Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mîr Dr. Cemþîd Celadet Bedirxan (1939 - 1999)

 


 Konê Reþ

Wek wefadarî û rêzgirtin ji giyanê Dr. Cemþîd Bedirxan re, werin em ji nêzîk ve wî nas bikin. Mîr Dr. Cemþîd Bedirxan kurê Mîr Celadet Alî Bedirxan û Rewþen Bedirxan e. Ew di roja 09.11.1939`an de li Þamê ji dayik bûye. Û Her wiha lê mezin bûye. Lê jî xwendina xwe ya seretayî qedandiye. li Libnanê jî xwendina navendî xwendiye û dawî li Þamê di xwendingeha Emerîkî û Orlhodoxiê de xwendina xwe a lîse bi dawî aniye. Di sala 1958`an de li ser wasiyeta bavê xwe Mîr Celadet Alî Bedirxan ji bo xwendina bijîþkîyê çûye Elmanya Rojava.


 Li Elmanya, di sala 1959`an de, dest bi xwendina bijîþkiyê kiriye û di sala 1968`an de bi pileyeke baþ doktoraya xwe di bijîþkiyê wergrtiye. Her wiha di gelek nexweþxaneyên Elmanya de û nêzîkî du salan jî di nexweþxaneyên Parîsê de karê bijîþkiyê kiriye. Ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê û vekirina nexweþxaneyeke taybetî, di temmuza sala 1970`an de piþtî beyana 11 adarê seredana baþûrê Kurdistanê kiriye, da ku li bajarê Hewlêrê nexweþxaneyeke taybet veke. Lê mixabin ji ber astengiyên sîstema hikûmeta wê demê projeyê wî pêre neçûye serî û careke din zîviriye Elmanya. Dema ku þoreþa Barzaniyê nemir destpêkiriye, wî jî rola xwe liztiye û bi dermanan û pêdiviyên tendirustiyê alîkariyên ber bi çav ji tevgera Kurdistanê kiriye..
 Her wiha Dr. Cemþîd Bedirxan gelek kar di damezrandina Komeleya Xwendekarên Kurd a (Li Þamê) kiriye û wiha jî di komeleya Xwendekarên Kurd a li Elmanya.. Hem jî di rêxistina Partiya Demokrata Kurdistanê ya þaxê Ewrupa de kar kiriye.. Vê paþiyê ji ber rewþeke taybetî dev ji kar û çalakiyên siyasî berdaye û êdî giringî daye karê xwe yê tenduristiyê.
 Di salên 1985 û 1986`an de Dr. Cemþîd Bedirxan bi nasnameyeke din û bi navekî din yê veþartî, seredana cîh û warê, bav û kalên xwe bajarê Cizira Botanê kiriye. Nêzîkî du mehan li bajarê Þirnex, herêma Botan û gelek bajarên bakûrê Kurdistanê geryaye. Her wiha ji bo derfeteke xebatê lêkolîn û hevdîtinan pêk anîne. Lê mixabin li wir jî ji ber bindestiya welat û astengiyên dewleta Tirk nikare zêdetir bimîne û dîsa bi neçarî vedigere Elmanya.
 Dr. Cemþîd Bedirxan di roja 19.09.1975`an de ligel Michtield xanim dizewice û du zarokên wî yên bi navê Kurd (Curd) û Evîn çêdibin. Curd û Evîn herdu li Elmanya dijîn. Dr. Curd xwendina xwe ya bijîþkiyê qedandiye û niha di nexweþxaneyên Elmanya kar dike. Evîn jî li Elmanya xwendina Pedagojî qedandiye û li wir kar dike. Her wiha ew li gel Jiyan Bedirxan tevlî jiyana hevjîniyê bûye. Dr. Cemþîd Bedirxan di roja 10.12.1999`an de li Brezilyayê koça dawî dike û termê wî li bajarê Koblenz yê (Elmanya) dispêrin axê. Dr. Cemþîd Bedirxan ji derveyî zimanê Kurdî, zimanên Erebî, Ingilîzî, Fransî, Elmanî, Tirkî û Portogalî bi awayeke baþ dizanîn.
 Yezdanê mezin wî bi dilovaniya xwe þa bike û cihê wî buhiþta rengîn be.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark