelek irf, adet û veþartokên civaka kurmancî bibû.. Di nav wê serboriyê de fêrî welidandina jinên ducanî jî bibû.. Ew diwelidandin, þîretên parastina zarokên nûbûyî li dayikên wan dikir û keçên ku nû dibûn dayik, þîretên xwedîkirin û perwerdekirina zarokan li wan dikir.. Wek bijîþkeke jinan dihat naskirin. Dibêjin carekê Dr. Ehmed Nafiz Zaza jê re gotiye; gerek tu li kêleka min ba ji bo nexweþiyên jinan..
  Em deh kur û sê keç, ji dê û bavekî, piraniya me li ser destên wê çêbûne. Çar kur ji me di biçûkaniyê de mirin, yê ji min biçûktir (Parêzer bû), berî çend heyvan, di temenê 63 salî de, bi kirîza dilrawestandinê koça dawî kir.. Ez nûxuriyê dayika xwe me.. Diya min hêj li jiyanê ye, temenê wê di ser 90 salî re ye.
  Bi demê re diya min (Xensê), ji xesiw xwe (Nûra Keye) fêrî welidandina jinan, perwerdekirina zarokan û nexweþiyên jinên ducanî bûye. Piþtî mirina dapîra min Nûra Keye, diya min ket þûna wê de û bû Pîrik. Wê jî, wek xesiwa xwe jinên gund diwelidandin û þîret li wan dikirin, digel ku nexweþiyên jinên ducanî jî li gor zanîbûna xwe, çareser dikirin wek; jina ku zarok di zikê wê de xwar dibû, diqulipî, dihat cem, diya min zaroka wê rast dikir.. Ji jina ducanî ya ku (Rehbê) li dêmê wê dixist û dêmê wê ber bi deqên spî ve dihat guhertin, diya min jê re digot; (Filan) xwarinê bixwe, filan xwarinê nexwe, wê rehib ji dêmê te here..
  Berî ku diya min bersvê bide jinên ducanî yên ku dihatin cem, divîbû ku ji wan zanibe, di kewijandina wan de (Xerabûna wan ya avisbûnê), hez kîjan xwarinê dikirin; þor, þêrîn, tirþ, kelê.. ji nû þîreta xwe li wan dikir.. Bi texmîn zanîbû jin ducanî çend mehî ye; çar mehî, pênc mehî an þeþ mehîye.. Wê jî, wek xesiwa xwe Nûra Keye bi texmîn zanîbû kur an keç di zikê jina ducanî de heye?! Û gelek caran wek wê derdiket..!
  Min jê dipirsî, yadê çilo tu zanî? Digot: Kurê min jina ducanî (Bihalkî) ku gelek caran destê xwe bavêje birihên xwe, rast bike, zikê wê ber bi jêr ve be û meþa wê giran be, keç di zikê wê de ye. Û jina ku bi halkî be û gelek caran destê xwe bavêje temberiya xwe, porê xwe rast bike û meþa wê sivik be, barê wê kur e..
  Mixabin, ji ber temenê dirêj, êdî nema huþê diya min wek berê dikþîne.. Hema ji me re dibêje; "Bes e lawo! Min çi dît û çi nedît.. Ez êþa we nebînim.. Lê willeh min dît (Mebesta wê êþa birayê min yê berî çend meha koça dawî kir).. Xwedê emanetê bistenda bes e.."
Qamiþlo, 28/09/2018

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.42
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark